logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  3. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  4. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  5. Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir
news-details

2021: Vane hemû pirtûkên salê

Weşangeriya kurdî salek din jî li dû xwe hişt û me salek din jî îstatîstîkên li ser pirtûkên bi kurdî yên li Bakur amade

  • Dîrok: 01/01/2022
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Cemil OGUZ

Weşangeriya kurdî salek din jî li dû xwe hişt û me salek din jî îstatîstîkên li ser pirtûkên bi kurdî yên li Bakur derketine amade kirin. 

HEJMARA 2021'ê 377 E

Sala 2021'ê jî ji bo weşangeriya kurdî salek dijwar bû, bi taybetî ber bi dawiya salê ve bêîstîkrariya dovîzê bandoreke neyînî lê kir. Lê ligel her tiştî îsal ji hemû salên borî zêdetir pirtûk hatine çapkirin. Bi qasî ku min karî bidim hev di sala 2021'ê de bi temamî 377 pirtûk li Bakur derketine.

WEŞANXANEYA YEKEMÎN

Îsal 26 weşanxaneyan di lîsteyê de cih girtine. Ji nav wan di warê herî zêde pirtûkweşandinê de Weşanên J&J bûye yekemîn. J&J 20 jê pirtûkên zarokan, bi giştî bi 68 pirtûkan rêza yekemînî bi dest xistiye. Dûre Weşanên Avesta bi 59 pirtûkan di rêza duyemîn de cih girtiye. Li gor vê reqemê hema bêje ji sisêyan yekê pirtûkên îsal ji aliyê van her du weşanxaneyan ve hatine çapkirin. Di nav pênc weşanxaneyên pêşî ku zêde pirtûk çap kirine de Peywend bi 33 pirtûkan bûye sêyemîn, Lîs bi 26 pirtûkan bûye 4'emîn û di rêza 5'an de Weşanên Na bi 24 pirtûkan tê.

ROMAN YEKEMÎN E

Di warê cureyê herî zêde hatine çapkirin de îsal "roman" bûye yekemîn. Ev çend sal bûn herî zêde helbest dihatin çapkirin îsal 77 roman hatine çapkirin ku bi vê ev cure di rêza yekemîn de ye. Dûre helbest tê: 72 heb. Her wiha çîrok jî bi 64 heban di rêza sêyemîn de cih girtiye. Di vê em bêjin her pirtûkek zarokan jî me wekî pirtûkek hesiband ku îsal ji bo zarokan jî gelek pirtûk hatine çapkirin.

NIVÎSKARÊN DERKETINE PÊŞ

Di warê nivîskarên zêde derketine pêş de hin nav hene ku divê em li vir bibîr bixin: Kerem Tekoglu 20 pirtûkên zarokan çap kirine. Tekoglu navê "Çîrokên Gule" li setê kiriye û çîrok ji Weşanên J&J derketine. Hîlmî Akyolê ku her sal xebatên xwe yên berhevkariyê pêşkêş dike îsal 12 pirtûkên berhevkariyê, yên li ser zargotina kurdî pêşkêş kirine. Ji van pirtûkan 6 jê pirtûkên Antolojiya Dengbêjên Amedê ne. Xebata Akyol jî ji J&J'yê derketiye.

Kemal Tolan li ser êzdayetî 6 pirtûk (Weşanên Na) amade û weşandine. Dîsa ji nivîskaran Fawaz Husên bi pirtûka xwe û bi wergerên xwe, bi 6 pirtûkan (Weşanên Avesta) ketiye nava kesên vê rêzê.

Ev hemû bi kurmancî ne û di warê kirmanckî (zazakî) de Elî Çîçek (Enstîtuya Kurdî) û Evdî Hesqera (Weşanên Roşa) her yek bi 2 pirtûkan ked daye zazakî.

NÎQAŞA LI SER 'YEKEMÎNÎ'YÊ

Îsal jî li ser ziman, lêkolîn, şano û hwd, gelek cude pirtûk hene ku jixwe li jêr hûn dê bibînin lê tiştek ez ji navê derneketim: Hin pirtûk berê derketibûn lê yekem car li weşanxaneyeke din derketine. Mînak de pirtûkên Yaqob Tilermenî berê ji Weşanên Do derketibû niha ji Lîsê derketin. Dîsa yên Kawa Nemir berê ji Lîs derketibû niha ji Avestayê derketin. Dîsa yê Riza Çoplan (Nado Kurê Xwe Firot) di salên 2000'î de ji Pêriyê derketibû, îsal ji Dozê derketiye. Min nizanî "wekî yekemînî" van bixim lîsteyê yan na, lê dîsa min xistin lîsteyê. Belkî ji bo salek din mirov bikare li ser vê nîqaş bike tiştên wisa ku dibin wekî çapek duyem bikevin nav lîsteyê yan na.

