Diyarname
Xelatên "Fotografên Herî Serketî yên Cihên Dîrokî" hatin belav kirin. Armanc ew e ku ji çar aliyên dinyayê balê bikişînin ser cihên dîrokî û çendî û kişifkirina wan deran.
Di pêşbaziyê de fotografkêş Steve Liddiard bi ser ket. Liddiard fotografê Lembeya Behrê ya Whitefordê ku li giraveya Gower a Gallerê ye kişandibû û bi vê fotografê bû yekemîn. Liddard dibêje: "Ev lembeya behrê ji aliyê John Bowen ve hatiye dîzaynkirin û di sala 1865'an de hatiye çêkirin. Ji bo cihên av lê zêde ne kûr e nîşan bide hatiye çêkirin."
Di pêşbaziyê de jurî li orjînalî, kompozîsyon û aliyên serketî yê teknîka fotograf, ligel wan li çîroka piştperdeya fotoyê û bandora wê ya dîrokî dinêre, li gor wê biryarê dide.
FOTOYÊ NEMRÛDÊ XELAT GIRT
Li aliyê din fotografkêşê kurd Mehmet Masum Suer li Nemrûdê fotografê Bermahiyên Kraliyeta Kommagene kişandibû û bi vê fotoyê xelat negirt lê karî bikeve nava lîsteya kurt a pêşbaziyê ku di nava bi hezaran foto de ev bi xwe jî serketinek e.
Ji BBC Tirkî hatiye girtin
Fotografkêş Steve Liddiard bi vî fotoyî bi ser ket.
Fotoyê Mehmet Masum Suer karî bikeve nava lîsteya kurt a pêşbaziyê...
***
Nûçeyên Eleqedar:
- 2021: Fotografên salê, yek jê ji Duhokê ye
- 2021: The Timesê 10 pirtûkên salê hilbijartin
- 2021: Neteweyên Yekbûyî hejmara jinên ku hatine kuştin eşkere kir