• Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Ên Din
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
  • Rûpela Pêşî
  • Serbest

ŞEVBUHÊRKÊN ŞEHRAZAD

Dîrok : 08 05 2012 | Beş :

Serbest

Îlhamî Sîdar

“Kes nikaribûye ‘Çîrokên Hezar û Şevek’ê bi tevahî bixwîne.” Meseleke meşhûr e ev, di ser de jî tê gotin ku, ew kesê ku van çîrokan bi tevahî bixwîne, wekî ku dergehê razekê qedexe vekiribe dê tevî razê xwe bimire. Heke berhemek li dor xwe mîteke ew qasî xurt ava kiribe, ew êdî ne tenê vegotinek e, giyanawereke mucizewî ye ku dikare xwe bi dinamîkên xwe bi rê bixe. Berhemeke ew qasî dewlemend ku bi hezaran sal e ji Hindistanê bigire, heya Acemistan û Erebistanê ji kijan axî derbas bûbe qutê xwe ji mineralên wan axan stendiye. Dixuye ku afirînerên wê ew bi dîzayneke wisa nuwaze sêwirandine ku, berhem xwe bi xwe nemir kiriye.
Bi gelek tecrubeyan sabît e ku çîrok bi tevahî hatine xwendin. Ez jî yek ji wan xwedî tecrubeyan im. Mixabin ê min xwendineke derengmayî bû, ji ber ku di kitêbxaneya babê min de (!) ji Qurana pîroz pê ve tu pirtûk tune bûn. Min encax çîrok di sala 2001’ê de bi dest xistin û xwend (Çîrokên Hezar û Şevek,Weşanên YKY, Wergêr Alim Şerif Onaran, Stenbol, 2001, bi Tirkî) Û ez bextewar im ku wekî ku dihat angaştkirin di dawiya xwendinan de tişt bi min nehat û şikir hê jî sax im.
Li hev rasthatina min û çîrokan bi saya Baudelaire bû, belê heya salên 2000’î jî meyla min bêtir li ser helbestê bû, jixwe ew kesê ku serê xwe bi helbestê diêşand ne pêkan bû ku xwe ji Baudelaire xelas bikira, di hevdemek de min dil û giyanê xwe di “bîreke Harût û Marût”î  a di nav pêtên dojeha lanetlêhatî ku êzingên wê ji alî Lautreamont, Aloysius Bertrand, Arthur Rimbaud, Charles Baudelaire û sembolistên din ên lanetkirî ve dihat veguhastin de dibiraşt, hemû nîşane nexasim jî şandeyên Baudelaire (ku ji bo Poe digot, ‘bengiyê agirê abadîn’) min ber bi hêla Edgar Allen Poe’yî ve kaş dikir, Poe yê ku di hişê min de bi Anebel Lee’yê ji welatê behrê cih bûbû.
Berî 12 salan gava min Poe û çîroka wî ya “Destnivîsa di Şûşê de” xwend û peyre çîrokên din jî giş bi iştihayeke mezin daqurtand nihiçka çîroknivîsiyê ez bi behra vebêjeyê ve dehf dam, her wiha Edgar Allen Poe jî ji cîhana xwe ya fantastîk bang li min kir ku, ez ber bi qeraxa  “Çîrokên Hezar û Şevek”ê ve kaş bim.
Belê çîroka min û “Çîrokên Hezar û Şevek”ê bi vî awayî dest pê kir û ez bêsemax li pey van çîrokan ketim, mixabin, bidestxistina wan ew qasî ne hêsan bû, ji vir û ji wir min karibû ancax çend bijarte bi destxista, heta ku Weşanxaneya YKY hemû cildên wî careke din (8 cild) 2001’ê de weşand, min havîna wê salê çîrokan bêyî ku jê bêzar bim bi dilekî coş xwend û min dît ku sedema nivîskariya Murathan Mungan a ku çîroknivîskarên tirk a bi nav û deng, jixwe ev çîrok bi xwe bûn (piştî 12 salan min ê bidîta ku “Êvara Perwane” ya Bextiyar Eliyê ku serbilindiya soraniyê bû jî, ji vehênana çîrokan bigire, heya fentezî û fantastîzm, şehwet û erotîzmê, ji karakterîzekirinê bigire heya navê şexs û mekanan, alegorî û sembolan wekî sîtaveke van çîrokan bû) û min ê bidîta ku ji “Navê Min Sor e” ya Orhan Pamukî bigire, heya Hasan Ali Toptaş û ji Decameron’a Boccacio bigire heya Don Quijote a Cervantesî û heya Voltaire’ê Fransî  H. C. Andersenî Denmarkî, J. Swift’ê îngilistanî Oscar Wilde’ê îrlandî Edgar Allan Poe û O. Henry’yê amerikî, Hermann Hesse’yê almanî û nivîskarê Robinson Crusoe’yê Daniel Defoe’yî, ji bo nivîskarên ji çar alî cîhanê çavkaniya herî dewlemend e.
