Diyarname
Qralîçeya muzîka soul Aretha Franklin du hefte berê miribû. Cenazeyê wê 31'ê vê mehê dê bê definkirin. Heta wê demê li bajarê Detroit ê DYA'yê yên ku bixwazin dikarin herin cem cenazeyê û rêzgirtina xwe pêşkêş bikin.
Cenaze bi erebeya LaSalle Sedan ku erebeyeke klasîk e anîn Muzeya Charles H. Wright a Dîrokî ya Afrîka Amerîkayê.
Kincên sor û pêlavên sor li Franklin kirine û dora wê jî bi gulan xemilandine. Her wiha rûja sor jî li lêvên wê kirine. Xwarziwa yê Sabrina Owens gotiye ku wê bixwe xwestiye bi vî awayî bê kirin û bê definkirin.
**
Nûçeya eleqedar: