Diyarname
Kovara "Yazinca" ku wekî kovareke werger, lêkolîn û wêjeyê ya Klûba Wêneyê ya Zanîngeha Bogazîçiyê salê carekê weşanê dike niha hejmara xwe ya 10'an derxist.
Kovar bi piştgiriya aborî ya Zanîneha Bogazîçî ji aliyê xwendevanên heman zanîngehê ve tê derxistin. Par ji ber rewşa aborî û hin pirsgirên bi vî rengî xwendekaran nekarî hejmara xwe ya 10'an derxin. Zanîngeha niha karî alîkarî bide wan û bi vî awayî "Yazinca" hejmara xwe ya 10'an derxist.
Di vê hejmarê de nivîsên li ser kovara HAWAR'ê ya Celadet Elî Bedirxan, nivîsên ji Hawarê, nivîsên li ser Mehmed Uzun, nivîsên serbest û helbest hatine weşandin.
Di beşa Nivîsên ji Hawarê de hin nivîsên Celade Elî Bedirxan, Kamûran Bedirxan, Nûredîn Ûsiv / Zaza, Osman Sebrî, Qedrîcan hatine weşandin.
Her wiha di kovarê de li ser Hawarê bi Ferat Cewerî re, li ser ziman jî bi Samî Tan re hevpeyvîn hatine kirin.
Kovara ku Xwedî û Berpirsiyariya wê Hekim Kiliç dike, lijneya weşanê ji Onur Gunay, Şerif Derince û Yûsiv Biyanî pêk tê; gelek xwendekarên din ked daye vê hejmarê.
Ji bo kesên eleqedar: Kovar bê pere tê belavkirin: Yên bixwazin dikarin xwe bigihînin xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî.
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.