Diyarname
Di sala 2021'ê de jî gelek navdarên kurd canê xwe ji dest dan. Yên ku me karîn bidin hev ev in:
Dengbêj Cemalê Mihê
Dengbêj Cemalê Mihê roja 18'ê rêbendana 2021'ê can3e xwe ji dest da. Dengbêj Cemalê Mihê (Bi navê li nasnameyê Cemay Aldin) ev demek bû ji ber qansêra pişikê dihat dermankirin, lê ligel hemû hewldanan jî baş nebû û wefat kir.
Dengbêj Cemalê Mihê di sala 1957'an de li gundê Kavilê Kalo ya girêdayî Dêrgula Şirnexê hatibû dinê.
Cemalê Mihê yek ji dengbêjên navdar ê Botanê bû. Ji wî stranên wekî "Seydik", "Mîranê", "Keçkê Dînê", "Hey lo Delal" bo muzîka kurdî wekî mîrate man.
*
Dîrokzan Prof. Dr. Kemal Mezher Ehmed
Dîrokzan, nivîskar Prof. Dr. Kemal Mezher Ehmed 16'ê adara 2021'ê li Almanyayê mir.
Dîrokzanê kurd Prof. Dr. Kemal Mezher Ehmed sala 1937’an li bajarê Silêmaniyê hatiye dinê.
Wî li Bexdaya Iraqê zanîngeh xwendiye û temam kiriye. Ehmed teza xwe li ser “Tevgera Azadîya Netewî Li Kurdistana Iraqê Di Navbera Salên 1918 û 1932’an De” nivîsandiye û paşê dest bi doktorayê kiriye. Wî doktoraya xwe jî di bin sernavê “Tevgera Azadiya Netewî Li Kurdistana Iraqê Di Navbera Salên 1918 û 1958’an De” amade kiriye û bi vê ji Akademîya Zanistî ya Sovyetê mezûn bûye.
Prof. Dr. Ehmed di salên 1970'yan de li Zankoya Bexda Fakulteya Edebîyatê di Beşa Dîroka Modern de mamostetî kiriye. Wî di jiyana xwe de bi dehan pirtûk nivîsandin.
*
Prof. Dr. Kadri Yildirim
Nivîskar û mebûsê HDP'ê yê berê Prof. Dr. Kadri Yildirim roja 26'ê adara 2021'ê li Amedê mir. Yildirim ev 4 roj bûn li nexweşxaneyê bû.
Prof. Dr. Kadri Yildirim di sala 1959'an de li Liceyê Amedê hatiye dinê. Yildirim piştî xwendina Siirt Egîtîm Yuksekokulu derbasî Zanîngeha Îlahîyatê ya Herranê bûye. Wî, li wê derê lîsansa bilind û doktoraya xwe temam kiriye. Yildirim di sala 2010'an de bûye profesor.
Dema li Zanîngeha Artuklû ya Mêrdînê Beşa Kurdolojiyê vebû ew bû midûrê wir.
Yildirim li Zanîngeha Artûklû bû cîgirê rektor. Piştî rektorî di sala 2015'an de li ser navê HDP'ê ji Sêrtê ji bo mebûsî hat hilbijartin.
Prof. Dr. Kadri Yildirimê di hemû jiyana xwe de nêzî 20 pirtûk nivîsandibûn û pêşkêşî pirtûkxaneya kurdî kiribûn. Bi taybetî di warê klasîkan xwedî gotin bû ku li ser Baba Tahir, li ser Mem û Zînê, Nûbihara Biçûkan, Aqîdeya Îmanê, Medreseyên Kurdan pirtûkên wî hebûn.
*
Keremê Seyad
Pêşkêşvanê radyoya Erîwanê, rojnameger û nivîskarê qedirbilind Keremê Seyad roja 27'ê adara 2021'ê mir.
Keremê Seyad di sala 1938'an de li gundê Hakko ya Talina Ermenistanê hatiye dinê. Li Êrîwanê zanîngeh xwendiye. Keremê Seyad di sala 1960'î de dest bi pêşkêşkariya Radyoya Êrîwanê kiriye û bi salan ev ked daye.
