logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin
  2. Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin
  3. Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin
  4. Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne
  5. Ji 1930 heta niha yên kûpa birine mala xwe
news-details

Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medyaya Kurdî naşopînin?

  • Dîrok: 06/06/2026
  • Beş: Serbest

 

___Lezgîn Akdenîz / AW___

Di serdema platformên dîjîtal û medyaya nû de, zimanê kurdî ji bo civakê wekî “xeta herî dawî ya parastina nasname û çandê” tê pênasekirin. Lê belê, di navbera retorîka polîtîk û pratîka dîjîtal a rojane de nakokiyeke kûr heye. Di nav siyaset û rewşenbîriya kurdî de ziman ji bo wan pîroz e, lê di pratîka ji bo ziman û şopandina hesabên medyaya kurdî de sêwî ye. Gelek parlamenter, siyasetmedar, rewşenbîr, hunermend, rojnamegerên kurd hesabên medyaya dîjîtal ên ajans, rojname û televîzyonên kurdî naşopînin.

Aktorên polîtîk, hunermend û rewşenbîriya Kurdî, di rojên taybet de ekranên telefonan bi peyamên gur û geş ên li ser pîrozbahiya zimanê dayikê dadigirin, lê gava dor tê ser xwedîderketin, şopandin û parvekirina saziyên xwerû bi Kurdî, ev piştgirî bi awayekî trajîk winda dibe an jî xwe beloqî dike.

Ev rewş wekî nexweşiya “Otokolonîzasyonê” tê binavkirin ku tê de saziyên Kurdî di qada dîjîtal de tên îzolekirin û ziman ji amûrekî zindî yê jiyanê vediguhere amûreke konjonkturel a populîzmê.

Di cîhana dîjîtal a îro de, pîvana herî mezin bal kişandin û gihîştina ji bo girseyan e. Bikarhênerên populer, li ser platformên dîjîtal gelek caran wekî fîgurên bazarê tevdigerin. Ji ber ku qada perwerdehiya fermî bi Kurdî nîn e û piraniya civakê lîteratûra siyasî, civakî û teorîk bi zimanê serdest şopandiye, parvekirina naverokên bi zimanê serdest her tim ecibandin û parvekirinên zêdetir tîne.

Nêzakatiyên sembolîk
Parvekirina bi peyamekê li ser pîroziya ziman mîna di 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de di nava girseyê de prestîja neteweyî dide wî fîgurî. Lê gava dor tê ser şopandina ajans û rojnameyên xwerû bi Kurdî yên mîna Ajansa Welat, Azadiya Welat, Diyarname, televîzyonên xwerû bi Kurdî, kovarên wêjeyî û malperên çandî, algorîtmaya medyaya dîjîtal înteraksiyonê kêm dike. Ji ber ku girseya Kurdî di qada dîjîtal de hîn nehatiye rêxistinkirin. Di vir de elîta Kurd di navbera berjewendiya zimanî û berjewendiya algorîtmik de, ya duyemîn hildibijêre. Kurdî tenê wekî vitrînek ji bo wijdana herêmî dimîne. Ziman di daxuyaniyan de pîroz e, lê di pratîka şopandinê de sêwî ye.

Siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd çima hesabên çapemeniya Kurdî naşopînin?
Gelek siyasetmedar, parlamenter, rojnameger, hunermend, rewşenbîr, akademîsyen û hwd. çima hesabên sazî û dezgehên ragihandinê yên ku xizmet û ragihandina Kurdî dikin, nabînin û naşopînin? Şopandina wan tenê di gotinan de dimîne, lê belê ev yek jî heye; hesabên gelek ajans, malper û rojnameyan tên astengkirin û qedexekirin, lê ev nayê wê maneyê ku hesabên medyaya Kurdî neyê şopandin û belavkirin. Ev kesên navborî ji xeynî şopandinê, ji salê carek nivîsek, nûçeyek, gotarek bi Kurdî jî parve nakin. Cihê meraqê ye gelo ka ev kesên navborî wê çend kes vê nûçeyê bixwînin û xwe têde bibînin?

Bandora temaşevan
Ev krîza dîjîtal di sosyolojiya modern de bi têgeha “Bandora temaşevan” tê şîrovekirin. Gava ku berpirsiyariyek li ser milê her kesî be, di encamê de tu kes wê berpirsiyariyê nagire ser xwe; ji ber ku her kes difikire ku “kesekî, kesên din jixwe vî karî dike.” Tu kes nabêje “Ez ê ji bo ziman çi bikim?”

Asîmîlasyona dîjîtal
Siyaseta heyî her çend ji bo ziman daxwaza “statuyê” bike jî, ji bo qada ku îro heyî û bi keda mezin hatiye avakirin, bingehekî jiyanî û aborî ava nake. Saziyên ku bi keda xwe ya xwerû bi Kurdî nûçeyan çêdikin, diafirînin di warê dîjîtal de tenê dimînin û bêdeng tên hiştin.

Ev nakokiya di navbera gotin û kirinê de, di nava civakê de hesteke kûr a bêbaweriyê ava dike. Şopîner dema dibînin ku rêvebirên wan ên polîtîk, aktîvîst, nivîskar, rojnameger an hunermendên wan peyamên pîrozkirina ziman didin, lê di pratîka xwe ya dîjîtal a rojane de saziyên Kurdî tune dihesibînin û naverokên wan parve nakin, ew bixwe jî girîngiyê nadin xwendin û belavkirina nûçeyên Kurdî. Ev jî çerxeke xedar a asîmîlasyona dîjîtal ava dike.

Guhertina radîkal a adetên dîjîtal
Çareserî her çend hêsan be jî, hewceyî bi biryareke samimî û polîtîkayeke radîkal heye. Ji bo ku ev ji holê rabe, divê helwesteke nû ya polîtîk û çandî pêş bikeve. Divê were fêmkirin, parastina ziman tenê bi nivîsandina daxuyaniyên di rojên pîrozbahiyan de nabe. Parastina zimanê Kurdî yê rasteqîn avakirina ekosîstemeke dîjîtal a bihêz e. Heta ku bikarhênerên medya dîjîtal ên Kurd vê rastiyê nebînin, her peyamên tê dayîn dê wekî populîzmeke konjonkturel bimîne.
 

Parve Bike

Youtube Me
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 06 06 2026

Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medyaya Kurdî naşopînin?

news
  • 02 06 2026

QEREÇÎ; Aşiq-Roman-Çingene

news
  • 01 06 2026

Muzîk, Hişê Çêkirî û Kurdî: Li ser van mijaran çend gale gal

news
  • 30 05 2026

Çûyîna Bavo ya Hecê!

news
  • 25 05 2026

Di 'Dirindeyên Hesinî' de helbest, hêma, sembol û tiştên din

news
  • 24 05 2026

The Mist (Mija Kujer), rastî û windabûna hişmendiyê (Bi nêrîneke derûnkolînerî li ser rewşa kurdan)

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Fermo 'Şaneşîn'a nû!

ad

Rocê Kongrey Amed Sporî eşkera bî

ad

Platforma Zimanê Kurdî li ser hilbijartinê û berendaman gotina xwe got

ad

Di Festîvala Fîlman a Stenbolê de fîlmên kurdan derdikevin pêş

ad

Yaşar Kaya wefat kir

ad

Nivîskar Roza Metîna û Mehmet Sait Arzu jî hatin binçavkirin (Nû: Hatin berdan)

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin

  • 04 06 2026
news

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

  • 04 06 2026
news

Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne

  • 05 06 2026
news

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

  • 04 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname