logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  3. Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin
  4. 'Prenses Mumbî' xelata mezin girt
news-details

Çîrokbêjiya civakî û folklorîk

Di xwezaya çîrokan de mirov heye. Her bûyera têkildarî mirovan jî, olanê vedide. Ev dengê dîrokê ye û di wateya diyalekt

  • Dîrok: 19/03/2015
  • Beş: Serbest

Medenî FERHO

Di xwezaya çîrokan de mirov heye. Her bûyera têkildarî mirovan jî, olanê vedide. Ev dengê dîrokê ye û di wateya diyalektîka dîrokê de ye û ji nû de avakirina mirovahiyê ye. 

Parçekirina Kurdistanê, di hişmendiya Kurd de, “eclipse-xerabûna rojê” ye. Vê jî di destîniya mirovahiyê de qutbûnek çêkiriye. Piştî sed salî jî, mirovahî ne hatiye ser hişê xwe. Vê hişmendiya felcoyî, ji bilî bazirganiya selefkar, tiştek nedaye cîhanê. Ev dîtina min ne mûrşikestin, yan jî mûn-kirin e, ne jî hêvîşikestin e; serketin sîstema kapitalist ya parçekirinê ye. Lê piştî têkoşîna deh salan, diyalektîka dîrokê, bi pergala paradîgmaya nû hate destpêkirin. Yaşar Aslan jî, ji bilî pratîka xwe, bi çîrokên xwe jî tevlî vê paradîgmaya nû û afirandina mirovên ronesansê bûye. 

Yaşar Aslan di ferhenga Kurdî de lehengekî çê ye. “Li biniya me kendalê kûr û zinarên tûj û gincirî hebûn. ” Ev gotin, di destpêka çîroka “Rengbêj” de ye û dîtina me destek dike. Em dikarin di tevahiya çîrokên Yaşar Aslan de, dewlemendiya ferhengî bibînin û bi mînakan bidin. Wet gumana min nin e; hevîrkirin û meyandina çîrokên wî, pişt re hunandina çîrokên wî di paşerojan de wê werin nîqaşkirin. Ji ber ku rol û misyona çîrokbêjiyê di hunandina paşerojan de mezin e. Dema ku dibistanên bi zimanê zikmakî dest bi perwerdehiyê kirin, çîrokbêjiya Kurdî, devkî û nivîskî wê hêza xwe nîşan bide. 

Gotina; “Lê wekî tiştekî çêkirî ku wî ji turikê xwe derxistibû” bi qasî tevahiya gotinên min, nexşeya rol û misyona çîrokbejiya Kurd destnîşan dike. 

Çîroka “Xalocan”, bi zimanekî folklorîk hatiye estetîze-kirin û wek kultura madî derketiye pêş. Folklor, xeml û estetîka civakê ye. Yaşar ASLAN, di vê çîrokê de xeml û estetîka civakê, bi ferhenga dewlemend ya Kurdî vegotiye. 

Dibêje; “Şimamokê, petotka xalê xwe!” Ev hevok hem gotin e, hem helbest e. Ev ji nû de pêxistina meşaleya hişmendiya Kurdî ye. Dema kalik bi nebîka xwe re diaxive, bi pênûsa Yaşar Aslan, ew kultura bi gotinên rengnameya estetîkî bi giştî derdikevin holê. Eger, wek axaftina rojane were dîtin jî, zimanê romane, zimanê çîrokê û vegotina çîrokên devkî, ku kalik û pîrîkên me digotin e. Roman jî çîrok jî, wek zimanê gel têne binavkirin. Yanî binyada baskê herî giring ya edebiyatê, çîrokên gelerî ku bi xemlenîgariyek dewlemend û keda nifşan hatiye hunandin e. 