Bi "Guhdarên Ezîz" dest pê dikir û ev dengê wî li seranserê cihên ku kurd lê dijîn belav dibû. Hê jî dema Keremê Seyad tê gotin pêşî gotina "Guhdarên Ezîz" tê bîra mirovan.
Keremê Seyadê ligel Radyoya Kurdî ked daye rojnameya Tiya Teze jî.
*
Helbestvan Ehmed Dilzar
Helbestvan Ehmed Dilzar ê di temenê xwe yê 101 saliyê de roja 10'ê avrêla 2021'ê li mala xwe ya li bajarê Hewlêrê mir.
Cenazeyê helbestvan Dilzar li navçeya Koyeyê hat definkirin. Ew ji ber vîrusa koronayê mir.
Helbestvan Ehmed Dilnaz bi navê xwe yê di nasnameyê de Ehmed Mistefa Mihemed e roja 8'ê rêbendana 1920’an li navçeya Koyeyê hatibû dinê.
Wî bi kurdî û erebî helbest dinivîsandin û di jiyana xwe de bi sedan helbest nivîsandin. Ji bilî nivîsandina helbestên wî bi xwe, wî helbestên li ser helbestên Baba Tahirê Hemedarî jî xebat kiribû.
*
Muzîkar Hasan Saltik
Avakarê Kalan Muzîkê Hasan Saltik roja 2'yê pûşpera 2021'ê ji ber qeyrana dil mir.
Sazkarê muzîkê Hasan Saltik di sala 1964'an de li Hozata Dêrsimê hatiye dinê. Wî di sala 1992'yan de Kalan Muzîk ava kir ku vê kompaniyê di warê muzîkê de gelek xebat kirin.
*
Stranbêj û lîstikvan Fayeq Mihemedî
Stranbêj, muzîkar û lîstikvanê fîlman Fayeq Mihemedî roja 27'ê tîrmeha 2021'ê li bajarê Sineyê di encama felcê de mir.
Fayeq Mihemedî her çiqas wekî stranbêj û muzîkar xebat kiribe jî zêdetir bi rola di fîlmên derhêner Behmen Qubadî de hat nasîn. Pêşî wî di fîlmê Qubadî "Stranên Welatê Dayika" min de cih girt, dûre di fîlmê "Nîvê Heyvî" û "Def"ê de jî lîst. Bi vê li seranserê dinyayê kurdan jê hez kir.
*
Prof. Dr. Kinyazê Îbrahîm
Serokê berê yê Federasyona Komeleyên Kurdan a Sovyeta Berê Prof. Dr. Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev di 74 saliya xwe de roja 8'ê gelawêja 2021'ê ji ber vîrusa koronayê mir.
Prof. Dr. Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev ku wekî Kinyazê Îbrahîm dihat nasîn roja 1'ê gulana 1947'an li gundê Zengibasar a Ermenistanê hatibû dinê.
Wî li Ermenistanê xwendibû û doktoraya xwe jî li wir li ser ziman, dîrok û zanistên rojhilat çêkiribû. Wî heta sala 1990'î Serokatiya Beşa Zimanên Rojhilata Navîn a Zanîngeha Dewletê ya Ermenistanê kiribû.
*
Nivîskar û coxrafyanas Abdurrahman Onen
Nivîskar, coxrafyanas Abdurrahman Onen roja 23'yê gelawêja 2021'ê canê xwe ji dest da
Abdurrahman Onen ji navçeya Dêrika Çîyayê Mazî ya Mêrdînê bû. Roj 24.02.1956'an de hatibû dinê. Wî, zanîngeh li Stenbolê xwendibû.
Onen di navbera sala 1984 - 2008'an li Stenbolê li gelek dibistanan mamostetiya erdnîgariyê kir û di sala 2008'an de malnişîn (teqawid) bû.
*
'Bavê petrol û gazê' Nadir Nadirov
Yek ji pêşengên kurdên Kafkasyayê, zanyar Nadir Nadirov di 89 saliya xwe de roja 24'ê gelawêja 2021'ê li Kazakistanê canê xwe ji dest da.
