Diyarname
Lîga mezin a Spanyayê La Liga niha vediguhere tiştek din: La Lîgayê sedî 10'ê lîgê firot CVC Capital Partnersê. Hat gotin ku rêveberiya La Liga ji bo vê dê 2.7 mîlyar Euro pere bigire.
Li gor daxuyaniya rêveberiya La Lîgayê buhaya La Lîga 24.2 mîlyon Euro ye. Rêveberiya niha dixwaze sedî 10'ê lîgê bifroşe û bi vê yekê dê hinek rewşa aborî ya klûban baş bike. Yek ji armancan ew e ku bi vê firotinê çavkaniyên aborî yên La Ligayê zêde bibin û di nav şeş salên pêş de asta wê bigihîje Premier Ligê.
Rêveberî ji bo firotina sedî 10'î li hev kiriye lê ji bo firotin temam bibe divê lijneya rêveberî ya lîgê û klûb vê erê bikin.