Dema dibêje; “Yek û dudo /bawer sisê /çeqlaw fisê/memo dîno /kevirê şîno /Qesra Elî / çardeh derî. ” Ji polemîkê dûr, rengnameya zimanê Kurdî nîşan dide. Ev sosyolojiya civaka Kurd e. Bi qerfên gundîkî be jî, gotin wek koma berbûlî û xêlî bi nîgarkêşiyek delalî tên rêzkirin. “Min kêleka kewarekê vekiribû. ” Ev hevok, destnîşankirina kultura maddî ye, “kûwar” bi ked û hişmendiya sedsalan û radestkirina nifşan gihaye qonaxa îro. Piştî teknolojî, berhemdarî û kultura meddî, civakî kete bin bextewariya nîrê koletiyê. Navê vê koletiya teknolojîk, kirin pêşketin û bextewarî. Helbet mirovahî rehet bûye, kar hêsan bûye, lê nîr giran bûye û aramî têkçûye. Bêbextî û bextreşiya kiryarên Beko Evan û Ulîs zêdetir bûne. Wek Farabî dibêje, “atêş-î suzan” dora mirovahiyê pêça ye. 

Em hinekî li destîniya drametîk û xemlênîgariya kultura meddî ya Kurd, ku di hûnandina çîroka Xalocan de çi qasî baş hatiye dayin binêrin: “Te wê rojê, ji min re kirasek û xeftanek biçûk dabû çêkirin. Te gotibû, ‘Xwe wekî diya min pîrê girê bide, tu jî pîra sêrekî’. Kiras û xiftanê min ê rengorengo, ûçik, pêşmalk, epriya hevrîşim, kefiya min. ” Di pêy van gotinên ku civaka Kurd di gotinên folklorik didê de; çîroka pêkenok ya “Muxtar” û axaftina bi tirkî, paşerojên drametîk û destpêka asîmilasyonê heye. Ne fantazî, serhildan!

Bi heman temtêlê, di destpêka çîroka “Ferîştahê Dil” de, rengnameya folklorîk û ferhenga dewlemend ya zimanê Kurdî destnîşan dike; “Di nava şînahî, gûl û her cûreyê daran da wekî xeleka govendê rûniştibûn. ” Hem xweza, hem rengîniya civaka xwezayî, ku îro, tê xwestin ahenga ekolojîk werê zemtkirin e

Lê di mîzaha xwezayî de jî, Yaşar Aslan hêza xwe û pênûsa xwe nîşan dide. “Yezdan berî niha bi sê çar salan hatibû vê dinyayê, ruhê wî ev şêst hezar sal e li gerdûnê geriya bû. ” Ev gotinên ku tiştên ji asoyên mêjiyê Kurd dûr ketine, car din tîne bîra Kurdan. Tiştên winda kom dike û bi rengekî hêsan û folklorîk bi zimanekî yekpareyî radestî xwendekar dike. Helbet ev jî hêza nivîskar e û hêviyên mezin dide. 

Di demeke ku ne çend sergerde, bi plan û stratejiyek kûr û berfireh li Kurdistanê komkujî têne kirin de, Yaşar Aslan wek nivîskarekî hosta, bi hişmendiyek têgihiştî neşterê diavêje birîna mumarî. Bi zimanekî hêsan, bi rengiyek folklorik û kultura madî, dest diavêje kultura manewî. Aliyekî wê psikolojîk e, aliyekî wê kompleks e… Yaşar Aslan, di her du aliyan de, teoriya dagirkeran berteref dike. Fêrkirin, bingeha bixwehatinê û têgihiştinê ye. Çîrokên Yaşar Aslan jî neynika fêrkirinê ne. 

Çîroka “Tapo” û “Guro” mîzaha reş in. Lê “Tapo” hinekî cûda ye. Di mîzaha reş de, trajediya civakî heye. Helbet çîroka “Guro” jî trajedî ye, lê neynika teknolojî û şaristaniya ku tenê bûye çavkaniya selefekariyê ye. Cûdatiya wan tenê ev e. 

Di her du çîrokan de, “qenciya dagirkerî û pêkarîbûnê” heye. Qenciya dagirkeriyê wêranzariya civakî, kesayetî ye; pêkarîbûn jî zor û azar in. Di hûnandina mecaziya her du çîrokan de, rengê mîzaha reş heye û xwendekar ber bi mijulahiya raman dibe. 

