Diyarname
Li cîhana Hunerê ya New Yorkê modayeke nû derket holê: Seansên bi awayekî tazî xwendina pirtûkan.
Li taxa Greenwich Village ya Manhattanê, li kilûbeke endamên "Naked Girls Reading" (Koma Xwendinê ya Keçikên Tazî) mehê carekê kom dibin, xwe tazî dikin û pirtûkan dixwînin.
Çar model bi bornozên xwe tên kilûbê, li hemberî gelê ku piraniya wan ji cotên (jin û mêr) ciwan pêk tê pêÅŸî wan bornozan jî ji xwe dikin, bi awayekî tazî ji aliyekê ve qurtan li ÅŸeraba xwe didin, li aliyê din bi dengek bilind ji pirtûkên nivîskarên wekî Shakespeare, Oscar Wilde û Henrik İbsen dixwînin, kêfê didin cemaetê.
Michelle L’amour koma hunera cuda di sala 2009'an de ava kiribû û ji wê rojê de ji bilî New Yorkê li Kopenhang û Londonê jî bi awayî tazî xwendinan pêk tîne.