Diyarname
Rêveberiya Yekîtiya Weşanê ya Ewropayê (EBU) peyameke nivîskî belav kir û diyar kir ku ji ber şerê di navbera Rusya û Ûkraynayê de wan Rusya ji pêşbaziya Eurovisionê ya îsal avêtiye.
Pêşbaziya Stranan a Ewropayê, bi navê tê zanîn Eurovision îsal dê roja 14’ê gulanê li Stada PalaOlimpico ya li Turina Îtalyayê dar bikeve. Welatên Ewropayê Îzlanda, Fînlandiya, Norwec û Hollandayê bang li rayedarên Eurovisionhe kiribûn ku Rusyayê ji pêşbaziya îsal derxe. Bi ser de hikumeta Fînlandiyayhe gotibû ku Rusya beşdar bibe ew dê beşdar nebin. Rêveberiya pêşbaziyê biryar da û Rusya ji pêşbaziya îsal derxist.
EBU’yê wisa got, “Rusya îsal di nav pêşbaziyê de be dê îtîbara pêşbaziyê xira bibe.”
EBU’yê ji ber şer ji Rusya ji pêşbaziyê derxist û gotiye ku EBU saziyeke xizmeta gel dike û ji saziyeke derveyî siyasetê ye.
**
Nûçeyên Eleqedar:
- Akademîsyen û rojnamegerên rus dijî şer derketin
- Ji aliyê sporê ve rojeva şer
- UEFA maça şampiyonî Rusya ra girote
- Şerê Rusya-Ûkrayna: Çernobîl ket destê Rusan
- NATO: Leşkerên xwe bi paş ve vekişîne
- Li Ûkraynayê şer dest pê kir
- Putînî serxwebûna Donetsk û Luhanks bi awayekî fermî nas kir