Mîzaha reş, yek ji baskên herî zor yê edebiyatê ye. Pirranî di çîrokan de xwe nîşan bide jî, gelek caran di hunandina romanan de tê xuya dike. Yaşar Aslan di çîroka “Tapo” de, ev babet baş girtiye dest û bi dabaşek balkêş vegotiye. 

Bi vegotinek gelerî û çîrokbêjiya devkî direkt dikevê mijarê û zilamê Fersî dibe devê deriyê lehengê çîrokê. Diyaloga navbera her du aliyan û mele, çîrokê di rengê mîzaha reş de derdixe pêşberî xwendekar. Di “Tapo” de, hinekî metroziya dîrokê hebe jî, bi şêwazek hêsan û folklorik huna ye. 

Di tevahiya çîrokên Yaşar Aslan de, olanvedanek heye. 

Ev olanvedana ji girtîgehê ye û têkildarî dîroka nû ye. Li Kurdistanê şoreşek çêdibe, divê şoreşê de para girtiyên azadiyê pirr zêde heye. Ne tenê di aliyê têkoşîna bedenî de, di aliyê hişmendî û hewngîrî de para girtiyên azadiyê zêde heye. Her çi qasî dibêjin, ji bilî bedena girtiyan çekê wan nin e, ez qebûl nakim. Wek mirovekî ku şeş sal û nîvan di girtîgehê de mam, ez baş dizanim ku girtiyên azadiyê çavkaniyek ji kultura manewî ne. Tevgera Azadiya Kurd, girtîgeh kirin dibistan. Îro jî girtîgeh bûne çavkaniya afirandina mirovên ronesansê. Ji ber ku girtîgehên Tirkiyê û Kurdistanê, ji destpêkê û heta îro, eniya herî berhemdar ya pêxistina meşaleya ku li asoyên paşerojên Kurdistanê hêviyên azadiyê ronahiyê dide. 

Dema di çîroka “Şînayî” de dibêje “Beşîşîn û kenê wê, dile wê çarlingî lêdixist”, mirov dibîne ku, ne tenê kesek, civakek, pêvajoyek û ronahiya di asoyên paşerojan de xuya dike. Beşûşî, hestek e!... Ken hêviyek e!... Dil hebûnek e!. . Çarlingî lêdixist sazûbûna sosyolojîk e!... Bêguman mirov dikare şîrovekirinê dirêj bike û serfiraziya ku li hemberî sefaleta kujerî, her diçe mezin dibe, bi hêz dibe bide xuya kirin. 

“Rûgeşîya Rûken deriyê dile wê vekiribû”, ev gotin jî realîzma paradigmaya nû û sîstema ekolojîk destnîşan dike. Ne reformizm, ne jî restorasyon e; di korîdorên dîrokê de, nêzîkbûna civaka Kurd e. Hinekî belge, hinekî jî gotin!... Gotin jî destpêka mucîzeyên peyamberan e!... Lewma Yaşar Aslan, hest û dilê mirov radike lepan. 

Dema Yaşar Aslan bi gotina “erê, ” dest bi çîroka “Lênûska Dilê Min (Tenê a Min)”, dike, çîrokbejiya Kurd ya gelerî tine bîra mirov. Di heman demê de di çîroka “Periya Sîruş” de, bi gotina; “Ecêêb, eecêb, ecêêêb, çi ecêêb e ev jin!!!” dest bi çîroka xwe dike. Pîrejinek 80 salî tîne bîra mirov. (“Lêgerînerî û Rexnegerî”, bi heman reng û temtêlê dest pê dike), Mînakên hostatiya Yaşar Aslan di çîrokbêjiya gelerî û folklorîk de ne. Bi vê pêwanê çîrokbejiya Yaşar Aslan hêviyan dide. Di hinek cihan de, rîtmeke hêdî xuya bike jî, kinbûna çîrokan wê rîtmê berteref dike. Ji ber ku xwendekar zû digihe encamê, westandin çênabe. Yan jî rîtma hêdî nabe sedema ku beşên çîrokê wek pîne xuya bikin. 

Çîroka “Lênûska Dilê Min (Tenê a Min)”, “Daxwaza Jînê” û “Xara Sorhestepî” bi stîlek cûda hatine nivîsandin. Di çîrokbêjiya Kurd de stîlek nû ye û serketî ye. 

