Lîstika bi kurdî “Don Kîxot” jî hat qedexekirin
Diyarname
Lîstika Þanoya Bajarêr a Amedê ya bi navê “Don Kîxot” divê 28’ê vê mehê li Kocaelî bihata lîstin lê hate qedexekirin. Li Kocaelî konsera Aynur Dogan, li Mûþê jî konsera Metîn-Kemal Kahraman hat qedexekirin. Ev qedexe hemû di nav du rojan de hatin.
Þanoya Bajêr a Amedê ji metna Cervantes lîstika “Don Kîxot* amade kiribû. Lîstika ku Dilawer Zeraq wergerandibû kurdî, derhêneriya wê Ferhad Feqî kiribû. Di lîstikê de Ozcan Ateþ, Þahabettin Dag, Berfîn Emektar, Elvan Koçer, ozkan Þeker û Þîlan Alagoz dilîzin. Lîstik heta niha li gelek bajaran hatiye lîstin û di nîveka duyemîn a meha gulanê de derketiye tûrneya bajarên rojhilat ên Tirkiyeyê. Li gor bernameyê ji van bajaran roja 28’ê mehê divê li bajarê Kocaelî, li Navenda Çanda Necmettin Erbakan a Þaredariya Çayirova bihata lîstin. Lê bi telefonê li Seyme Organîzasyon ku ew vê organîze dikin geriyane û lîstik qedexe kirin. Þaredariya Çayirova Kocaelî di destê AKP'ê de ye. Þaredariya AKP'ê ya Derînce ya Kocaelî jî di destê AKP'ê de ye ku konsera Aynur Dogan betal kir.
Nûçeyên Eleqedar:
- Nawey konserê Kahramanan hame qedexekerdiþî
- Þaredarê AKP'yî konsera hunermend Aynur Dogan betal kir