Diyarname
Van rojan belgefîlmekî bi navê “Ev baran dê qet raneweste” wekî online ji bo alîkariya belgefîlmkarên li Ûkraynayê tê nîşandayîn. Yên bixwazin alîkariyê bikin bi 25 TL’yî heta 28’ê vê mehê dikarin lê temaşe bikin.
“This Rain Will Never Stop” belgefîlmê derhêner Alina Gorlova ye. Par li Stenbolê di Documentaristê de hat nîşandayîn. Sala borî dema belgefîlm beşdarî gelek festîvalan bû û ji 10 festîvalan bi xelat vegeriya. Niha ji bo alîkariya belgefîlmkarên li Ûkraynayê tê nîşandyîn.
Kompaniya Square Eyes ku navenda wê li Viyanayê ye û platforma Sahneport.com bi hev re hevkariyê dikin û belgefîlmî nîşan didin. Li Tirkiyeyê jî vê yekê Rojên Belgefîlman a Stenbolê Documentarîst vê orgnîzeyê dike. Pereyên ku ji vê nîşandayînê bêne bi dest xistin dê ji bo derhêner Alina Gorlova ku hê li Kievê ye û tiştêr diqewimin dikişîne, bêne şandin.
Gorlova ku di nav organîzasyona alîkariya ji bo sivîlan de kar dike di 1’ê adarê de ji Kîevê peyamek şandibû û gotibû, “Di warê benzîn, xurek û dermanan, hema hema di her warî de em zehmetiyê dikişînin. Em dikin ku pêdiviyên bingehîn bigihînin gel.”
Li ser vê yekê belgefîlmkaran jî ji bo alîkariyê ev belgefîlm derxistiye pêş û bi buhaya 25 TL’yî tê nîşandayîn. Ji ser sahneport.com re belgefîlm li Tirkiyeyê ji 18’ê adarê heta 28’ê adarê tê nîşandayîn.
Belgefîlm çîroka kurdekî ji Sûriyeyê ji şer reviyaye û çûye Ûkraynayê nîşan dide. Mijar li ser mabateke kurd e, malbateke ji ber şer parçebûyî. Karakterê Sereke Andiy Silêman e. Ji malbatê Lezgîn ligel zarokên xwe koç kiriye Ûkraynayê, birekî çûye Almanyayê, birekî li Başûr e, birê din hê li herêma xwe ye.
Bi kurtahî çîroka malbateke ji ber şer belavbûyî û li herêmeke şer e. Kurê malbatê Andriy Silêman ku ji şer reviya ye, li rojhilatê Ûkraynayê ji bo alîkariya sivîlan bike di nav Xaça Sor de bi dilxwazî dixebite. Ew di heman demê de dixwaze here Ewropayê û jiyaneke nû saz bike. Di nav vê çûn hatinê de rewşa giran a mîlîtarîzmê jî nîşan dide.
Belgefîlmê ku Alina Gorlova di sala 2020’î de kişandiye 102 deqîqe ye û bi zimanê rusî, kurdî, ûkraynayî, almanî û erebî ye. Ji bo kesên ji Tirkiyeyê temaşe bike bi jêrnivîsa tirkî û îngilîzî jî tê nîşandayîn.
Ji bo temaşekirinê:
https://sahneport.com/title/this-rain-will-never-stop/
**
Nûçeyên Eleqedar:
- Rusya bi awayekî fermî ji Konseya Ewropayê derket
- Leonardo DiCaprio pereyeke gelek mezin da Ûkraynayê
- DYA’yê dijî Rusyayê biryar stand: Kirîna enerjiya Rusyayê qedexe ye
- FIFA’yê li ser şerê Rusya-Ûraynayê biryar girt
- Rusyayê şerawestina demkî ragihand (Agahiyên 24 saetan)
- Lîstikvanê ûkraynayî di şer de mir
- Ji Putin biryareke nû: Welatên ne dost bi ruble dê pere bidin
- Abramovich kulûbey Chelsea roşeno
- Cîhana sînemayê Disney, Warner Bros û Sony jî ketin nav tevgerê
- 64 kîlometre konvoya leşkerî
- Muskî wisa tiştek kir dê rê li serdemeke nû veke
- Serokatiya Rûmetê ya Pûtînî betal kirin
- Akademîsyen û rojnamegerên rus dijî şer derketin
- Ji aliyê sporê ve rojeva şer
- UEFA maça şampiyonî Rusya ra girote
- Şerê Rusya-Ûkrayna: Çernobîl ket destê Rusan
- NATO: Leşkerên xwe bi paş ve vekişîne
- Li Ûkraynayê şer dest pê kir
- Putînî serxwebûna Donetsk û Luhanks bi awayekî fermî nas kir