Diyarname
Li Tirkiyeyê ji her alî ve rojnameger di nav rewşeke gelek giran de ne. Ji aliyê kar û aboriyê ve jî. Di kêliya herî pêşî de ew ji kar têne avêtin. Mînaka dawî niha li Bianetê çêbû.
Bianet di sala 1997'an de hatiye avakirin. Niha bi sedema "rewşa aborî û xwebiçûkkirinê" 3 rojnameger ji kar derxistin. Bianetê dawî li peymana edîtorê beşa kurdî Ferîd Demirel, edîtora tora civakî Dilek Sarigul û edîtora beşa îngilîzî Pinar Erol anî û ew ji kar hatin derxistin.