Diyarname
Akademiya Fûtbolê ya Galatasaray daxuyaniyek fermî weşand û got ku ligel Çekdar Orhan peymanek 3 salan girê dane. Çekdar Orhan di tîma Galatasaray U21 de dilîst û di 33 maçan de 14 gol avêtin. Orhan li qada navika sehayê ber bi pêş ve dilîze. Her wiha ew wekî forvet û pişt forvetê jî dilîze.
Çekdar Orhan kurdekî ji Culemêrgê ye, di 8'ê adara 1998'an de hatiye dinê. Wî li tîma jêrîn a M'gladbach a Almanyayê dest bi fûtbolê kiriye. Çekdar Orhan par transferê Tîma U21 ya Antalyayê bûbû. Par li nave serdema fûtbolê Galatasar ew transfer kiribû û Orhan di Tîma U21 a Galatasaray de lîst. Niha êdî dê tîma mezin a Galatasaray de bilîze. Orhan di heman demê de xizmê lîstikvan Yilmaz Erdogan û Ersîn Korkut e.
Ji lîstikvanên kurd Eren Derdîyok jî li Galatasaray dilîze. Derdoyok ku ji Dêrsimê ye li Ewropayê mezin bûbû û niha li Galatasaray wekî forvet dilîze.