Diyarname
Yekîtiya Weşangerên Tirkiyeyê (TYB) li ser "weşangeriya çandî" ku armanc jê pirtûkên lêkolîn-lêgerîn, wêje û pirtûkên zarokan e rapora xwe ya 8 mehan weşand. Li gor raporê di van 8 mehan de 85 mîlyon 670 hezar û 625 heb pirtûk hatine çapkirin ku ev beş sedî 32.65'ê hemû pirtûkên li Tirkiyeyê têne çapkirin digire. Lê rapor radigihîne ku li gor 8 mehên par di çapkirina pirtûkan de sedî 7.17 daketin çêbûye.
Rapor radigihîne ku di beşa lêkolîn-lêgerînê de sedî 3.09 daketin çêbûye lê di warê wêjeyê de sedî 1.84 zêdetir li gor par pirtûk hatine çapkirin. Her wiha daketina herî zêde di warê pirtûkên zarokan û pirtûkên pêşciwaniyê de çêbûne ku di van de hejmara daketinê gihîştiye sedî 19.12.


