Diyarname
Sekreterê Giştî yê NATO'yê Jens Stoltenberg li hemberî êrîşa Rusyayê ya li hemberî Ûkraynayê daxuyanî da û got, "Bi lezgînî leşkerên xwe bi paş ve vekişîne.
Stoltenberg got "Ev binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye. Ev çalakiyeke hov e. Rusya dê bi encamên cidî re rû bi rû bimîne. Em bi hemû dilê xwe ligel gelê ÛKraynayê ne."
Sekreterê NATO'yê diyar kir ku Rusyayê deriyên dîplomasiyê girtine û wisa got, "Ev dagirkirina ne surprîz bû. Bi mehan e em hişyar dikin. Li Ûkraynayê hêzên NATO'yê nîn in û plana me ya ku em leşkeran bişînin jî tune ye. Rusyayê aştiya li parzemîna Ewropayê parçe kir. Piştî vê dagirkirinê êdî dê Ewropayeke nû hebe."
Li ser meseleyê Sekreterê NATO'yê Stoltenberg û Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê (YE) Charles Michel hatin ba hev. Michel wisa got, "Felaketeke ku Putînî daye dest pê kirin çêbû. Piştî Şerê Cîhanê yê 2'yemîn li sen axa Ewropayê tiştek wisa nehatiye dîtin. EV êrîş dijî YE'yê ye. YE û endamên wê Rusyayê ji vê yekê berpirs dibînni. Îro ji bo ambargoyê me li hev kir. Dê aboriya Rusyayê bi awayeke cidî kesîrê bibîne."
Serokê Konseya YE'yê got ku "Zarok û jinên mesûm bûn hedef" û ev yek lê zêde kir: "Ji her demê zêdetir pêdiviya wan bi alîkariya me heye. Ji bo penaberên ji Ûkraynayê bên em amade ne."
***
Nûçeyên Eleqedar:
- Li Ûkraynayê şer dest pê kir
- Putînî serxwebûna Donetsk û Luhanks bi awayekî fermî nas kir