Diyarname
Vê hefteyê mêvanê dîwana Diyarnameyê ya twittirê qunciknivîskarê Diyarnameyê Omer Dilsoz bû. Dilsoz got "Destpêkê gere em ji xwe re baş bibêjin, baş li hev bînin. Wê çaxê ev nîsa me dê bigihîje dinyayê jî."
Nivîskar Omer Dilsoz heta niha 10 pirtûk nivîsandine. Pirtûkek fablan, pirtûkek helbestê û 8 jê jî roman. Roman wî ya dawî "4Kotra 4çela" îsal derket.
Em wekî Diyarname her şemiyê nivîskarekî xwe dikin mêvan û li ser jiyan û berhemên wî sohbetê dikin. Vê şemîyê (22'yê mehê) mevanê dîwana me Omer Dilsoz bû. Dîwana ku Yeqîn H. li ser navê Diyarnameyê amade kir de, nivîskarê me Dilşêr Bêwar û Amed Çeko Jiyan moderatorî kirin. Her wiha kesên wekî Cemîl Oguz, Mem Mîrxan, Bedran Dere û Çetoyê Zêdê jî bi şîrove û pirsên xwe reng dane dîwanê. Di dîwanê de Dilsoz ji destpêka nivîsîna xwe heta niha agahî dan mêvanan û pirsên mêvanan bersivan din. Vane hin notên ji dîwanê:
LI DIBISTANÊ PIRSA KURDÎ
- Ez hê zarok bûm, li dibistanê min ji mamoste pirsî, em li mal bi zimanekî din, bi kurdî diaxivin. Bi vî zimanî çawa tê nivîsîn? Rengê wî avêt. Mamosteyekî hinek faşîst bû. Got kî ji te re ev got? Hema dixwest ez nav bidim. Lê min bi xwe hatibû bîra min. Min got min bi xwe got. Min ew pirs li mal ji bavê xwe jî kir. Bavê min Mewlûd nîşanî min da bi kurdî, lê bi tîpên erebî. Çîroka min wisa dest pê kir.
- Dema em li dibistanê bûn, ezmûn hebû. Min her du aliyên kaxizê tije kir da mamoste, mamoste hêrs bû, min wisa dirêj nivîsî. Hefteya piştî encama hemûyan xwend, ê min nexwend. Paşê wî ez rakirim ber textê, ez ditirsim dê çi bêje. Got, "Tuyê bibî nivîskar." Bifikirin her kesî kêm not girtibûn, yê herî zêde girtibû 74 puan girtibû, lê min 95 girtibûn. Wê çaxê mamoste ji min re got tuyê bibî nivîskar lê ez hê jî nabêjim ez nivîskar im.
NIVÎSÎNA DI CIHÊ QELEBALIX DE
- Ez danê sibê berguh didim ber guhê xwe, li ber kompîtur rûdinim û dinivîsim. Ez berê di serê xwe de çîrokê temam dikim. Serê wê, navenda wê, binê wê diqede. Ez li her derê dinivîsim. Odeyeke min a taybet a nivîsînê tune ye. Ez di mîtîngan de jî dinivîsim. Qelebalix bandorê li min nake. Belkî ji ber ez li malek mezin, qelebalix mezin bûme. Min guhê xwe li wan digirt û min dersa xwe çêdikir.
- Nizanim kî gotiye, "Romanê nivîskar dest pê dike, lê roman te dide pey xwe û xwe bi te dide temamkirin". Bo min metn ne pîroz e. Dikare biguhere.
HEMÛ HUNERÊN NIVÎSÊ DIVÊ TU BICERIBÎNÎ
- Ger em li vê serdemê binêrin, ne tenê zimanê romana min, kurdî bi xwe giran e. Encax em di asta pola duyem de binivîsin dê fêm bikin. Tu bi sed peyvan binivîsî problem namîne. Lê heke derdê te edebiyat be, binhişê wan be çîrok dibe tiştek din. Dilê te çiqas bikaribe kûr bibe divê tu xwe bigihînî binê wan. Hemû hunerên nivîsînî divê tu têde biceribînî, bielimînî. Flashback, teqlelêdan, herka hiş, teknîkên cuda, divê tu hemûyan binivîsî ku rojek ger ev ziman nemir jixwe dê were fêm kirin. Ger tenê tu ji bo îro binivîsî di asta seretayî pola diduyan binivîsî encax her kes fêm bike.
KARAKTERÊN JI RÊZÊ
- Ji bo romanê ez bi têra xwe lêkolînê dikim, heta ku ji min re lazim bin. Karakter an tîpolojiyên ez hildibijêrim însanên ji rêzê ne, yên qet ne li ber çav in. Çiqas sifat hebin ew qas rûçik hene, di nav rûçikan de tu nikarî karakteran bibînî.
- Civata xwe bi çavê kemalîstan pênase nekin. Hinekî li nava me jî binêrin. Wê çaxê hûnê peyvê baştir bibînin. Ristebendî serî heta dawî çîrokek e. Mekanên îro û yên risteya civaka me cuda ye.
JI MELEVANIYA ZIMAN HEZ DIKIM
- Min bi romanê dest pê mir. Ez ji melevaniya ziman hez dikim. Roman vê derfetê dide min. Ez ji çîrokên dirêj hez dikim. Ji ber ku ez jê hez dikim min xwe di vê rêyê de dît.
NIVÎSANDIN BI XWE MIN MOTÎVE DIKE
- Tiştên berbiçav tune ne mirov motîve bike. Lê nivîsandin bixwe kare motîvasyonê ye. Xwendevanên dilsoz hene, li holê nebin jî, hene. Ew jî mirovan motîve dikin.
NIVÎSKARÊN AS AN YÊDEK
- Weşanxane bo nivîskaran hinekî jî Hêlîn in, mal in. Cihê ku pişta nivîskar lê germ be. Dibê vaye ez li vir im, ezê ligel wan bimeşim. Lê dema ez li weşanxaneyan dinêrim, ew jî hinan ji xwe re dineqînin. Nivîskar dema hîs kir ew ne as e, yêdek e wê ji xwe re li cihek din bigere.
Erê gere em weşanxaneyan jî bifikirin, çiqas pirtûk têne firotin, rewşa wan jî zehmet e. Li aliyê din divê profesyonelî di asta cîhanê de be divê dem û dezgehên me jî di wê astê de bin. Yan na dê têkiliyên em dê bi asteke eşaîrî bidomin.
GERE PÊŞÎ EM JI XWE RE BAŞ LI HEV BÎNIN
- Mirov berê ji xwe re, civaka xwe re dinivîse. Bêguman mirov aîdê neteweyekê ye, baweriyên mirov hene. Mirov aîdê dinyayê ye. Ev teqebe teqebe wekî perikên pîvazê li hev geryane. Hin pirs û arîşe cîhanî ne. Bêguman di nav nivîsên xwe de tu li derdora van jî digerî. Ger me karî çîroka xwe ji xwe re baş got, ev dê bibe malê dinyayê jî. Ez wisa bawer dikim, destpêkê gere em ji xwe re baş bibêjin, baş li hev bînin, wê çaxê wê bigihîje dinyayê jî