logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 'Hevdîtinên Ciwanan ên Spor û Çandê' dest pê dike
  2. Ji Hunergeha Welat klîbeke nû "Keynê - Dilê Bê Dil"
  3. Şahiya fûtbolê dest pê dike, va ye bernameya îro
  4. Di vê tûrnûvayê de çend hakêmên jin hene?
  5. Merasimên destpêkirina Kûpaya Cîhanê ji wê têne pirsîn
news-details

Feleknaz Ûca û sonda bi kurdî

Wê bi salan Mebûsiya Parlemena Ewropayê (PE) kir. Dema ku mebûsên DEP'ê di zindanan de bûn, ew ne tenê li Parlemena Ewro

  • Dîrok: 26/06/2015
  • Beş: Serbest

Ergulen Toprak

Wê bi salan Mebûsiya Parlemena Ewropayê (PE) kir. Dema ku mebûsên DEP'ê di zindanan de bûn, ew ne tenê li Parlemena Ewropayê, di heman demê de li Tirkiyeyê jî bû dengê kurdan. Di dema ku deriyê Meclisa Tirkiyeyê (TBMM) li kurdan hat girtin wekî mebûsek çi demê pîdivî pê çêbû li cem gelê xwe bû.

Ew bi hemû nasnameyên xwe siyasetmedarek ku dihat çewisandin bû. Bi nasnameyên xwe yên kurd, êzdî, jin, koçber hem kesek dihat çewsandin bû, hem jî bûbû dengê kesên têne çewsandin.

A rast nedixwest bikeve nav siyasetê. Ew jî wekî gelek koçberên kurd ên li Ewropayê niyet kiribû ku here serê çiyê, bêyî ku qet bîr bibe ji bo berendamtiya mebûsiya Parlemena Ewropayê hatibû qanîkirin. Di temenê ciwan de li Ewropayê li ser navê kurdan şanenava xwe avêtiye bin karên girîng. Beşeke mezin a karê xwe ji bo têkoşîna li hemberî binpêkirina mafan a li Tirkiyeyê xerc dikir. Lê ligel vê yekê jî bi tirkî nedizanî...

Sal 2003. Di dema ku DEP'î di zindanê de bûn, bi ser de jî HADEP hatibû girtin. Beşek ji yên ku îro ji ber rewşa xwe deng dane HDP'ê wê çaxê li hemberî zilma ku rejimê li kurdan dikir bêdeng bûn.

Kongreya DEHAP'ê û kurdî

Wan salan ez li Enqereyê bûm. Bi qasî îro dostên kurdan nîn bûn. Li Enqereyê siyaseta kurd hatibû îzolekirin. Dewlet bi hemû hêza xwe bi ser kurdan de diçû. Li hemberî DEHAP'a ku ji dêvla HADEP'ê hatibû avakirin jî tehamul tune bû.

Çapemeniya tirk ku îro bi têra xwe pesnê HDP'ê û Ocalanî dide wê rojê kongreya DEHAP'ê bi van nûçeyan kiribû manşeta xwe, "Merşa Îstîklalê nehat xwendin", "Posterê Ataturk nehat daliqandin", "Posterên serokê terorîstan hat vekirin".

Feleknaz Ûca jî beşdarî kongreyê bûbû û ji ber ku bi tirkî nedizanî dixwest bi kurdî biaxive, lê Komîserê Hikumetê ew rawestandibû. Roja din hin rojnameyên mezin Feleknaz Ûca wekî "provakator" bi nav kiribûn.

A rast wê tenê ji ber ku bi tirkî nedizanî dixwest bi kurdî ji bo yên li salonê ne biaxive. Lê rênedabûn vê daxwaza mehsûm. Mebûsa jin a li ser navê kurdan li Parlemena Ewropayê siyaset dikir li ber çavên bi hezaran temaşevanî hatibû astengkirin, bi ser de jî hatibû tehdîdkirin.

