logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  3. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  4. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  5. Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir
news-details

Dilawer Zeraq: 'Biwêj wekî xoxan in'

Di 20 salan de 3 cîld, 18 hezar biwêj. Dilawer Zeraq li ser biwêjan diaxive.

  • Dîrok: 17/08/2020
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Felat Niştiman

Tevî astengî, zext û zoriyan li berê, kar û xebatên zimanê kurdî her diçe berfireh dibin. Li bakurê Kurdistanê bi taybetî salên dawîn di warên wêje, ziman, folklor, werger û lêkolînên li ser mijarên cihêreng de, gelek berhemên nivîskî çap bûn. Bi saya van berheman, bi hêsanî dikare bê gotin ku hem derfetên fêrbûn û xwendina zimanê kurdî pir bûne hem jî pirtûxaneya zimanê kurdî dewlemed bûye. Xebatên ferhengî jî hin ji wan kar û xebatên zimên in ku ji bo pêşketina zimanê kurdî pir girîng in.

Ferhenga Biwêjan a ji aliyê nivîskar Dilawer Zeraq ve hatiye amadekirin jî yek ji wan ferhangan e ku ji sê cildên ‘kurdî-kurdî, kurdî-tirkî, tirkî-kurdî’ pêk tê. Ferheng di sala 2015’an de ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve hatiye çapkirin. Di her sê cildan de bi tevahî 18 hezar biwêjên kurmancî hene. Biwêjên di ferhengê de, li gorî mijaran ji hev hatine cihêkirin û kategorîzekirin: biwêjên resen, diayî, nifirî, rengdêrî, lêkerî û yên xweser.

Berhevkar û amadekarê ferhengê Dilawer Zeraq di ciwaniya xwe de bi dewlemendî û gencîneya biwêjên kurmancî dihese û sala 1995’an dest bi berhevkirina wan dike. Di 20 salan de wî bixwe nêzî ji sedî 70’yê biwêjên ferhengê berhev kirine û yên din jî ji çavkaniyên cur bi cur wergirtine.

Stûna kurmancî

Dilawer Zeraq têkildarî ferhenga biwêjan û girîngiya wan a ji bo zaravayê kurmancî axivî. Zeraq diyar kir ku biwêj yek ji stûnên kurmancî ne û ne ji biwêjan be nikare behsa kurmanciyeke li gorî rihê wê bê kirin û wiha got: “Biwêj yek ji gelemşeyên sereke yên zimanê kurdî ne. Heger mirov ne serwerê zimên be, nivîsîn û vegotin kelî û tehmsarkî ye. Ji sedî 60-70’yê kurmancî biwêj in. Tu biwêjên kurmancî jê derînî, wê êdî ew bi kêrî tiştekî neyê. Mixabin kurmancî di asta perwerdeyê de, ji aliyê gelek kesan ve nayê zanîn. Ji ber vê jî, ev kes nikarin zimanê xwe yê derbirînî (vegotin) ava bikin.”

Biwêj û xox

Zeraq behsa pêkhatina biwêjan û taybetmendiya wan jî kir û got ku di dîrok û gera jiyanê de; bi tecrube, lêqewimîn û bûyeran, agahî û zanîn peyda dibin; li ser wan jî qalibên biwêjan tên avakirin. Zeraq amaje pê kir ku qalibên gotinê yên biwêjan hem gramatîk hem jî dergramatîk in û ji ber vê yekê, ji aliyê qalibê gotinê ve anarşîstiyeke biwêjan heye û wiha dom kir: “Biwêj (idiyom) wekî xoxê ne, ji derveyî xwe ve nerm in lê kakil û dendika wan hişk e. Tu nikarî wan bişikînî. Bi rêya hostetî û derbirîna zimanî dikarî pê bilîzî. Di warê pêlîstina biwêjan de, gelek kesên bi kurmancî diaxivin an jî dinivîsin, hê negihîştine hostetiya axaftina rojane ya 50-60 sal berê. Ev hostetî bi awayekî niha li gundan heye.”

Di axafitina xwe de Zeraq da zanîn ku biwêj kengî destûrê bide, tu wê hingê dikarî wê biguherînî, wekî din ew bi kêfa xwe ye. Zeraq ji bo vê taybetmendiyê mînaka biwêja ‘dilşewatbûnê’ da û wiha got: “Ew hevalekî dilşewat e. Di vê hevokê de biwêja ‘dilşewat’ dibe rengdêr, ango diguhere.”

Biwêj ji gotinên pêşiyan pirtir in

Der barê cihêtiya biwêj û gotinên pêşiyan de jî Zeraq eşkere kir ku pirî caran ev her du beşên zimên tên tevlihevkirin û da zanîn ku biwêjên kurmancî belkî sê caran li gotinên pêşiyan ên kurmancî ne û wiha lê zêde kir: “Gotinên pêşiyan, hevokên rasterast in; hîn dikin, şîretan dikin, rê li ber dixin û tespîtan dikin. Biwêj car caran tespîtan dikin lê ev ne li ser armanca rêliberxistin, hînkirin û şîretan e. Di biwêjan de mecaz heye. Di gotinên pêşiyan de mecaz pir kêm e. Herî zêde ji sedî 5 e. Biwêj ji sedî 95 mecaz in. Ew hem xwedî qalib in hem jî di qalibên xwe de hil nayên.”

Divê rihê kurdî rizgar bibe

Zeraq da zanîn ku kî ji rola mantiqa qalibên biwêjan fêm bike, wê dikaribe xwe bigihîne zimanê çandî jî û ji bo em dikaribin bêjin ‘bi qewlê kurmancî’ divê mirov beşek ji hiş û bîra xwe ji biwêjan re terxan bike; wan bixwîne û bi kar bîne. Zeraq axaftina xwe wiha domand: “Helawa kurmancî erzan e. Qad berfireh bûye, her kes dikare tê de hespê xwe bibezîne. Dibêjin qey hinekî fêrî gramerê bibin, zanîna xwe ya peyvan ji pêncsedî bigihînin hezarî, wê dikaribin nivîs, çîrok an jî romanekê binivîsin. Belê dikare bê nivîsîn lê wê ew berhem çawa bin. Vegotina çîrokekê tiştekî din e, nivîsîna wê tiştekî din. Her zimanek rihek wî heye; divê tu wî rihî rizgar bikî; ne parçe parçe, bi tevahî.”

Di dawiya axaftina xwe de nivîskar Zeraq destnîşan kir ku wî bi vê xebata xwe biwêjên sereke yên hîmî yên wê têra xelaskirina kurmancî bikin, berhev kirine û got ku heger ew keysê lê bîne wê hinekên din jî bide hev û hejmara biwêjan bike 25 hezar. Zeraq her wiha diyar kir ku biwêjên taybet/spesîfîk hene, yên çandiniyê ku di tu zimanan de tune ne; divê ev biwêj bi taybetî werin berhevkirin.


- Ji rojnameya Xwebûnê hatiye girtin, sernav me guhartiye.


Parve Bike

Youtube Me
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

8 fîlm para vê hefteyê ne

ad

Serokê NY'ê Ki-moon ji bo Kobanê banga lezgîn kir

ad

Angelina Jolie çû kampa El-Ezrak

ad

2019: Instagramê di karkirinê de Youtube derbas kir

ad

DTP û HAK-PAR li hev civiya

ad

Encama Civîna Koma Hewldanê ya Jinên Kurd hate aşkerakirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname