Enqere
Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, têkildarî "Pakêta demokratîkbûnê" ya AKP'ê diyar kir ku ev ne pakêta demokratîkbûnê ye, ev pakêta hilbijartinê ye. Kişanak, da zanîn ku ev paket bersîvê nade demokratîkbûna Tirkiyeyê û wiha got: "Ev pakêt nabe bersîva daxwazên gel, dê bibe bersîva daxwazên AKP'ê."
Piştî Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan pakêta demokratîkbûnê aşkere kir, têkildarî naveroka pakêtê Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gulten Kişanak, nirxandin kir. Kişanak, anî ziman ku hemû Tirkiyeyê dît ku ne bi qasî ku dihat payîn bû û wiha got: "Em wekî partiya ked û aştiyê ji bo pêşketina demokratîkbûn û azadiya mafan me gelek ked daye. Kurd dixwazin pirsgirêka kurd çareser bibin û elewî dixwazin pirsgirêka baweriyê bê çareserkirin. Hemû kesên ku wêder bûne dixwazin wekî welatiyên Tirkiyeyê bên dîtin û mafên wan ên bingehîn bên qebûlkirin. Bi salan in li benda qebûlkirina mafên xwe ne. Lê ev pakêta ku pir mezin dihat xuyakirin naverok û hundirê wê pûç û vala derket. Ev pakêt bersîvê nade demokratîkbûna Tirkiyeyê. Ev pakêt ji bo berjewendiyên AKP'ê û pêdiviyên AKP'ê hatiye amadekirin. "
Kişanak, da zanîn ku ji bo mafên hatine destekerkirin dîsa paşve bide tu guhertin tune û wiha berdewam kir: "Ev pakêt tu bendewariyên civakê napersivîne. Nabe bersîva daxwazên gel û civakê. Heta niha me her tim got hundirê vê pakêtê vala ye. Me gotibû dê her kes şaş bibe. Di rastiya xwe de jî wisa derket. Me xwest hemû astengiyên li pêş azadiya ramanê, azadiya rêxistinbûnê û azadiya bawerî û nasnameyan bên rakirin. Lê ev guhertin pêk nehat. Xuya dibe ku azadiya parastinê û çapemeniyê li Tirkiyeyê tune. Hêj li Tirkiyeyê medya û çapemenî li Tirkiyeyê ne azad e. Ev pakêt ne li gorî pêdivên gel, li gorî pêdiviyên AKP'ê hatiye amadekirin.
Kişanak, destnîşan kir ku AKP li ser pişta kesên dibêjin "Ne bes e, lê erê" xwe xwedî dike û wiha got: "AKP weki ku pirsgirêkê çareser dike xwe nîşan dide. Lê di rastiyê de pirsgirêkan çareser nake. Her tim cemaweriyê dixapîne û rastiyê vedişêre. Êdî tu rewatiya vê siyaseta xapandinê nemaye."
'NÊZÎKATIYA HILBIJARTINÊ PIR WAHÎM E'
Kişanak, nêzîkatiya hikûmetê ya hilbijartinê jî rexne kir û wiha berdewam kir: "Serokwezîr Erdogan wekî ku me bêhiş dibîne. Wekî gelê kurd bê aqil dibîne. 3 xalan pêşniyarî me dike. Di xalan de guhertin nake û wekî ku guhertin kiribe nîşan dide. Em dixwazin di pergala hilbijartinê de edalet pêk bê. Tu eleqeya van partî û pêşniyarên wan bi demokrasiyê tune."
Kişanak, helwesta Hikûmetê ya li hemberî zimanê zikmakî jî rexne kir û wiha got: "Em dibînin ku hêj polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê berdewam dike. Divê berî her tiştî mikur bên ku zimanê zikmakî hatiye înkarkirin. Divê qebûl blikin ku zimanê zikmakî tê înkarkirin û daxwazên perwerdehiyê tê astengkirin. Hêj dibêjin dersên hilbijarte. Nabêjin perwerdehiya zimanê zikmakî. Hêj behsa dibistanên taybet dikin. Zimanê kurdî jî wekî zimanê biyanî dibînin. Hêj hişmendî nehatiye guhertin.
Kişanak da zanîn ku zimanê kurdi heye û alfebeya vî zimanî heye û xwest alfebeya kurdî bê qebûl kirin.
'LI HEMBER DEMOKRASIYA ASTENGIYA HERÎ MEZIN EV ZÎHNIYET E'
Kişanak ji bo sererastkirinên ji bo çalakiyan hatine kirin wiha axivî. "Sererastkirinên ji bo propagandaya hilbijartinê, mafên herî xwezayî ne lê wekî minetekî tên dayîn. Wekî ku mirov kurs û dersa çawa tê dayîn ji AKP'ê bigire, wekî karekî hostane ye. Sererastkirineke zelal nîne. Dibêje hûn tenê devkî na, her wiha dikarin bi nivîskî jî bi kar bînin. Dibexşîne. Bila kusurê nenêre. Jixwe em di xebatên xwe yên siyasî de zimanê xwe bi kar tînin. Li hember me zîhniyeke ku êdî nikarin polîtîkaya înkar û asîmîlasyonê bimeşîne û careke din van polîtîkayan zindî bike heye. Jixwe li hember demokrasiya astengiya herî mezin ev zîhniyet e. Ger ev zîhniyet biguhere, dê çareserkirina pirsgirêkan zehmet nebe."
'DI ENCAMA TÊKOŞÎNÊ DE MAF HATIN BI DESTXISTIN'
Kişanak da zanîn ku rakirina 'Sonda me' û pergala Hevseroktiyê biryarên erênî ne lê dereng maye û wiha got: "Me got dibe ku sêrbaziyek bê kirin û kivroşk derkeve. Wê demê meyê spasiyên xwe pêşkeşî serokwezîr bikira. Em dîsa jî spas dikin. Ji ber vê yekê em spas dikin, ev paket, pakete ku ji gelên Tirkiyeyê re bê bexşandin nîne. Di encama têkoşînê de maf hatin bi destxistin. Ji ber ku serokwezîr ji me re da nîşandin ku maf û azadî bi têkoşînê tên bi destxistin, em spasiyên xwe pêşkeş dikin. Bi salane me bi dayîna bedelan ve mafên xwe yên demokratîk bi dest xist. Me israr kir. Di mijara hilbijartina de, ji ber ku Hamît Geylanî 3 deqeyan kurdî axivî ceza girt. Me bedel da. Li holê mafên ku hatine meşrukirin hene."