Ûca çawa bi kurdî silav li temaşevanan kiribû Komîserê Hikumetê bi lez derketibû ser dikê û dîwan hişyar kiribû. Betalkirina kongreyê, girtina DEHAP'ê jî dikaribû çêbiba. Lewma Feleknaz Ûca dest ji axaftina bi kurdî berda. Bi awayekî zor lê kirin ku bi almanî biaxive. Wekî mêvanek biyanî axaftina wê li tirkî hate wergerandin ji bo yên li salonê. Zimanê kurdî yê Feleknaz Ûca gelek baş e. Bi awayekî bêwate pêşî lê girtibûn ku ew bi zimanê ku dikare xweş pê fikrên xwe bîne ziman.

Bi zora HDP-BDP'ê rê li kurdî vebû

Sal derbas bûn û bi zora HDP-BDP'ê ew Zagona Partiyên Siyasî, ew xala beredayî hat guherandin. Êdî partiyên siyasî dikarin bi zimanekî ji bilî tirkî xebatên xwe yên siyasî bikin.

Ne tenê Feleknaz Ûca, êdî kî bixwaze dikare di kongreyên HDP'ê de bi kurdî biaxive. Ji bo asanbûna rewşê gavek girîng e lê têre nake, ji ber ku piştî 12 salan tiştê ku li meclisê niha li Feleknaz Ûca hat kirin nîşan dide ku ji bo normalbûnê hê divê gelek pêşketin çêbin. Di merasima sondxwarinê de bi zimanê ku Ûca qet nizane û jê fêm nake zor lê kirin ku sond bixwe; dibe ku bi vê yekê zagon bi awayekî anîn cih lê ew qasî jî wijdan hatin birîndarkirin. Çawa ku bi zora kurdan qedexeya li ser bikaranîna zimanên ji bilî tirkî ji holê hat rakirin, xebatên TBMM'ê jî rojekê dê ji bo kurdî bêne vekirin. Di van du serdemên dawî yên meclisê de li meclisê bi awayekî jixweber kurdî axaftin têne kirin, gelek caran wan naxin tûtanakan (belgeyên meclisê) û rêveberiya Meclisê wê piştguh dike. Lê li hemû welatên demokratîk ên dinyayê parlemen bi pirzimanî ne. Emê bibin şahid ku bi Feleknaz Ûca re dê TBMM jî bigihîje asta pirzimaniyê.

Tu şik nîn e ku di serdema nû de Feleknaz Ûca dê bibe yek ji navên girîng a TBMM'ê.

Bêşik mebûsên din ên kurd jî dê gelek tiştî ji Feleknazê hîn bibin.

 

 

Parve Bike

Youtube Me
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 13 06 2026

Di Rewşenberiya Me Kurdan de Deqa Kor

news
  • 10 06 2026

Derfetên bo zêdetir fêrbûna li ser edebiyata kurdî

news
  • 08 06 2026

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

news
  • 06 06 2026

Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medyaya Kurdî naşopînin?

news
  • 02 06 2026

QEREÇÎ; Aşiq-Roman-Çingene

news
  • 01 06 2026

Muzîk, Hişê Çêkirî û Kurdî: Li ser van mijaran çend gale gal

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Bundchena brezîlî û Puyolê spanî kûpa anî, Almanyayê ew girt

ad

Biryara Culemêrg û Şirnexê bi paş ve hat kişandin

ad

Ji Akre heta Laleşê, dîmenên ji Herêma Behdînanê

ad

Kadîr Stêra êdî bo me dinivîse

ad

Li ser rojeva Covid 19 sê nûçeyên nû

ad

Qedexeya li ser kurdî; malpera Xwebûnê jî hat astengkirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

'Hevdîtinên Ciwanan ên Spor û Çandê' dest pê dike

  • 11 06 2026
news

Ji Hunergeha Welat klîbeke nû "Keynê - Dilê Bê Dil"

  • 12 06 2026
news

Şahiya fûtbolê dest pê dike, va ye bernameya îro

  • 11 06 2026
news

Di vê tûrnûvayê de çend hakêmên jin hene?

  • 11 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname