Diyarname
Ji serê sibê roja dinyayê şerê di navbera Rusya û Ûkraynayê de rojeva dinyayê ye. Ûkraynayhe eşkere kir ku bajarê Çernobîlê ketiye destê Rusyayê.
Piştî Serokdewletê Rusyayê Putînî ferman da îro leşker ketin Ûkraynayê. Ji serê sibê de şer heye. Û vê êvarê Ûkraynayê eşkere kir, “Me Çernobîl winda kir.”
Ji Ofîsa Serokdewletê Ûkraynayê Mihayl Podolyak ev agahî belav kir û got ku kontrola Santrala Nukleer a Çernobîlê êdî ne di destê me de ye û ev yek ji bo Ewropayê tehdîdeke mezin e.
***
Nûçeyên Eleqedar:
- NATO: Leşkerên xwe bi paş ve vekişîne
- Li Ûkraynayê şer dest pê kir
- Putînî serxwebûna Donetsk û Luhanks bi awayekî fermî nas kir