Bi xêr û guneyên xwe va ye lîste:

AR:

1- Kenbihuşt / Eyyup Guven / Helbest

2- Teyro / Eyyup Guven / Helbest

3- Pirseke Serjêkirî / Dewran Evdirehîm /Helbest
4- Antolojiya Denbêjên Botanê / Amadekar Bahadîn Robar

ARAM:

1- Kontê Monte Kristo /Alexandre Dumas / Werger / Şengul Ogur / Roman

2- Kemanjenê Piçûk /  Eleanor H. Porter / Werger Aynur Ili / Roman

3- Oliver Twist / Charles Dickens / Werger Rêdûr Dîjle / Roman

4- Pinokyo / Carlo Collodi / Werger Rêdûr Dîjle / Roman

5- Pollyanna /  Eleanor H. Porter / Rêdûr Dîjle / Roman

6- Robin Hood / Howard Pyle / Werger Sorgul Keskîn / Roman

7- Tom Sawyer/ Mark Twain / Werger Canan Coşkan / Roman

8- Gera li dor dinyayê di heştê rojan de / Jules Vern / Werger Aynur Ili / Roman

9- Ger û Geştên Gullivero / Jonathan Swift / Werger Sorgul Keskîn / Roman

10- Raperîna Demsala Min / Abdûrrahman Yildirim / Helbest

11- Masîreşkê Biçûk / Samed Behrengî / Werger Rojhilat Aydin, Rêdûr Dîjle / Çîrok

12- Hûmîtra / Xecê Şen / Felsefe

13- Ez Gazîn im, Jineke Dengbêj / Ergun Sibel Yucel, Marlene Schafers /Biyografî

14- Mehdiyê Kurd / A. Pirfat / Mîtolojî

ARYEN

1- Tazî / Rojer Sozdar / Roman

2- Kenbaz / Mûsa Şanak / Helbest

3- Li ser bircên dilê min reqsa perperokan / Ferhan Mordenîz / Helbest

4- Telebe / Delîl Payîz / Çîrok

5- Sol / Menaf Osman / Çîrok

AVESTA:

1- Şevên Spî / Dostoyevskî / Roman / Firat Cewerî  

2- Merreyî Û Merdimî / J. Steinbeck / Roman-Zazakî / Sezgîn Firat  

3- Gatsbyê Bêhawe / F. Scott Fitzgerald / Roman / Ciwanmerd Kulek  

4- Jineke Mirî Li Cihangîrê / Jana Seyda / Roman

5- Keça Kapîtan / Pûşkîn / Roman / Hesenê Metê  

6- Silûk / Enwer Karahan / Roman

7- Memê Din / Ilhamî Sîdar / Roman

8- Li Bin Sîwana Xweziya / Bêwar Brahîm / Roman

9- Nameyek Ji Bavê Min Re / Fawaz Husên / Roman

10- Dejê Wertherê Ciwanî / J.W. Goethe / Açerayox Jêhatê Zengelonî / Roman

11- Bêzarên Dinyaligê / Mem Zînistanî / Roman

12- Odeyek Ji Bo Xwe / V. Woplf / Werger Aynur Kaş / Roman

13- Siltanê Kurdistanê / K. Bedirxan-A. Falgairolle / Werger Nasir Naske / Roman

14- Şekirê Di Berîka Bavê Min De / Dîlan Şewqî / Roman

15- Dublinî / James Joyce / Werger Ciwanmerd Kulek / Roman
16- Bajarê Mosîqarê Spî / Bextiyar Elî / Werger Şehab Xalidî /Roman

17- Wisa Tê Bîra Min / Berken Bereh / Helbest

18- Şîn Û Şadî / Sebrî Botanî / Helbest

19- Kitêba Pêxemberê Ciwan / Buşra Kesnezanî / Werger Osman Mihemed  / Helbest

20- Wek Xewnekê Kurt Wek Xemekê Dirêj / Mueyed Teyib / Helbest

21- Sercem Soneyên W. Shakespeare / W. Shakespeare /Werger Kawa Nemir  / Helbest

22- Romeo Û Juliet / W. Shakespeare / Werger Kawa Nemir / Helbest-Klasîk

23- Werîsê Sor/Kizil Urgan / Alan Ward / Werger A. Çelik - E. Opengîn  / Helbest

24- Peyvên Piçuk / Kawa Nemir / Helbest

25- Şînşem / Hamid Omerî / Helbest

26- Nêrgiza Lidefterê Bişkivî / Yehya Omerî / Helbest

27- Baweriyê Bînin… / Furûx Ferûxzad / Hatice Kiliç / Helbest

28- Çîrokên Jinên Dilşikestî / Suzan Samanci / Çîrok

29- Hîkayeyê Hewn Û Hişyarî / Pinar Yildiz / Çîrok-Zazakî

30- Xelek / Şems Qemer / Çîrok

31- Doz / Burhan Tek / Çîrok

32- Eşîra Birûkiyan / Erol Şaybak / Çîrok

33- Serpêhatiyên Înanolo  / Înan Eroğlu / Çîrok

34- Pilingek Li Hewselê / Lokman Ayebe / Çîrok

35- Bazirganê Venedîkê / W. Shakespeare / Werger Kawa Nemir  / Şano

36- Macbeth / W. Shakespeare / Werger Kawa Nemir / Şano

37- Antîgonî / Sofoklîs / Werger Tahirxan Giravî / Klasik

38- Dewleta Cihuya / Thedor Herzl / Werger Fahriye Adsay / Raman 

39- Mirîşka Kulek / Seîd Yûsif / Folklorîk

40- Tefsîra Quranê / Kamiran Alî Bedirxan  / Ol

41- Bazeber / Amadekar Ergîn Opengîn / Lêkolîn

42- Emerxanê Şikak / M. Qadirî / Biyografî

43- Koronatopia / Adem Warnas / Raman

44- Netewerperiya Femînist / Ed. Loisa. West / Werger Fahriye Adsay / Raman

45- Roja Nû Û Ed. Gelêrî Ya Kurdî-2 / Amadekar Necat Keskin / Folklorik

46- Ji El Qaîdê Heta Daîşê / S. Ferhan Sindî / Lêkolîn

47- Avesta-Nivîsên Olî Yên Zerdeştiyan / Amadekar Celîl Dustxah / Ol / Tahir Agur  

48- Li Benda Godot / S. Beckett / Şano / Hêja Netirk  

49- Bo Dîrokê / Mesud Barzanî /Amedekar Arif Zêrevan / Dîrok

50- Her Sê Şekir Û Her Sê Gunehê Mezin / J.C Mourlevat / Werger Fawaz Husên / Kitêban Zarokan

51- Mêrê Bi Guhê Jêkirî / J.C Mourlevat / Werger Fawaz Husên  /  Pirtûka Zarokan

52- Mêrê Ku Kevir Bilind Dikirin / J.C Mourlevat / Werger Fawaz Husên  /  Pirtûka Zarokan

53- Kurd Di Kitêbên Çar Cografînasan De / Xurdadbih, Feqîh, Mesûdî, Îstexrî / Werger Emîn Narozî  / Dîrok / 

54- Berê Gotin Hebû / Firat Cewerî / Ceribandin

55- Mêrê Ku Tiştekî Wî Nebû / Jean-Claude Mourlevat / Werger Fawaz Husên  /  Pirtûka Zarokan

56-Kevneşopa Êzdiyatiyê ya Tekstuel a Dînî: Ji ya Devkî bo ya Nivîskî / Xanna Omerxalî / Werger Fahriye Adsay / Lêkolîn

57- Li Dû Şopa Êzdiyan / M.Bartas-F.Ekman /Werger Emîn Narozî / Lêkolîn

58- Şahnameya Kurdî / Shahab Vali / Lêkolîn

59- Zarokên Minarê / Ş. Pêşeng / Bîranîn

AZAD:

1- Şev Tazî Bû Di Awirên Te De/ Mahsûm Dîma/ Çîrok

2- Hin Çîrokên Gelêrî Ji Kurdistanê / Berhevkar Nebî Yawûz / Folklor

3- Cenga Mişk û Pisîkan / Berhevkar Hûtî Aslan / Folklor

BELKÎ:

1- Kavirên Anarşîst / Rênas Jiyan / Roman

2- Dayik / Yaşar Eroglu / Roman.      

3- Berfa Êvarê / Şêxmûs Sefer / Helbest

4- Fermana Firindeyan / Remûzat / Helbest

5- Rexne û Rexnegirî / Çorê Arda / Teorî

DARA:

1- Şikestî / Receb Dildar / Roman

2- Ristemê Zal / Edîp Polat / Roman

3- Mîrzeyê Kurd Mihemed / Charles Wells /Werger Pêşeng Pêtoyan / Roman

4- Pûnga Li Bajêr / Selim Temo / Helbest

5- Hêvî Esta / Umer Farûq Ersoz / Helbest

6- Rewdîn Neîm / Şêx Ebdurrehmanê Aqtebî / Helbest - klasîkên kurdî

7- Leyla û Mecnun / Şêx Mihemed Can / Helbest- Klasikên Kurdi 

8- Kût / Reşad Kemal / Çîrok

9- Hebû Tune Bû- Antolojîya Çîrokên Zarokan / Zinarê Xamo / Çîrok

10- Rojnamegerî û Kovargerîya Kurd (1898 -1932) / Seid Veroj / Lêkolîn

11- Cizîrînasî / M. Zahir Ertekin / Lêkolîn-portre

12- Stêrkên Edebîyata Kurdî / Necat Zivingî / Lêkolîn

13- Ji Destpêka Dîrokê Ve Civaka Xwezayî / Sebahattin Sumeli / Lêkolîn

14- El Kava‘idu’l Lugati’l Kurdiyye - Mukaddime / Yûsuf Ziyâ Paşa / Ziman

15- Xwendin û Têgihiştin - 35 Unîte / Sidiq Gorican / Ziman

16- Qandê Qeçekan Kitabê Destpêkî / Murat Başaran / Ziman

17- Rêzimanî Kurdî - ڕێزمانی کوردی / Dr. Nerîman Ebdulla Xoşnaw / Ziman

DENG:

1- Ey Dêrsim Bikene / Munzer Çem / Roman

2- Kêra Ko / Mazhar Kara / Roman

3- Sê Sînor / Newroz Bawer / Roman

4- Hemê û Zeynê / Berhevkar Diyar Bûdak / Destan

5- Lîstikên gelêrî li Kurdistanê / Hasan Taşkale / Folklok-lêkolîn

6- Gulî Xatun / Berhevkar M. Emîn Bozarslan / Folklor

7- Ferheng (ji S heta Z) / Mehmet Emîn Bozarslan / Ferheng

DOZ:

1- Me Kilîta Çiyê Wendakir / M. Selîm Çurukkaya / Roman

2- Nado Kurê Xwe Firot / Riza Çolpan / Roman 

3- Selika Çîrokan / Muzeyen Epozdemir Sagniç, Bedirxan Epozdemir / Çîrokên Zarokan

4- Lepên Tarî / Mehmet Ozalp / Bîranîn                    

5- Darê Şikestî   Necdet Gundem / Bîranîn

6- Roman, Rexne Analîz-Nirxandin / Lokman POLAT / Nirxandin

7- Qêrîna Barzan / Bubê Eser / Hevpeyvîn                              

8- Heleqetîyêt Pizmamtiyê / Emînê Evdal / Lêkolîn                      

9- Morî û Mircan /  A.Latif Epozdemîr / Ceribandin           

10-  Dilê min herdem ji bo mirovan dikute / Kinyazê İbrahimê Mirzoyev / Biyografî   

