Diyarname
Li Tirkiyeyê li dor 80 partî hene yek ji wan jî LDP ye ku di hilbijartinê de dengên wê sedî 0.06 e. Niha destûrê nadin vê LDP'yê jî ku li cihek beşdarî panelek bibe. Serokê LDP'ê yê berê Cem Toker dê li Zanîngeha Dokuz Eylul a Îzmîrê beşdarî panelek bi sernavê "Li ser pergala serokatiyê" biba lê dekanî panela wî betal kir.
Toker ji ser twittera xwe re peyamek weşand, got ku Zanîngeha Bogazîçî panela Cîgira Serokê CHP'ê Selim Sayek Boke, Zanîngeha Bîlgî axaftina mebûsa serbixwe Aylin Nazliaka, Zanîngeha Dokuz Eylul jî panela wî asteng kiriye û wisa got: "Divê sedemek vê tirsê hebe. Sedî 0.06 dengê me heye dîsa me nadin axaftin."