Diyarname
6'emîn Kombûna Giştî ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li paytexta Belçîka Brûkselê bi tevlîbûna hevserokên KNK’ê, endam û desteya rêveber li dar ket. Piştî civînê deklerasyon hat eşkere kirin.
KNK di encamnameyê de dibêje kurd li her derê dikare biryara statuya xwe bi xwe bide, ji bo li hevkirina nav xweyî jî wisa hat gotin: "Kurd û Kurdistanî li beşên ku statû pêkhatî û li aliyê dî jî di nav xebat û têkoşîna bi giştî ya rizgarî û azadiyê de divê di nav xwe de di dereceya herî bilind de normên demokratîk bi kar bînin û di nav civata xwe de demokrasîya kamil bi cih bikin."
Di encamnameyê de Tirkiye û Îran hatiye rexnekirin û ji bo Rojava jî wisa hatiye gotin: "Bizava neteweyeyî û demokratîk ya Kurdistanê li Rojavaya Kurdistanê gihiştîye qonaxeke nû û bi armanca Rojava û Federasyona Demokratîk ya Bakura Sûriyeyê eniyeke berfireh digel xelkên navçeyê hatiye pêkînan ku ev e dikare bibe nimûneya Sûriyeya nû ya demokratîk jî. Di vî warî de DAIȘ hatiye tengav kirin û navçeyên di bin dagiriya DAIȘ'ê de her diçe têne azad kirin û îdareya wan navçeyan ji bo xelkê deverê tê spartin. Xebat û têkoşîna li Rojavayê Kurdistanê divê bi her awayî bê destek kirin."
KNK xwestiye êzîdî li warê xwe bi organ û mekanîzmayên xweser xwe îdare bikin, ji bo girtina radyo û televîzyonên kurdan jî xwestiye kurd piştevaniya çapemeniya kurdan bikin. KNK di dawiya encamnameya xwe de wisa gotiye: "Dinyaya demokratîk, dem û dezgehên temsîlkar û xêrxwaz yên navneteweyî divê piştevaniya xwe ya digel Kurd û Kurdistanîyan xurttir û berfirehtir bikin û fişara xwe ya li ser dewletên ku mafê Kurdan binpê dikin zêdetir bikin."