Jixwe ne Stendhal bû ku digot, “Her sal du pirtûkên ku dixwazim wan ji ber bikim û bi tu awayî nikarim xwe ji xwendina wan xelas bikim ‘Çirokên Hezar û Şevek’ û ‘Don Quijote’ in.”
Û Sartre jî nedigot, “Ne tenê Montesquie, lê her romantîka hevalbendê helbestê bêtir ji  ‘Çîrokên Hezar û Şevek’ê hez dike.”
Ev berhema efsanewî a mirov di deryaya çîrokan de noqî cîhaneke ku li ser zemîneke geometrik hatiye avakirin dike, bi hîkayatên nuwaze xweşiyê dide mirov, giyan û rihê mirovan radixine ber çavan, her cure xisyet û taybetmendiyên însên û sedema nihiçkên tevger û bizavên wî/ê bi tecrubeyeke gerdûnî li van çîrokan de xwe derdixe pêş, di hezaran rûpelan de ew qasî çîrokên balkêş di van çîrokan de ew qasî gerdûnên rengawaz, di van gerdûnan de ew qasî sinc û xiysetên mirovahiyê a balkêş, bi vegotineke ew qasî rengîn û helbestane û bi terkîbên ew qasî nuwaze û metelhiştî, xwendewanan di nav galeriyeke mirovahiyê de digerîne ku mirov di encama xwendinan de li xwe hay dibe ku di rastiya xwe de li heraliyê xwe yê qels rast tê, di rastiyê de ev deryayê çîrokan di neynika sedan kesan û di teybetmendiyên hezaran cureyan de rewşên mirovahiyê a ademî bixwe daye der, ji vê jî em dikarin bêjin ku, ev çîrok rastiya jiyanê bixwe ne, lewra em her roj ji bo roja dinê dijîn û her roj ji bo roja dinê ji hev re çîrokan dibêjin.
Gava em li “Çîrokên Hezar û Şevek”ê dinêrin sêhrek xwe dide der. Sêhra hejmaran, jixwe sêhrbazên cîhanê giş hêrî zêde ji hejmaran sûde wergirtine, ev ne belasebeb e helbet, lewra li vê gerdûnê ji lihevhatina molekulan bigire, heya lihevhatina dijraberan û lihevhatina bizavên gerdûnê bixwe jî li ser bingeha geometriya hejmaran pêk tê, ev e zemîna ku hîmê van çîrokan li serî hatiye avakirin heman  bingeha geometrik dihundirine. 1001 her çiqas wekî îşareteke dawîbûnê bixuye jî bêtir nîşandeya ji nû ve destpêkirinê yê, lê deriyên vê dest pê kirine ji aliyê aqil ve tên girtin, piştî demên qedîm Edgar Allen Poe dixwaze bi nivîsandina “Çîroka Şehrazad a Hezar û Duduyan” vê deriyê li gor hikmê xeyalên xwe veke û bi gotina “Rastî ji vehandinê ecêbtir e” dest bi çîrokê dike, lewma çîroka hezar û duduyan a Şehrazad bi qirêl pir ecêb tê û wê dikuje. Xeyalperestekî yekî wekî Poe jî dipejirîne ku jiyana rasteqîn ji vehênanan xeyalîtir in, jixwe ev bi felsefeya wî ya “Jiyan di xewnan de ye” re pir lihev tê û jixwe gava dibêje, “Tiştên ku em dibînin û xuyana me bixwe jî xewneke di nav xewnan de?” ye, îdîa dike ku gerdûna em tê de dijîn tenê ji xewnan pêk tê û heke her tişt di xewnan de be, xeyalên me jî di nav wan xewnan de wekî wan xewnên ecêb in. Gava Poe deriyê 1002’yan vedike bêgav dimîne ku lehenga xwe bi destê qirêl bide kuştin, lewra di nav xewnan de be jî, jiyana rastîn digel ecêbiya xwe jehrêya xewnan e jî.
