Diyarname
5'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê 166 sal û nîv cezaya hepsê dabû Berpirsê Karên Nivîsaran ê Azadiya Welat Vedat Kurşun lê Dadgeha Bilind ev biryara dadgehê betal kir.
Danişîna dadgeha Kurşun li 9'emîn Cezaya Daîreya Giran a Dadgeha Bilind li dar ket. Di danişîna ku parêzerên Kurşun jî amade bûn de cezaya li Kurşun hatibû birîn betal bû.
Dadgeha Bilind dosyaya Kurşun dîsa bi paş ve şand dadgeha Amedê û danişîn careke din dê li dar bikeve.