ENSTÎTUYA KURDÎ YA STENBOLÊ:

1- Momo / Michael Ende / Werger Nîzam Algunerhan / Roman

2- Cindî / Berhevkar Elî Çîçek / Folklor-Çîrok

3- Gulîsinêm / Berhevkar Elî Çîçek / Folklor - Çîrok

4- Elîkok / Berhevkar Hertûs Berwarî / Folklor - Çîrok


HÎVDA:

- Kurd Miletê Jixwemezintir / Arif Zêrevan / Dîrok

- Dort Dortluk / Muhammed Geylani / Helbest (Bi kurdî û tirkî) 

ÎMGENÎN ÇOCUKLARI:

1- Bilbilê Ber Perê Rojê Evdalê Zeynikê / Kemal Orgun / Şanonam-Muzîkal

J&J:

1- Havîn / Ahmet Anaç / Roman

2- Ûsivê kuyucakî / Sabahattin Ali (Wergêr: Mem Farqînî) / Roman

3- Keştiya penaberan / Arşevê Oskan / Roman

4- Dîno / Sevda Kaplan / Roman

5- Xwedawendek rûkenarîn / Ahmet Başboga / Roman

6- Birîna qerejdaxê / Hayrettin Ekinci / Roman

7- Bêrîgeh / Hecî Nehsan / Helbest

8- Bergîdana xewnê / Hecî Nehsan / Helbest

9- Aram / Müslüm Aslan / Helbest

10- Destana ferhad koçer / Reşit Yılmaz / Helbest

11- Qesîdeya hêviyan / Mehmet Çelik / Helbest

12- Şeva dirêj / Mihemedê  Seyid Husên / Helbest

13- Halana qamişlo / Mihemedê  Seyid Husên / Helbest

14- Navîşkên evînê / Ezîz Xemcivîn / Helbest

15- Stranên jînê / Ezîz Xemcivîn / Helbest

16- Pêlên ahîna matmayî / Ezîz Xemcivîn / Helbest

17- Tenteneyên azadiyê / Ezîz Xemcivîn / Helbest

18- Helara evînê / Şilan Doski / Helbest

19- Arînna / Hikmet Dayangaç / Helbest

20- Dilê birîndar / Mehmet Şeref Kazmacı / Helbest

21- Arînistan / Ahmet Başboğa / Helbest

22- Kezîreşkê / Ahmet Başboğa / Helbest

23- Li benda te me / Ahmet Başboğa / Helbest

24- Xeleka evînê / Ömer Özmen / Helbest

25- Perîza / Miraz Roni / Helbest

26- Kurdistan helbesta min e / Mihemedê  Seyid Husên / Helbest

27- Kê destane sorkirine / Mihemedê  Seyid Husên / Helbest

28- Fêrmiskên şevê / Qehreman Welat / Helbest

29- Şîrava elindê / Ezîz Xemcivîn / Helbest

30- Soza min bû / Metin Çiyayi / Çîrok

31- Xwediyê nêrgizan / Selim Suna / Çîrok | Pêkenok

32- Dinyaya Piyayê | Dinyaya Piyayî - 1 / Aysun Çakir (Kurmancî – Zazakî) / Çîrok | Estoniki

33- Gotinên pêşiyan / Şevket Terkin / Ferheng

34- Dengbêj û çîrokbêjên amedê - 27 / Hilmi Akyol / Zargotin

35- Ez ehmed pamûqçî me - 2 / Hilmi Akyol / Zargotin

36- Antolojiya çîrokbêj û destanbêjan - 4 / Hilmi Akyol / Zargotin

37- Dengbêj û çîrokbêjên xerzan - 3 / Hilmi Akyol / Zargotin

38- Hinek rastiyên me / Hilmi Akyol / Zargotin

39- 12 qewimîn û 12 stran - 1 / Hilmi Akyol / Zargotin

40- Antolojiya dengbêjên amedê -1 / Hilmi Akyol / Zargotin

41- Antolojiya dengbêjên amedê -2 / Hilmi Akyol / Zargotin

42- Antolojiya dengbêjên amedê -3 / Hilmi Akyol / Zargotin

43- Antolojiya dengbêjên amedê -4 / Hilmi Akyol / Zargotin

44- Antolojiya dengbêjên amedê -5 / Hilmi Akyol / Zargotin

45- Antolojiya dengbêjên amedê -6 / Hilmi Akyol / Zargotin

46- Jiyana Min - I  Komedî û Trajedî / Mehmet Durak Karak / Serpêhatî | Jînenîgarî

47- Sedem û Curreyên Guherîna Zimên / Resul Geyik / Lêkolîn

48- Çîrokên Gulê (20 Pirtûk) / Kerem Tekoglu (Kurmancî – Zazakî) / Çîrok | Estanikî

1.Gulê Diçe Gund

2.Gulê û Betlane

3.Gulê û Wêne

4.Gulê û Hechecik

5.Gulê Dikeve Kortika Avê

6.Gulê û Parvekiriin

7.Gulê û Kîvroşk

8.Gulê û Alîkarî

9.Gulê û Kevok û Morî

10.Gulê û Kuçik

11.Gulê Aşî Dibe

12.Gulê û Çivîk

13.Gulê Navê Rojan Hîn Dibe

14.Gulê Ji Xwezayê Hez Dike

15.Gulê û Beq û Av

16.Gulê Diçe Rjbûna Hevalê Xwe

17.Gulê Saet Çend e?

18.Gulê Xwarinê Çêdike

19.Gulê û Dara Sêvê

20.Gulê û Moza Keybanû 

68- Roja Nû | Rojnameya Hefteyî ya Bi Kurdî |1943-1946|  (Hemû Hejmar 1-73) / J&J PELGÎDANK / Pelgîdank | Arşîv

LÎS:

1- Şeşaqil / Cîhan Roj / Roman

2- 4kotra 4çela / Omer Dilsoz / Roman

3- Şerm / Sîdar Jîr / Roman

4- Qerebafon / Yaqob Tilermenî / Roman

5- Bavfileh / Yaqob Tilermenî / Roman

6- Di Tarîyê De / Bawer Rûken / Roman

7- Bihuşta Xezalan / Eyşana Beravî / Roman

8- Warê Firaran / A. Bedir / Roman

9- Momê / Îhsan Colemêrgî / Roman

10- Orok / H. Kovan Baqî / Roman

11- Wê Rojê / Îsmaîl Dîndar / Roman

12- Bingeh / Ezîzê Gerdenzerî / Roman

13- Pêlavên Dirîyayî / Ezîzê Gerdenzerî / Roman

14- Ez Li Xwe Mikur Têm / Ronî Stêrk / Helbest

15- Ristên Baranê / Rojar Wenda / Helbest

16- Efsûna / Aytenxan / Helbest

17- Tûtina Bavê Min / Hamit Baydu / Çîrok

18- Hub Û Xebat / Nûrî Hîzanî / Amadekar Îbrahîm Bulak / Helbest

19- Lehengê Mîtolojîyê / Samî Hêzil / Wêje-rexne

20- Guman-1 / Îbrahîm Seydo Aydogan / Ziman

21- Min Çi Dîtin / Ehmed Xwace / Kurmancîkirin: Ziya Avci / Dîrok

22- Siltanê Kurd Selahadîn Eyûbî / Îhsan Colemêrgî / Dîrok

23- Ruhê Xwebûnê / Dilawer Zeraq / Wêje-rexne

24- Xelîlê Çaçan Xizmeta Malbatekê A 100 Salan / Têmûrê Xelîl / Portre

25-- Edebîyata Devkî Û Şer / Şerefxan Cizîrî / Wêje-rexne

26- Şîna Şengalê / Îhsan Colemêrgî / Lêkolîn

LORYA:

1- Kirasşo / Huseyîn Dildar / Çîrok

2- Şahê Naqşebend  (bi tîpên erebî) / Farûq Şemrexî /Lêkolîn  

3- Turkçe Açiklamali Kurtçe Dilbilgisi - Rêzimana Kurdî Bi Şîrovekirina Tirkî/ Murat Ciwan / Rêziman

4- Eqîdeya Îmanê / Ramazan Temelkuran / Ol 

5- Eqîda İmanê / S. Abdulkadir Erzen / Ol

6- Telqîn / Ramazan Temelkuran / Ol

7- Mewlûda Nebî Heta Dawîya Jiyana Wî / Ramazan Temelkuran / Ol

MORÎ:

1- MÎRO - Fêrî Demsalan dibe / Mem BAWER / Çîrok

2- MÎRO - Fêrî Hejmaran dibe / Mem BAWER / Çîrok 

3- MÎRO - Diçe Newrozê / Mem BAWER / Çîrok

4- MÎRO - Dibe Astronot / Mem BAWER / Çîrok 

5- MÎRO - Diçe Dibistanê / Mem BAWER / Çîrok

6- ŞÊR û ROVÎ / Rûken ÇALIŞTIRAN / Çîroka Gelêrî

7- BEHSÊ BESA / Onder KILIN / Çîroka Gelêrî

8- TOZBEGÊ LAWÊ ŞEQŞEQ PAŞA / Doç. Dr. Kenan BOZKURT / Çîroka Gelêrî

9- HEMOLEK / Doç. Dr. Kenan BOZKURT / Çîroka Gelêrî

10- TÛTÎ- Seta Bîrkarîyê-1 / Komîsyon / Perwerde

11- TÛTÎ- Seta Bîrkarîyê-2 / Komîsyon / Perwerde

12- TÛTÎ- Seta Bîrkarîyê-3 / Komîsyon / Perwerde 

NA:

1- Karmamiz / Elî Hesenyanî (Hawar) / Ji soranî: Muhsîn Ozdemîr / Roman

2- Li çiyayê helgurdê şerê ronahî û tariyê / Sertaç Karêzî / Roman

3- Xeleka xeyalên bê ezman / Gula Almastê / Roman

4- Palmyra’ya bedew / Lokman Polat / Roman

5- Sûr ûToledo  / Zerdeşt Cemal / Werger Gula Almastê / Helbest

6- Sedsalek bi îskeîsk / Mahsum Dîma / Helbest

7- 20 jin 20 çîrok (Antolojiya Êşên Jinan) / Yasemîn Elban / Çîrok-Antolojî

8- Rindo / Macîde Polat Çamlibel  / Zarok-Çîrok

9- Rojbûna azad / Macîde Polat Çamlibel / Zarok-Çîrok

10- Hirç û mişk / Macîde Polat Çamlibel / Zarok-Çîrok

11- Semaya dînî di êzîdîyatîyê da / Pîr Xelat Elîyas Cafo, Zuhêr Ereb Silo / Êzdiyatî

12- Sê stranên kurdî / Rohat Cebe / Nota-Muzîk

13- Avesta / Beyhani Şahin / Avestalojî

14- Ferhenga felsefeyê / Ali Gurdilî / Ferheng-Felsefe

15- Di kilamên şakiro de îdealîzasyona jinê / Kamuran Demir / Dengbêjî

16- Jiyan û berhemên min / Dengbêj Şakirê Kopê / Dengbêjî

17- Şîzo / Peyam Îhsan / Şanoname

18- Gotinên Pêşiyan / Abdurrahman  Aydogdu / Gotinên Pêşiyan

19- Nasandîna Kevneşopên Êzdîyatê -I- / Kemal Tolan / Êzdiyatî

20- Nasandîna Kevneşopên Êzdîyatê -II- / Kemal Tolan / Êzdiyatî

21- Hevpeyvîn - Nirxandin û Bîranînên Hînek Êzdîyan / Kemal Tolan / Ezdiyatî

22- Dîroka Êzdîyan a dî Dokumentan Û Zargotînê De / Kemal Tolan / Êzdiyatî

23- Çîroken Ku Şahidiya Kevnariya Mîtologîya Êzdahîtiyê Dîkîn / Kemal Tolan / Êzdiyatî

24- Danesîna dîroka welatê xaltan û zoro axayê êzdiyên xaltî / Kemal Tolan / Dîrok

NÛBIHAR:

1- Berxwedan / Mezher Bozan / Roman

2- Sala Şewatê / Xurşîd Mîrzengî / Roman

3- Berxwedana Qehremanan Serdar Êwaz Xanê Celalî / Haşim Ferhadî / Werger Cimoyê Merûf / Roman

4- Meşa Bêdawî, Mistefa Barzanî / Mihemed Seîd Temel  / Roman

5- Stêrka Evînê / Kevok Mizgîn / Helbest

6- Eşqname 100 Xezalên Mewlana yên Bijarte  / Mewlana / Amadekar Hayrullah Acar / Helbest

7- Feqiyê Teyran Metnê Kurdî & Tirkî / Feqiyê Teyran / Amadekar Ali Karadeniz  / Helbest

8- Dîwana Namî - Fehmî Begê Pêçarî / Fehmî Begê Pêçarî / Amadekar Yunus Demir  / Helbest/ Lêkolîn

9- Kenê Reş / Diya Ciwan / Çîrok

10- Qenewîç / Rojbîn Ozkan / Çîrok

11- Demsala Nan / Elî Eşref Dervîşiyan / Zulkuf Ergun / Çîrok

12- Abşûran / Elî Eşref Dervîşiyan / Werger Cafer Acar / Çîrok

13- Adat û Rusûmetname'ê Tewayifê Ekradiye / Mela Mehmûdê Bazidî / Amadekar: Murad Celalî / Lêkolîn

14- Dengbêj Huseyno (Antolojiya Dengbêjan 3) / Omer Guneş - Îbrahîm Şahîn / Lêkolîn

15- Folklora Qerejdaxê / Mehmet Guzeler / Folklor/Berhevkarî

16- Cilûbergên Gelêrî yên Jinên Kurd / Nevin Reşan Gungor / Folklor/Berhevkarî

17- Pira Çandê / Mehmet Feti Ceylan / Folklor/ Berhevkarî

18- Rêya Xelasiyê - Kurtuluş Yolu / Şêx Selaheddîn / Bawerî

19- Hikumeta Kurdistanê (Kanûna Pêşîn 1946-Kanûna Paşîn 1946) Kurd di nav Leyzên Sovyetê de / Newşîrwan Mistefa Emîn / Ziya Avci / Lêkolîn

20- Hîkayetêd Kurmancî / Mela Mehmûdê Bazidî / Amadekar Hêrîş Kemal Rêkanî  / Lêkolîn

21- Ez kurdî hîn dibim - Pratik Kurtçe Dersleri 2 / Dr. Abdullah İncekan / Rêziman

PAYÎZ:

1- Dengê Zê / Mehmet Akdogan / Roman

2- Sînorên Bêderî / Necat Baysal / Roman

3- Siya Dirêj / Kadîr Çelîk / Helbest

4- Çevê Mishefê / Şenol Balî / Helbest

5- Reqsa Perperîkan / Herdem Merwanî / Helbest

6- Hestên Xalî / Muqades Agirî / Helbest

7- Diyariyên Şevê / Îlhan Dayan / Helbest

8- Newala Xeyalan / Sultan Yaray / Helbest

9- Mêşo / Çorê Arda / Çîrok

10- Serhildana Şêx Seîd /  Kerem Serhedî / Lêkolîn

11- Folklora Kurdan / Jêhat Rojhilat /  Folklor

12- Gulçîçeka Dilan (Çîrokên Herêma Xerzanê) / Abdurrakîp Yuksekbag / Folklor

13- Dîroka Canbegan / Şoreş Reşî / Lêkolîn

PEYWEND:

1- Çima? / Egîtê Çerkez/ Roman

2- Asingerê Kor / Kovan Sindî / Roman

3- Paradîs / Lokman Polat / Roman

4- Mêrê ku li Teriya Xwe Digere / Helîm Yusiv / Çîrok

5- Fatîheya ‘Işqê / M. Zahir ERTEKÎN / Ceribandin

6- Karibarên Gelê Kurd / M.Xalid Sadînî / Folklor

7- Mewlûda Nebî / Mevlid-i Şerif / M.Xalid Sadînî/ Kilasîkên Kurdî

8- Gelê ku li welatê xwe digere, Kurdên Qazaxistanê / Prof. Dr Ahmet Ozer / Lêkolîn

9- Were Quling / Tamara Refo Kubara Refo / Bîranîn

10- Poetîkaya helbesta neteweyî (Gotarên li ser Helbesta Kurdî ya Modern) / Mehmet Yildirimçakar / Lêkolîn û Rexne

11- Analîza çend çîrokên herêma Culemêrgê li gorî rêbaza  Vladimir Propp / Yasin DURAN / Lêkolîn 

12- Bêjenasiya Kurdî / Ahmet DEMİR / Lêkolîn  

13- Sûretên Piştê / Ferzan Şêr / Lêkolîn

14- DI ROMANÊ DE MEKAN / Cihan Kaynar / Lêkolîn 

15- Hikayetên Bazidî de Sentaks/ Şerif Guzel / Lêkolîn 

16- Hîzan / Nevzat Eminoglu /Lêkolîn 

17- Dasa Şemo û Çakûça Gorkî, Xwendineke Berawirdkî li dor Şivanê Kurmanca û Sêbareya Gorkî / Ferhat YILMAZ / Lêkolîn

18- Hizra Navneteweyî û Rengvedana Wê di helbesta nû ya kurdî ya Cegerxwî, Goran, Qedrîcan Wek Nimune/ Perwîn Reuf Hadî DOSKÎ / Lêkolîn 

19- Binyata vegêranê di romana  SOBARTO YA Helîm Yûsiv de / Rebeen Ahmed MAHMOOD /Lêkolîn 

20- Di helbestên Cegerxwîn de aja û awayê bikaranîna ajalan / Muzaffer Duman /Lêkolîn 

21- Hêmanên folklorîk di romanên Eliyê Evdilrehman de / Hasan Filitoglu / Lêkolîn

22- Hetê gramerî ra fekê Çewlîgî / Yaşar Baluken /Lêkolîn 

23- Mintiqaya Licê ra diwes sakinî û versiyonê înan pêveronayîş û tehîl / Arêdayox Îhsan TEKTAŞ / Folklor

24- Ez dibêjim vê klamê sewa we, Dengbêjî di Peywenda Patronajê de / Zeki Gurur /Lêkolîn 

25- Hunera îqtîbasê di edebiyata kurdî ya klasîk da / Veysi İNCİ / Lêkolîn 

26- Xerîb û Nasîb Çewlîg ra çewres sanikî/ Arêkerdox Newzad VALÊRÎ / Folklor

27- Folklora kurdî di romanên Erebê Şemo de / Ebubekir GOREN /Lêkolîn 

28- Nirxandina berhemên Mehmet Uzun / Lokman POLAT / Lêkolîn

29- Meryemxan / Melahat ULUÇ/ Lêkolîn

30- Werger wek Kirineke Çandî / Ziyaddin Yildirimçakar / Lêkolîn

31- DI ROMANÊ DE MEKAN / Cihan Kaynar / Lêkolîn

32- Çîrok û motîf / Bunyamin Demir / Lêkolîn

33- Destana Dewrêşê Evdî / M. Şirin Filiz / Destan

ROŞNA:

1- Yar û Mirad - I / Welî Sebrî / Roman

2- Çê Qemerê Kejî / Huseyîn Karakaş / Roman

3- Vengê Welatî, Dîwan II / Mehdî Ozsoy / Şiîr

4- Merhebaya Nîmeya Şewe / Evdî Hesqera / Hîkaye

5- Lîtreya Sayan Çend Lîra ya? / Evdî Hesqera / Hîkaye

6- Xezeb / Roşan Lezgîn / Nuşteyî

7- Seîd Altun: “Emir Şî” / Aydin Batur / Cîgeyrayîş

SÎTAV

1- Raperîna Baba Îsaq / Mehmet Oncu / Roman  

2- Ferengîz / Mehnaz Fetahî / Wergera ji farisî Çetîn Taş / Roman  

3- Keça Kafiroş / Nebez Goran / Wergera ji soranî: Rustem Silêman Elî - Imad shukur Mahmood / Roman   

4- Mîrîtîya Ax û Xwelîyê / Nebez Goran / Wergera ji soranî:  Mihemed Tahir Orhan - Imad shukur Mahmood / Roman

5- Balinde jî Vedinişin / Beyan Selman / Wergera ji soranî:  Mihemed Tahir Orhan -  Imad shukur Mahmood / Roman   

6- Gogercîna Perbiçîn / Mehmet Oncu / Roman 

7- Derza Dil / Sebrî Keve / Helbest  

8- Bejna zirav / Azad J. Erdem / Helbest

9- Xeyalên Têkçûyî / Zagros Cîlo /Helbest 

10- Çar Stêrk / Dildar Didêrî / Helbest / 

11- Jin û Jîyan (Çîrokên Nûjen Yên Jinên Îranî)  /  Remziye Tuccar / Wergera ji farisî Çetîn Taş / Çîrok   

12- Alfabeya Kurdî / Alekan Nayland / Perwerde  

13- Zerdeşt û Avesta û Felsefeya Yekxwedaperestîyê / Ferhat E. Pehlewan  / Wegera ji soranî Muhsin Ozdemîr / Lêkolîn