1001 wekî metaforek ji bo Şehrazad deriyê jiyînê ye û ji bo metafora ku temsîl dike jî nehêniyek, nîvcomayînek e. Belê bi rastî jî jiyan bixwe li ser nehênî û nîvcomayînan dimeşe, her rojê însên, ji bo roja bê bendemayînek e, bendemayîna roja din, roja din, roja din 1, 10, 100,1000, 1001 û hew, jê û wêdetir hem riya dawî û hem jî riya destpêkê ye, lê ka ew destpêk bi çi rengiyê, ji benî Ademê û vir de, her kes li pey wê kifşê ye, lê kesî heya vêga çi li pişta wî deriyê girtî heye bi destnexistiye, helbet hinek rêwîtiyên mîstîk hene, yek ji van jî Ferîdûnê Attarê afirînerê “Mentiqu’t-Teyr”ê ku di “Musibetname” ya xwe de li dehên deriyan digere û dawiyê digihe “deriyê dil” li wir xwe dibîne, hebûna xwe dibîne; dibe ku wisa be, dibe ku deriyê em lê digerin ew deriyê ku herî nêzikê me, deriyê dilê me be, lê ev ê çi veguherine, lewra ê jiyanê watedar dike lêgerîn û lêpirsîn bixwe ne; ev gerdûn di gerdûna mîstîk a Rojhilat de bi rengeke derûnî bi lêgerîneke mîstîk xwe dide der, lê çîrok ne wisa ne, bi rengeke enderûnî xwe didin der ku rengên keskesora jiyanê giş tê de xuya ne, ev e di jiyaneke wisa pir rengîn de, çi ji destê Şehrazad tê ku serî li fen û futan nede, Şehrazada ku jiyana wê bi tayên ku pê çîrokên nîvcomayî  dirêse bi jiyanê ve hatiye girêdan ji giyaneke nedirkirî pê ve çi ye, giyaneke ji bo keç û xama yên Acemistanê hatiye nedirkirin pê ve çi mahneya jiyana wê heye.
Gava mirov ji derve li çîrokan dinêre wisa xuya dike ku çîrok bes li ser zemîna xapandin û bidilgumaniyan ava dibin, bi taybetî jî nêrinên civakê welatê rojhilatî ku ji ber tesîra kevneşop û baweriyan li jinê bêtir wekî objeyeke cinsî dinêrin têkiliyên tevlihev a di navbera jin û mêran de, rave dike. Bi kurtasî vê encamê derdixe ku jin bêewle ne, heke bixwazin wekî tayekê ji derziyê derbas bikin, xwe ji her astengiyê xilas dikin û disa jî bi a xwe dikin, bi fen û fûtan dikarin her daxwaza xwe bi cih bînin, gava mirov ji vî alî mêze dike bi mirov wisa tê ku li ser rûyê erdê tu mêrek tune ye ku ji alî jinekê ve nehatibe xapandin (heke wisa be mala me mêran giş xerabû). Teqez ev xal encama vînekê ye, vîneke mêrane, jixwe Harun Reşidê ku li navenda vê berhema qirase rûniştiye, temsîlek e, temsîla pergal û sazumana Îslamî, di vê sazûmanê de jin ji çaran yek e, jixwe di harema dewlemendan de ew jî bi parê nakeve. Li dinyaya din bihuşta ku wehda horiyan dike, jixwe neynika vê dinyayê ye jî, di erdnîgariyekî ku hestên mêrane gelek xurtbûyî de xelata vê jiyanê jin e, yanî horî, gelo di sedala 21’ê de kesên ku hê di vê baweriyên de hebe henin, belê di erdnîgariya rojhilatên paşvemayî de ku hê jî qîzên ku tên firotin mixabin vê rastiyê diçespîne. Mirov dikare bêje ku ev çîrok ji bo jinan heta bêjî erê piçûkxistinek e, lê heman demî documenteke dîrokî ye ku, qodên genetîka civaka rojhilatî radixine ber çavan e jî, lê ji alî perspektîv û naveroka xwe ve her çiqas neyîniyan bihewine jî ev yek ji qîmeta çîrokan tu tiştî kêm nake, lewra ev çîrok bi teşeyê vegotina xwe bigire heya forma xwe ya labîrentî, bi teknîka xwe ya çarçove-çîrokê hîmên edebiyata cîhanê ya nûjen danîne û jixwe piştî wergera Galland a Fransî çîrok û romana cîhanê bi rengekî nû geşe daye û hema bêje tu hunermendê ku ji van çîrokan sûde negirtibe nemaye.             
