OSLO
Ji bo Xelata Nobelê ya Aştiyê sê jinên ji bo aştiyê kedê didin layiq hatin dîtin. Komîteya Nobelê ragihand ku dê xelatê bidin Serokomara Liberya Ellen Johnson -Sirleaf, aktîvîsta aştiyê Leymah Gbowee (ji bo li Liberya şer bi dawî bibe têkoşiya ye) û Yemenli Tavakkul Karman.
Serokê Komîteya Xelata Nobelê Thorbjoern Jagland got ku van jinan ji bo ewlehiya jinan û mafên jinan bêyî serî li şîdetê bidin têkoşîn daye loma hêjayî xelatê hatine dîtin. Jagland wisa got: "Heta di warê bandora pêşketina civakê de jin jî bi qasî mêran di hemû astê de nebin xwedî heman firsendê li dinyayê em nikarin demokrasî û aştiya her demî sererast bikin."
Ji jinên layiqê xelatê hatine dîtin Ellen Johnson-Sirleaf li Liberyayê piştî 41 salên şerên navxweyî di sala 2005'an de, li parzemîna Afrîkayê bû yekem serokomara tê hilbijartin.
Leymah Gbowee jî li Lîberyayê li hemberî şîdetê pêşengî ji bo çalakiyên aştiyane yên jinan kir û kir ku ew beşdarî hilbijartinan bibin.
Tawakkul Karman di dema serhildana Yemenê de, ji ber rola wê ya di têkoşîna mafên jinan de layiqê xelatê hate dîtin. Tawakkul piştî xelat girt ji bo AP'ê wisa got: "Ez vê diyarî şoreya ciwanên Yemenê û gelê Yemenê dikim."
Ji bo xelata Aştiyê nêzî 1.1 mîlyon Euro pere wekî xelat tê dayîn. Par parêzvanê mafên mirovan ê çînî Lu Xiabo xelat girtibû.
Her sê jin di 10'ê berfanbara 2011'an de bi merasimeke li Osloyê dê xelata xwe bigirin.


