Diyarname
Bi navê "Çanda Kurdên Sovyêtê" pirtûkek ku Eskerê Boyîk nivîsandiye derket. Bi vê pirtûkê xwendevan dikarin gelek rewşenbîr û kedkarên zimanê kurdî yên ji kurdên Sovyetê nas bikin.
Ji ber ku pirtûka Boyîk "Çanda Kurdên Sovyêtê" gelek kesan dide nasîn mirov bibêje ansîklopetiya kurdên Sovyetê dê ne şaş be. Ji sedsala 20'an de heta serdema me ji hunermend, nivîskar û rewşenbîran bigire hetanî berhemên wan, ji sazî û dezgehên çandî bigire hetanî yên perwerdeyî û hwd, ji Riya Teze bigire heta Radyoya Yêrêvanê, çi biçûk, çi mezin hema bibêje der heqê hemû kes, sazî û bûyeran de agahî di pirtûkê de hene.
Çîroka dilêş ya Kurdên li welatên Kafkasan ku piraya wan Kurdên Êzdî ne, çîrokeke gelek dirêj û berfireh e. Kurdên Êzdî yên herêma Serhedê ku ji bo xwe ji qir û birê xilas bikin, berê xwe didin Kafkasan. Ew li gelek warên wê derê bi cih dibin. Bi taybetî li Ermenistanê, ji îmkanên ku piştî Şoreşa Kewçêrê derketine holê gelek sûd werdigirin û xebatinên pir hêja dikin. Kurdên Sovyetê kelepûr û arşîvek xurt li dû xwe dihêlin. Kesên ku keda wan ketine nava vê arşîvê bi vê pirtûkê ku niha derketiye têne nasandin û êdî ew bi xwe dibin arşîv.
Nivîskarê pirtûkê Eskerê Boyîk bi xwe jî di nav amadekirin, derxistina kelepor û arşîva hat qalkirin de cih girtiye û ji devê kesê yekemîn bi awayekî zelal mesele tê ber destê xwendevanan.
Her wiha ligel agahiyan gelek wêneyên kesên qalkirî jî di pirtûkê de hatine weşandin.
Eskerê Boyîk kî ye?
Nivîskar û rewşenbîrê kurd Eskerê Boyîk di 31'ê Gelawêja/Tebaxa 1941'ê de, li gundê Qundexsazê (niha Riya Teze) yê bi ser navçeya Axbarana Ermenistanê, hatiye dinê. Piştî xwendina seretayî, bêhtir wî xwendina xwe ya bilind di qada aboriyê de berdewam kiriye. Sala 1974'an, di Enstîtûya Zanyariyê ya Aboriya Malhebûna Gundîtiyê de, teza xwe ya doktorayê temam kiriye. Bi salan li Zanîngeha Yêrîwanê Beşa Malhebûna Gundîtiyê de dersên birêvebirina malhebûnên gundîtiyê daye. Di sala 1993'yan de, piştî ku demekê li Kazakistanê maye, çûye li Almanyayê bi cih bûye. Digel pisporiya wî ya aborî, ew bi wêjenasî, helbestvanî û romanûsiya xwe di nav kurdan da hatiye nasîn. Ji bilî vê berhema lêkolînî ya li ber dest, ji bîstî zêdetir berhemên wî yên edebî û lêkolînî hatine çapkirin.
- Çanda Kurdên Sovyêtê / Eskerê Boyîk /Lêkolîn/ Weşanên Peywend / 2019 / 600 Rûpel