Diyarname
Her kes li bendê bû li Zanîngeha Artûklû a Mêrdînê "Beşa Kurdolojiyê" vebe lê na, biryara "Enstîtuya Li Tirkiyeyê Zimanên Dijîn" hate girtin.
Serokê YOK'ê (Lijneya Bilind a Hîndekariyê) Prof. Dr. Yusuf Ozcan got ku di enstîtuyê de dê ne tenê kurdî, bernameyên bi farisî, erebî û suryanî jî hebin. Ozcan piştî 8 saetên civîna Lijneya Giştî ya YOK'ê wisa got; "Ev çareseriyeke ku ne tenê kurdî zimanên din jî hembêz dike."
Her wiha YOK'ê daxwaza vekirina Beşa Kurdolojiyê ya Zanîngeha Dîcleyê jî hate redkirin.
Wekî not: TRT 6 jî ne raste rast bi kurdî gotina 'Kanala pirzimanî' weşanê dike. Zanîngeha Artûklû jî bêyî bi awayekî fermî qala kurdî bike bi "Li Tirkiyeyê Zimanên Dijîn" dê li ser kurdî jî xebatê bike.
***
Nûçeyên eleqedar:
- Daxwaza Kurdolojiyê ya Zanîngeha Dîcleyê hate redkirin
- Ne Kurdolojî, 'zimanên zindî' yanê çi?
- Dozgeran dest avêt Kurdolojiyê jî
- Ji bo li zanîngehê Enstîtuya Kurdolojiyê vebe gav hate avêtin