Zanyar Nadir Nadirov roja 6'ê rêbendana 1932'yan li herêma xweser a Nehçivanê hatibû dinê. Wî di sala 1970'yî de pênaseya profesorî girt. Di sala 1983'yan de pênaseya akademîsyenî girt.
Ji ber zanyariya wî ya li ser petrol û gazê wekî "Bavê petrol û gazê" dihat bi nav kirin. Wî di jiyana xwe de di vî warî de 8 pirtûk nivîsandine. Ligel van 750 gotarên zanistî, 28 monografî, her wiha îmzeya xwe avêtiye bin 260 kifşên zanistî. Pirtûka Nadirov a bi navê "Gaz û Petrola Kazanistanê" di sala 1996'an de xelata "Pirtûka Herî Serketî a Salê" girt.
*
Şêrko Celal
Şêwekar, rojnameger, amadekar û pêşkêşvanê bernameyan Şêrko Celal roja 28'ê mehê li nexweşxaneyeke li Lille ya Fransayê ji ber vîrusa koronayê mir.
Şêrko Celal ku wekî Şêrko Celal Mameş Koyê dihat nasîn, di sala 1956'an de li bajarê Koyê hatiye dinê. Celal di sala 1981'ê de ji ber rewşa siyasî ji başûrê Kurdistanê derdikeve û di sala 1982'yan de li Fransayê bi cih dibe.
Şêrko Celal di kanalên kurdî de gelek bername çêkirin.
*
Karsaz Ferda Cemiloglu
Endama yek ji malbatên mezin a Amedê ji Cemîl Paşayan karsaz Ferda Cemiloglu roja 31'ê gelawêja 2021'ê li Stenbolê ji ber qansêrê mir.
Karsaz Ferda Cemiloglu yek ji endama malbata Cemîl Paşayên Amedê bû. Di sala 1926'an de dema serhildana Şêx Seîd de malbata wê sirgunê Sûriyeyê dibe; Cemîloglu jî piştî salan li wir, li Şamê tê dinê (sala 1950'î). Dûre ew ligel malbatê li Cizîra Rojava bi cih dibin.
*
Nivîskar Haydar Işık
Rewşenbîr û nivîskar Haydar Işik ku bi salan e li Almanyayê dijiya roja 17'ê berfanbara 2021'ê mir.
Haydar Işik roja 1'ê rezbera 1937'an li Nazîmiyeya Dêrsimê hatiye dinê. Işik piştî xwendina xwe li Mûş, Dêrsim û paşê li Îzmîrê mamostetî kir. Dema li wir bû di sala 1974'an de Dibistana Bilind a Dermankarî ya Zanîngeha Egeyê xwend û temam kir. Heman salê koçî Almanyayê kir û ji wê demê de li Almanyayê dijî.
Işik bi taybetî li ser dîroka Dêrsimê û li ser elewî, her wiha li ser beşên din jî gelek pirtûk nivîsandin. Hin pirtûkên wî ji bo almanî jî hatin wergerandin.
Hin pirtûkên wî ev in: "Dersimli Memik Aga", "Dersim Tertelesi", "Şerkoy’dan Selahaddin Eyyubiye", "Bitlis Beyi Abdal Han", "Almanya’da Yitenler", "Multeci Munzur", "Arevik", "Şafagi Beklemeyecegiz", "Xecê’nin Dersim Kefareti", "Son Siginma".
***
Nûçeyên Eleqedar:
- 2021: Kitabê ke Obama weçînayê
- 2021: Delala kaînatê hat hilbijartin
- 2021: 25 jinên herî bi bandor ên salê
- 2021: Di nav 'Fotografên Herî Serketî yên Dîrokê' de fotoyê Nemrûdê jî heye
- 2021: Fotografên salê, yek jê ji Duhokê ye
- 2021: The Timesê 10 pirtûkên salê hilbijartin
- 2021: Neteweyên Yekbûyî hejmara jinên ku hatine kuştin eşkere kir
- 2021: Fotoyên çivîkan yên serketî hatin hilbijartin
- 2021: Oksfordê peyva salê hilbijart