Diyarname
Çend roj berê Rusyayê serxwebûna herêmên Donetks û Luhanksê pejirandibû ku her du herêm bi awayekî fermî herêmên Ûkraynayê bûn. Ûkrayna dijî vê bû helbet. Û Îro artêşa Rusyayê keten Donbasê ku ev herêm di navbera her du herêmên serxwebûna xwe ragihandine de ye.
Artêşa Ûkraynayê got ku di navbera wan û artêşa Rusyayê de şer derketiye, 50 leşkerên rus hatine kuştin û 6 heb jî balafirên wan îmha kirine. Li ser vê Rusyayê hê tu agahî nedaye. Li aliyê din hêzên serxwebûnxwazan jî ragiahndin ku wan du balafirên Ûkraynayê daxistine.
Her wiha Ûkaynayê bang li her kesê ku dikare çek bikar bîne kir ku çek û rextan girê bidin.
PUTIN: JI DERVE ALÎKARÎ BÊ EMÊ ÊRÎŞ BIKIN
Serokdewletê Rusyayê Vladimir Putin jî îro daxuyand ku ji derve çi mudexele çêbe ewê bersivê bidin.
Zelenski: Em koalîsyona dijî Putin saz dikin
Serokdewletê Ûkraynayê Vladimir Zelenski bang li rêberên dinyayê kir ku li hemberî Putin bikevin nav tevgerê. Zelenski got ku wî ligel Serokê Îngilistanê Boris Johnson û Serokê Konseya YE'yê Charles Michel axiviye û ew koalîsyona li dij Putin saz dikin.
***
Nûçeya Eleqedar:
- Putînî serxwebûna Donetsk û Luhanks bi awayekî fermî nas kir


