Fêrgîn Melîk Aykoç
Cizîr bajarê dîrokî ye. Li gor baweriyan keștiya Nûh li vir lenger avêtiye. Baweriyê Mezopotamya ji Nûh re "Uta Na Pîștîm“ gotiye. Uta Na Pîștim ne tenê Nûh e, Xizir bi xwe ye. Piștre Xanefon bi qelema xwe hatiye vir û ji gelê me yê Cizîrê re Kardaka gotiye. Kardakan pêșî li deh hezar leșkeran girtiye. Mîrîtîyên kurd paytexta xwe li vî bajarê qedîm danîne. Bi evîna salan re ev der bûye warê Mem û Zînê, bi merdî û dostaniya Tajdîn re rengê xwe zelal kiriye Cizîra resen.
Bêrîvan bi navê orjîn Binevș Agal jî ji kurdên resen, bi çand û baweriya vê xaka pîroz, bi Tawisî ferîște çanda Ahûra, bi roșta Mîthra, giyana Sipenta, di nava sîngê Xaldiyanê Tûjpa avakiribûn de hat dinê û mezin bûbû. Cizîra dîrokî û qedîm û Bêrîvana resen du xweşikî û rastiyên dîrokî yên li hev hatî, îro pêșiya me ronî dikin.
Bêrîvan li Cizîrê gerilaya jin ya yekem e. Hevalê bi tevê wê karê birêkxistinî meșandiye vê wiha șirove dike: „Bêrîvan li devera Cizîrê kadroya jin a yekem e ku karê birêkxistinî meșandiye. Wê bi jinan re civînên yekem pêkanî. Gundê ku ew neçûye nemaye...“ Bêrîvan 25 sal berê roja 19. 01. 1989. gihîșt șahadetê. Lê ew bingehê ku wê û șehîden din danîne bi resenî û berxwedana dîrokî ya Cizîrê re bû yek û îro xwe guzandiye raperîna azadiya Kurdistanê.
Belê îro agirê berxwedanê, giyana șehîdan li Cizîr, Silopya, Sûr û Niseybîn rabûya ser piyan, do li Silvan, Gimgim, Gever, Kerboran û Dêrikê bû. Li der û li welêt bi mîlyonan dil bi wan re lê dide. Lê divê ev rastî jî were gotin ku piștgiriya li bajarên din ne di asta vê berxwedanê de ye. Divîbû niha li her bajarên Kurdistanê erd bihejiya. Ev bêdengî nayê pejirandin.
Vê berxwedanê li tevahiya cihanê olaneke pir erênî vedaye. Êdî kovar û rojnameyên konzervatîv jî mijara berxwedan û êrîșa dagirkeriya tirk ya di bin sergerdeyîya RTE de bi șiroveyên berfireh didin. Bi taybet jî bi daxuyaniya akamîdekerên Tirkiyê re li tevahiya cihanê dengên li dij vê dagirkeriya xwînxwar bilind dibin. Rastiya fașîzma tirk tê dîtin û șermezarkirin.
Divê êdî kurdên li metrepolan û hemû bajarên Kurdistanê di rastiya vê olana berxwedanê de rabin ser piyan, wê tirsa vê hovitiya serkariya îslamo-fașîst ji serxwe bavêjin û bi serhildanê wan têkbibin. Bê bi hêza cewherî xwe pejirandin dayînê tu rêyeke din ya rizgarî, azadî û rûmetê tune.
Bajarê Cîzirê û șehîd Bêrîvan, serhildana Cizîrê û șehîd Bêrîvan, du navên pîroz, resen û li hevhatî ne. Cizîra qedîm di serhildana sala 1990 de gîhîșt rastiya xwe ya dîrokî. Di vê serhildanê de rola jinê roleke sereke bû. Di vê roja me de jî rola û rengê jinê di serhildana Cizîrê de hêza pêșengiyê ye. Ew do jî biserketin, dagirker têkçûn, wê îro jî ewê serkevin û dagirker têk biçin.
Êrișên dijmin do jî wekî îro bû. bes ew îro hemî teknolojiya medyayê di bangașiyê de bikartîne û hewl dide ku bi van viran bi ser bikeve. Mînak hevalê bi tevê șehîd bêrîvan xebitîye êriș dijmin aw wê çaxê wiha têne ziman:
„Roja 19. Çile 1989 di ser mala ku Bêrîvan lê dima de girtin. Berê xwediyê malê Emîn Elçî û neviyê wî șehîd kirin. Emîn çûbû nan bîne, di hatinê de bê pirs ew șehidkirin, nan ji destê wî derxistin û kilașînîkofek kirin destan. Cizîr wê rojê hatibû ber teqînê, bi girseyî ajot ser dijmin, dijmin di divêtiyê de ma û cenaza șehîd Bêrîvan da me. Ev raperîn çirûskê serhildana ku salekê dû re di Newroza 1990 î de pêkhatibû bû…”
Serhildana wê rojê ya Cizîrê em gihandin vê roja me. Dê ev serhildana vê roja me jî me bigîhîne azadiya Kurdistanê. Wê her berxwidêr, her kesên bi wîjdan û dil rabûne ser piyan bi Cizîrê re șa bibin. Lê yê bêdeng, yên xwedî li vê roja dîrokî dernakevin jî wê șermezar û bêrûmet bibin.
Ez di kesayetiya şehîd Bêrîvan û hemû şehîdên Cizîrê de, tevahiya şehîdên Kurdistanê bi bîr tînim.
20.01.2016, Yeni Ozgur Polîtîka