Hemberî ku her sê çîrok fîlozofîk in, ez ê bêhtir li ser çîroka “Lênûska Dilê Min” rawestim. Ji ber ku gotina dawî ya çîrokê, tevahiya hişmendî û cewherê çîrokbêjiya Yaşar Aslan destnîşan dike. 

Her sê çîrok jî fîlozofîk in. Dema ku di çîroka “Lênûska Dilê Min” de dibêje “Kuro Cebro-Cebraîl, ez dilê te dixwînim”, li hemberî destîniya dagirkerên kujer lîstika bi mirinê ye û hestên têkoşînê vedibêje. Êdî mirov têdigihije ku, têkoşîna azadiyê, di girtîgehê de be jî, şer tenê berpirsiyariya takekesî nin e. Di rîtma Têkoşîna Azadiya Kurd de, dîrok heye, afirandina mirovên ronesansê heye, komunalî heye. Lewma zindanên li Kurdistan û Tirkiyê bûne eniyeke xurt û mezin ya têkoşînê. Bûne çavkaniya hişmendî û hewngîriyê. 

Mirov ji çîrokên Yaşar Aslan, gotina “hewngîrî, ji nû de hewngîrî ye” digire û ji bo girtiyên azadiyê bi kar bîne. 

Çîroka herî dirêj jî ev e û gotina dawî jî, hişmendiya Yaşar Aslan û hêza çîrokbêjiya wî jî şanî me dide: Lênûska xwe ya; “Havîna Min Bihara Xwe Dît, Na!; Evîna Min Xwe Dît dixim qula dîwarekî. Îcar kê ji xwe re dît. ” Ev, rasterast, têkoşîna li dijî siyaseta taybet ku gelê Kurd, ber bi “xela jiyanê” ve dibêye. Çîrokên Yaşar Aslan jî îroniya li dijî jiyana idealize-kirina bi destê dagirkeran, bi destê sîstema kapîtalîst û ideolojiya netew-dewletan hatine xwedîkirin e. Li dijî jiyana bi çerxa fundamendalîzma statukoparêzan hatiye guvaştin û korkirin, têkoşînek mîzaha reş e; êrîşa li dijî sîstema devşirmetiyê ye!... 

“Havîna Min Bihara Xwe Dît, Na! Evîna Min Xwe Dît” … bêguman gelê Kurd, bihara xwe jî, evîna xwe jî dîtiye. Em dirêj nekin; ev gotin, di çîrokbêjiya Yaşar Aslan de, her tiştî ji me re dibêje. 

13 Rezber 2014

Kraainem-Belçîka

Têbiniya Diyarnameyê:Nivîskar Yaşar Aslan ev 22 sal in li girtîgehê ye. Pirtûka wî "Rengbêj" ji Weşanên J&J'yê par derket. Ji bo pirtûkê nivîskar Medenî Ferho ev nivîs wekî pêşgotin nivîsîbû. Me nivîs ji nivîskar û weşanxaneyê xwest û em pêşkêşî we dikin.

 

Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 18 04 2026

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

news
  • 15 04 2026

‘Bazirganê Xeyalan’ û Xerckirina Jiyanê

news
  • 13 04 2026

Di zimanê kurdî de bingeha yekkîteyî

news
  • 04 04 2026

20 sal, 20 TL (Vê agahiyê bixwînin)... Hat nûkirin

news
  • 30 03 2026

Şîn, Windabûn û Rewşa Depresîf

news
  • 29 03 2026

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

CHP'ê hin berendamên şaredariyan eşkere kirin

ad

'Rojên Şahidiyê' dest pê kirin

ad

Xelata Helbestê ya Hirschman dan Îlhan Samî Çomak

ad

Gultan Kişanak bi gotina Seyîd Riza bersiv da

ad

Li La Lîgayê Real Madrîd gihîşt mirazê xwe

ad

Notên ji Sempozyûma Ehmedê Xanî

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026
news

Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin

  • 18 04 2026
news

'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

  • 19 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname