Fêrgîn Melîk Aykoç
Di tu demê de nijadperestî, cudakarî û partîzankariyeke wiha dijmirovî û zexel derneketibû pêş. Heta di dema Ergenekona kemalîst de jî bi vî awayî nebû. Bi salan e, em dixebitin ku vê rastiyê li ber çavên naxwazin bibînin, raxînin. Lê dîsa jî hin kom û kesên qaşo rewşenbîr û hin sal sereyên qaşo rûspî li hemberî çend manevrayên AKP‘ê yên xapandinê, bi çilekiyeke rantê xwe berdane nava hêviyên demokrasiyê û wekî telalên padîşahan dahol girtine, bê ku ji bala giştî şerm bikin, bi guminî lêdidin.
Gelek caran karesetekê dikanê rastiyan bê kêmasî li ber çavan raxîne. Ev erdheja Wanê jî rûçikê vê rejîma zîşt, cudaker û bêbextê ku bi carê ve ji nedîtin û nehêviyê gihîşte vê astê, ji ber wê psikolojiya ji hestênnizmketî di ser xwe re terin, bi awayê pozbilindî û çalimeke bê heya li gel dinêrin, bê kêmasî li ber çavan raxist. Li gel wê ev; wekî sîleyeke bi weş li rûçikên kesên bê ku ji temenê xwe şerm bikin, ketine xizmeta vê zihniyetê jî xist.
Serkarî û rayedarên dewleta tirk; ji bo ku bikanin li hemberê Tevgera Azadî biserkevin, bi awayekî bê şerm û fedî ji her welat, hêz û koman alîkarî dixwazin, heta ji bo vê dixebitin ku cardin birakujiyê di nava kurdan de bidin çandin. Di dema erdheja derdora Îzmîtê de rê ji alîkariya hemû cihanê re vekirin. Lê; hem bi xwe alîkariya gelê me yê li Wanê nakin, hem jî nehîştin ku welatên din alîkariyên xwe yên mirovî bigihînin gelê me. Hîn di ser de jî dest datînin ser alîkariyên ku gelê me yê dixwazin alîkarî bikin. Bêguman ew ji bo ku bikanin xiniziya xwe ya cudaxwaz û dijminî vêşêrin vê dikin.
Serokwezî û AKP şovperest in. Ji bo ku bikanin bala cihanê bixapînin bi çend keştiyên xwarinbarkirî berê alîkariyê dan Xezaya Filistînê. Bi wê jî neman Erdogan û hevsera wî taa Sudan û Somaliyê çûn, li wir bi awayekî şovkirinê zarok hemêz kirin û derketin pêşberê kamerayan. Lê bi tev hevsera xwe erdhejzadeyên li Wanê ziyaretkirinê cih bihêle, ji dest wan were wê di nava êşa erdhejê de jî zarokên kurdan bidin kuştin. Ji xwe, ji bo ku hejmara miriyan zêde be, zarokên di bin xirbeyan de rizgar nebin, di demê de alikariyêke kêrhatî neşandin. Tenê ji bo xapandina bala Tirkiyê û cihanê şov kirin û dikin. Serokkomarê wan di nava çend saetan de li navenda eniya şer ya di nava çiyayên asê de danîbû, lê qaşo serokkomarê gelê li Turkiyê ye, tenezûl nake ku biçe û erdheczadeyan ziyaret bike. Li gel wê her çi hîkmet e ku Erdoganê li pey şovê, di nava neh deh saetan de zar zor gihîşt cihê erdhejê herî zêde bandor lêkirî.
Ji ber ku serokkomar, serokwezîr, wezîr û rayedarên dewletê bê navber bi axaftinên jê tenê tolehildan û xwîn dibarin, nijadperest û çapemeniya alîgir sor kirin. Wan derdorên qaşo medya sosyal (di rastiyê de asosyal) rasterast di vê roja me ya bi êş û keder de heqaret li gelê me kir. Hem jî hin spîkerên wan ên di medyaya dîtnêr de ev kirin. Her kes vê baş dizane ku tewanbarên bingehîn ne ev kesên maşe û gasik in, tewanbar; ew zihniyeta nijatperest a ku AKP‘eya di bin serkêşiya Erdogan de afirandiye, ye. Li gel wê ew qaşo rewşenbîrên dahola demokratbûna vê partiyê lêdixin jî şirîgê vê tewana nemiroviyê ne. Ew kes; heftê û çarsalî jî bin, ji Stokholmê jî hatibin, vê rastiyê naguherîne.
Wê zihniyeta nijadperest a bêbext ne tenê komên tûleyan ji bo lînckirin û heqaret li kurdan kirinê, xistiye kuçeyan, hemû rêyên demokratîk yê li pêşiya kurdan jî yekber girtiye. Wekî mînak; dema siyasetmedarekê tirk ê faşîst di êrîşa li Sakaryayê de gotibû: “Divê mirov ji bo her leşkerekî hatî kuştin, deh kurdan bikuje!” dadgehên wan ev wekî azadiya ramanê dîtibû û tu ceza nedabû wî faşîstî. Lê ji ber ku Hatîp Dicle gotibû: “Ku operasyonên leşkerî neyên rawestandin û ew werin kuştin (gerîla), mafê wan ê bersivdayînê jî derdikeve!” Li ser vê gotina wî, hem ew kirin zindanê û hem jî mafên wî yê parlementeriyê ji wî hate standin. Rastî ew qas zelal û vekiriye.
Rêya demokrasiyê ne tenê di mijara kurdan de hatiye xitimandin, rêya li ber wê di hemû waran de hatiye birîn. Nuray Mert li ser vê mijarê di gotara xwe ya bi navê “Mijara Zihniyeta Demokratik” de bi awayekî mafdar wiha dinivîse:
“...Ev demeke dirêj e ku di şirovekirina wateya ‘demokrasî’ an jî ‘demokratbûnê’ de cuda fikirîn jî nayê pejirandin. Hemû kes û derdorên ne wekî alîgir û piştewanên serkariya heyî û polîtîkaya wan difikirin, bi eger û boneyên cuda ji vê nîqaşê tên dûrxistin. Li gel wê bi reşkirinên alîgiriya kotekê û cuntakaran tên tewanbarkirin!..”
Can Atakli yê ez hîç jê hez nakim jî, hin rastî dîtine û wiha dinivîse: “...Heta kesayetiyên hîna duhî digotin; bila Apo serbest were berdan, rêveberiyeke xweseriya wan hebe, li gel wan perwerdeya zimanê kurdî jî dixwestin û bi evîne demokrasiyê Tirkiye li erdê diperçiqandin, bi carê ve bûn tolegir!...”
Vê erdheja Wanê ne tenê rastiya serkariya AKP’ê û zihniyeta wan a sentêza tirk-islam li ber çavan raxistiye, rastiya ku “Gava mirov bi xwe serê xwe nexwirîne, tu kes dilê mirovan rihet nake!” jî derxist pêş. Dîsa bi wê ve girêdayî; hestên netewî û li hev xwedî derketinê jî hê xurttir kir. Li gel wê wekî şimaqekî li rûçikê kesên di bin hêşî û siya AKP’ê de li hêviyê digerin û li pêş yekîtiya kurdan bûne wekî kelem jî xist.
Gelê me êdî ev rastî bêkêmasî dîtiye. Gelo wê kesên bi navê rewşenbîrî ji bo rantê di ekranên tv’yên alîgirê vê zihniyet û hişmendiya serkariya faşîzma kesk de bi zanistî, ne bizanistî dibin gasikên bangaşiya şerê psikolojîk jî bikanin vê rastiyê bibînin?
***
Nivîsên Fêrgîn Melîk Aykoç ên ku di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Kongreya Nivîskarên Kurd û rapora tirkî
- Xweseriya li Belçikayê
- Hilbijartin û hin rastî
- Bulent Arinc, liberal û nêçîrvanî
- Netkurd malpera kê ye?
- Têgînên ji bo saziyên civakî
- Di afirandina navdêrên nû de rêgezên zanistî
- Hebûn û tunebûna romanê yan egoya hinekan
- Wêjeya tunebûnê
- Şerzano! Ciwanê ber dilan
- Newroz ji bo kê çi bû
- Eksperîmenteke wergerê
- Girîngiya wergerê ji bo kurdî û di wergera kurdî de hin xetere
- Ceylanê Xifşê stêrika teyîsî
- Ma em kurd kurdî dixwazin?
- Rewşenbîrî û çend têbinî
- Jînborî /jîrok (novelle) û çîrok
- Abant û Hewlêr
- Strana “Mişko” ê kî ye, kirin malê kê?
- Çend peyv li ser redektekirina di çapemeniyê de
- Li Frankfûrtê notên li ser weşanxaneyên kurdan