14- Nameya Serencamê / Porf. Dr. Sidîq Sefîzadeh (Borekeyî) / Wergera ji farisî Muhsin Ozdemîr / Lêkolîn

15- Qulingên Rewanê / Polat Can / Lêkolîn-Hevpeyvîn-Berhevok 16- Dîn û Mîtolojî / Nezîr Ocek / Lêkolîn  

17- Hezar Gotinên Pêşiyên Êzdiyan  / Elyas Qeranî / Folklor 18- Nêçîrvano (Çîrok û Serpêhatiyên Kilamên Dengbêjan)  / Fewzî Ciwan / Çîrok/folklor

19- Bîranîn 1 / Dr. Yekta Uzunoglu / Bîranîn

SOR:

1-Ev Rû Ev Xerîbî / Welat Esen / Helbest

VATE:

1- Ti Ke Şona, Kulme Wele Bîya / Akman Gedîk & Nevzat Gedik / Helbest

VÎR:

- Mewlidê Nebi / Abdullah Narin / Hedrekar: Murat Varol / Şiîr

- Zon De Eşq Esto / Mahir Çiçek / Şiîr

- Hebikê Henar / Arêkerdox Munevver Akbana / Folklor

WARDOZ:

1- Term / Hisên Kemal / Roman

2- A baş / Bahoz Baran / Çîrok

3- Derb / Bahoz Baran / Çîrok

4- Destanên Me / Berhevkar: Ordîxanê Celîl & Celîlê Celîl / Folklor 

5- Xezala Kurdan / Berhevkar: Dildar Botî / Folklor

WEQFA ÎSMAÎL BEŞÎKÇÎ:

1- Erdnîgariya Kurdistanê II: Wan / Abdurrahman Onen / Lêkolîn

2- Akademiya Îsmaîl 2019 Payîz 1 / Kolektîf (Edîtor: Kubra Sagir) / Lêkolîn,

3- Akademiya Îsmaîl Beşîkcî 2 Payîz 2020: Perwerde û hînkirina kurdî: tecrûbe-model-pêşniyaz / Kolektîf (Edîtor: Şehmus Kurt) / Lêkolîn

4- Me di dil de heye narek ku disojit seqere (Xebatek Derbarê Binpêkirina Mafên Hunermendên Kurd) / Lêkolîn

WEQFA MEZOPOTAMYA:

1- Berhema Mela Mistefayî Rahênanên Zimanê Kurdî / Amadekar: Mikail Bulbul, Mustafa Ozturk / Ziman

YAY:

1- Di pirtûka pîroz de Med / Enden Peker / Lêkolîn

 

ÇEND TÊBINÎ:


1- Pirtûkên ku li Bakur û li Tirkiyeyê tenê bi tîpên latînî çapbûne ketine nav vê lîsteyê.


2- Tenê pirtûkên ku li vir çapa wan a yekemîn hatiye kirin cih girtine


3- Ger hebe kêmasiya lîsteyê sedî 5 e. Ger kêmasî yan şaşî hebin û weşanxane haya me pê bixin emê rast bikin.


4- Me navên weşanxaneyan li gor rêza alfabeyê rêzkirin


HIŞYARÎ:

- Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê (nivîsandina navê amadekar û malperê) rojname û kovarên li ser KAXIZ ÇAP DIBIN dikarin bi temamî lîsteyê biweşînin. 

- Çavkanî bê nîşandayîn jî bi temamî weşandina vê LÎSTEYÊ LI QADA ONLINE (Malper, blog, torên civakî û hwd) bêyî destûra nivîskar û Diyarnameyê qedexe ye. Malper bixwazin dikarin beşek jê bigirin û paşê lînkê bidin.

 

 

 

*** 

 

YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarname 
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname

MAIL: diyarname@diyarname.com         

 

 

 

***

Nûçeyên Eleqedar:

- 2021: Kurdên ku xatir xwestin 

- 2021: Kitabê ke Obama weçînayê 

- 2021: Delala kaînatê hat hilbijartin 

- 2021: 25 jinên herî bi bandor ên salê 

- 2021: Di nav 'Fotografên Herî Serketî yên Dîrokê' de fotoyê Nemrûdê jî heye 

- 2021: Fotografên salê, yek jê ji Duhokê ye 

- 2021: The Timesê 10 pirtûkên salê hilbijartin 

- 2021: Neteweyên Yekbûyî hejmara jinên ku hatine kuştin eşkere kir 

- 2021: Fotoyên çivîkan yên serketî hatin hilbijartin 

- 2021: Oksfordê peyva salê hilbijart     


 

Parve Bike

Youtube Me

Bêrê ma eyro şin ZENGE

news

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kurdên Anatoliya Navîn

news

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 07 06 2026

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

news
  • 05 06 2026

Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne

news
  • 05 06 2026

Dawiya hefteyê hin çalakiyên çandî

news
  • 04 06 2026

Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin

news
  • 03 06 2026

Festîvala Fîlman a 'Uçan Supurge' dest pê kir

news
  • 24 05 2026

Derhêner Mungiu cara diduyan Palmiyeya Zêrîn girt

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Zanîngeha Işikê ya taybet li Hewlêrê hate vekirin

ad

Akademiya Feqiyê Teyran

ad

Li fîlmên rengîn ên Hitchcock temaşe bikin

ad

Bong Joon-Ho dê Venedîkê bi rê ve bibe

ad

Ji Havana heta Londonê çîroka reqsvanekî "Yuli"

ad

Ozal: Dê pêşketinên girîng çêbibin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname