NAVENDA NÛÇEYAN
Nivîskara Leyla Delîl Saraç a ku nêzî 8 meh berê ji Girtîgeha Tîpa M a Baybûrtê hatibû berdan, bi hinceta înfaza wê hatiye betalkirin li Îzmîrê hat binçavkirin. Saraç pişt re hat girtin û ew şandin Girtîgeha Jinan a Şakranê.
Saraç di 25'ê kewçêra 2021'ê de cezayê wê qediya bû û ji Girtîgeha Tîpa M a Baybûrtê bi şertê kontrola edlî hatibû berdan. Saraç, piştî 8 mehan ji ber biryara girtina wê hebûye, li Balafirgeha Îzmîrê hat binçavkirin.
JI BER ÎNFAZA WÊ ŞEWITANDIN HATE GIRTIN
Saraç, bi îdîaya "endamtiya rexistinê" di sala 2015'an de hatibû girtin û pişt re bi heman hincetê 7 sal ceza lê hatibû birîn. Saraç a 5 sal û 8 mehan girtî mabû, di 25'ê kewçêrê/cotmehê de hatibû berdan. Saraç piştî 8 mehan bi hinceta "9 cezayên wê yên hucreyê hene" înfaza wê hat şewitandin û hat girtin. Saraç demekê di bin çavan de ma û ew derxistin edliyeyê. Dadgehê bi hinceta înfaza wê hatiye betalkirin hat girtin û ew şandin Girtîgeha Jinan a Şakranê. Saraç, wê salek û heft mehan di girtîgehê de bimîne.
Leyla Delîl Saraç helbestan dinivîse. Pirtûka ya bi navê "Werzeba" di sala 2020'î de ji Weşanxaneya Payîzê derketibû.
MA - Diyarname