Ferhad Girêşêran
Di 1’ê pûşperê roja duşemê de Tiyatroya Seyr-i Meselê li Zanîngeha Bîlgiyê lîstika xwe ya bi navê “Lewheyên Bêmane” pêşkêş kir. Derhênerê lîstikê Erdal Ceviz e. Baran Demir, Bedriye Aydemîr, Dîlek Enîş, Ferhat Oter, Guler Înce, Hasan Aydin, Îbrahîm Turgay, Mervan Yalçindag, Musa Yildirim, Selman Bulut, Volkan Turkmen jî lîstikvanên di lîstikê de cih girtine.
Dema min afîşa lîstikê dît gelek kêfa min hat û min got baş e ku ezê li lîstikeke kurdî temaşe bikim. Bi wê hêvî û kêfa temaşekirina lîstikeke kurdî ez jî çûm hêwana lîstik lê hate pêşkêş kirin. Dema lîstikê dest pê kir dengê muzîkeke tirkî ji perdeyeka bilind olan da. Min di dilê xwe de got dibe ku ji bo lîstikê muzîkên tirkî hilbijartibin lê dema ku lîstikê dest pê kir û min dît ku li ser dikê lîstikvanine bi tirkî dipeyivin hene wekî aveke sar bi ser min de dabibe ez şaş û heyirî mam. Min li dora xwe nihêrî ku gelo ez şaş hatime, lê na gelek kesên nas hebûn li derdorê. Min got belkî ev henekek be û bîstek şûnde ewê lîstika esil dest pê bike, lê na ne wiha bû jî. Min got de ka ez bala xwe bidimê bê ka ewê çi bibe. Di lîstikê de hin skeç bi kurdî û hin jî bi tirkî bûn. Lê zimanê lîstikê bi giranî li ser tirkî bû.
Lîstik ji skeçan pêk hatibû. Mijara skeçan tiştên aktuel ên cur bi cur bûn. Di skeçan de: mîta Adem û Hewa bi zimanekî qerfî tê rexnekirin û têkiliyên jin û mêran bi saya têkiliya Adem û Hewa tê nîşan dayin, zewaceke li ser derewên facebookê hatiye pêk hatin çawa bi dawî dibe tê nîşan dayîn, zarokên boyaxcî bi helbesteke Şêrko Bêkes têne ser dikê, îşkencexaneyên ji Xwedê û pêxemberan dûr û qêrînên wan bi şewq û lîstikvaniyeke şareza tê ser dikê, newêrekiya mirov ji bo kirina tiştan di şexsê yekî ji xwe re li kar digere tê ser dikê, psîkologa ku pirsgirêkan çareser dike ewê çawa derdê lêdanê çareser bike? Ma gelo hezkiriyê psîkologê jî wê dixapîne? Hewaya ku Adem lê daye dihere serî li “kadin komisyonu” (lijneya jinan) dide. Gelo ewê jê re çi çareyê bibînin û hîn gelek tiştên din hene.
Di lîstikê de peyvek derbas bû ku min qet hêvî nedikir ez di lîstikeke kurdî de lê rast bêm. Di diyalogekê de yekî tiştek li ser mafê jinan got, yê din jî got, werê nebêje ewê te jî bikin Ergenekon. Bi rastî ev dîtina ku Ergenekonê wekî derewekê dibîne û hemû tiştê Ergenekonê kiriye tune dihesibîne, min heta niha ji devê nasyonalîstên tirk dibihîst. Dibe ku ez şaş têgihîştibim, dibe ku lîstikvanan nexwestibin tiştek wiha qest bikin lê bikaranîna gale galek werê jî li gor min ne di cî de ye. Lê mijara vê nivîsê ne Ergenekon e.
Di gelek cureyên hunerê de bingeh ziman e, wekî wêje û helbest. Di hin cureyên hunerê de jî pêdivî bi ziman tune ye, wekî wêne û peyker. Lê di cureyên pêdivî bi ziman tune ye jî dîsa fikra afirandina berhemê bi alîkariya ziman tê xeyalkirin û îmaje kirin.
Bingeha şanoyê diyalog û tevger e. Lîstik li ser diyalogan tên avakirin û diyalog bi ziman têne afirandin. Li ser dikê jî ew diyalog bi tevgeran têne pêşkêşkirin. Di hin lîstikan de jî diyalogan derdixin tenê tevger dimîne, jest û mîmîk û dans dikeve şûna ziman. Îja em werin ser meseleya zimanê lîstika Lewheyên Bêmane, lîstik li ser diyalog û tevgerê hatiye avakirin. Wekî min li jor jî got zimanê lîstikê bi giranî tirkî bû û çend skeç jî bi kurdî bûn. Min fahm nekir bê ka çima zimanê lîstikê bi giranî tirkî ye? Ma gelo lîstikên li şanogehên Tirkiyê têne lîstin çend hebê wan bi kurdî ne? Ma lîstikên tirkî têrê nakin ku komeke kurdan jî radibe bi tirkî lîstikan amade dike? Ez ne li dijî lîstikên tirkî me, lê bi baweriya min li Tirkiyeyê heta tu bê bes lîstikên tirkî hene û heke em dixwazin lîstikan amade bikin divê em bi zimanê xwe wan lîstikan amade bikin. Ma gelo kesî dîtiye ku komeke şanoyê ya tirkan lîstikek xwe nîvî bi tirkî nîvî bi frensî amade kiriye?
Ez dibêjim ji bo hezkirina ji xwe û zimanê xwe huner navgîneke gelek bihêz e. Dîsa ez dibêjim hunera miletekî bi zimanê miletekî din nayê çêkirin û nayê geşkirin. Di dawî de jî ji bo ked û performansa Seyr-i Meselê ez endamên komê pîroz dikim û hêviya lîstikên bi kurdî dikim.