Diyarname
Li meclisê di çarçoveya 'Pêşîlêvekirina demokratîk' de pirsgirêka kurd hate nîqaşkirin. Vane kîteyên ji meclisê:
Di hevdîtinê de Serokwezîrê Tirkiyeyê R. Tayyip Erdogan, Wezîrê Karên Hundir Beşir Atalay, Serokê DTP'ê Ahmet Turk, Serokê MHP'ê Devlet Bahçelî, Serokê CHP'ê Deniz Baykal li ser mijarê axivîn.
Vane hin kîte:
Serokê MHP'ê Devlet Bahçelî:
- Pêşîlêvekirina kurd ambalaja demokrasî bi xwe ve gire da. Tiştên ku PKK'ê nikarî bike hikumetê kir. Bi ev gava hikumetê re meclisa mezin bi daxwazên PKK re rû b irû ye. Nêzîktêdayîna hikumetê li gor daxwazên PKK'ê ye.
Serokê CHP'ê Deniz Baykal:
- Li holê xebateke muşterek heye. Yek desthilatdarî ye, ya din muxatab Îmralî ye. Bi Ocalan re diaxivin. Ev pêvajoyeke ku bi dizî dikin. Ev desthilatdarî bi tên dimeşe, bi kî re di piştgiriyê de ye? Di warê hêstirên dayikan de desthilatdarî û kî li hev kiriye? Desthilatdarî bi Îmralî re di muxatabê de ye.
Wezîrê Karên Hundir Beşîr Atalay:
- Armanca me ew e ku em rêxistina terorê bi tenê bihêlin. Ji niha û pêde vî barî ji ser Tirkiyeyê rakin.
- Sedema hebûna partiya me ew e ku em li Tirkiyeyê kêmasiya demokrasiyê ji holê rakin. Em bêyî cudahiyê bixin navbera mirovan, em her kesî wekî hebûneke bi rûmet dibînin.
- Ji bo bi zimanê cihê weşanê bike me TRT 6 vekir.
- Li hemberî îşkence û kirinên ne baş ceza hatine zêdekirin.
- Proje Vegeya Gundan li 14 bajaren me didome.
- Diruşma Pêşîlêvekirina demokratîk 'Ji her kesî re zêdetir azadî" ye. Ev Tirkiyeyê lawaz nake, xurtin dike.
- Astengiyên li pêşiya ziman û zaravayên cihê rabûye.
***
Wekî not: Hevdîtên li meclisê gelek bi nîqaş berdewam kirin. Mebûsan her avêtin hev. Di dema axaftina Serokwezîrê Tirkiyeyê de koma CHP'ê meclis terk kir