“Çîrokên Hezar û Şevek” wekî çîroka du şahên Acemistanê dest pê dike, destpêk pir balkêş e û ew qasî jî xedar e, şahek ji şahê Sasaniyan Şehriyar ji alî jina xwe ve tê xapandin, gava ku dibêjim balkêş ne ji ber xwe ve dibêjim, lewra ev mijara ku “Madam Bovary” ya Flaubert û “Anna Karenîna” ya Tolstoyî kirine berhemên sereke ya cîhanê bi rasti jî ji alî mirovan bi balkêşiyeke gelekî hûr û kûr tê şopandin. Şik û gumana xapandinê wekî kurmeke mirovî li pey çarenivîsa mirovan ketiye, em ji romantîzma derûniya xwe tim berê xwe didin Mem û Zînan, Romeo û Juliyetan, Leyla û Mecnûnan, Ferhad û Şirînan, lê bi rastî di jiyana rojane de evînên ew qasî pak û pakîze pir kêm in, do jî û heya îro jî jiyana mêr û jinan tim bi xepandinan hatiye qefaltin, Zuleyxaya jina Potifar jixwe mînakeke herî ber bi çav e, mixabin dinya ne ew dinyaya ku bi xeyalên pak û pakîze tê sêwirandinê ye, çîrok jî bi vê meseleya gerdûnî a bi jiyana her giyanawerî ve têkildar e dest pê dike. Şehriyarê ku ji alî jina xwe ve tê xapandinê ji wê rojê û bi şûn de her roj qîzeke ciwan mar dike û dawiya rojê jî wê îdam dike, li ser vê karesatê Şehrazada keça Wezîr a ku dilê wê li keçên welêt dişewite, ji bo çarenivîsa wan bêgunehan biguherîne bi Şehriyar re dizewice û jê re her şev çîrokan dibêje, ji ber çîrokên ku nîvco dimînin îdamkirina wê her bi paş ve tê avêtin (Gelo tê bîra we ku Penelope ya bextreş a li benda Odyssseusa xwe, gava xwezgîniyên wî yên çeper lê teng dikin ta ku heta bêhn lê biçikînin, dest bi veçinîna cawa xwe ya ku tim nîvcomayî dimîne dike; fen heman fen e, fena Şehrazad jî û ya Penelope jî ji bêçaretiyê tê, lewra qedandin nîşandeya dawîlêanînek e, heke Penelope cawa xwe biqedîne dê giyana xwe bimirine û heke Şehrazad çîroka xwe biqedîne tevî giyana xwe dê jiyana xwe jî bimirîne) wisa wisa dawiyê Şehrazad Şahê şahan tîne rê û dawî li rika wî ya li ser jinan tîne.
Em dikarin çarçove-çîroka ku bi sedan çîrokên “Hezar û Şevek” ê li ser bingeha wê ava bûne wiha xulase bikin: Du bira, Şehriyar û Şahzaman; li ser yekî taca Acemistan, li ser yekî jî taca Hindistan. Felek tevna xwe ji bo her du birayan bi heman teşeyî hûnaye û wan bi xefika “xapandin”ê qefaltiye. Her du bira gava li qiloçên xwe hay dibin, di nav şermiyê de terka qesrê dikin û ber bi riyên nehêniyan dikevin. Di rêwîtiya xwe de li cihekî tenha ji nişke ve rastî efrîdekê tên û ji cihê ku xwe vedişêrin bi dizîka temaşe dikin ku, efrîd sindoqeke qirase ji milê xwe datîne, zincîra sindoqê vedike ji sindoqê qutiyek û ji qutiyê jî jineke bedew derdixe, piştre wê hembêz dike û dibe li bin darekê pê hinek şa dibe, piştre pal dide çoka wê û di xew de diçe. Jina efrîd gava emîn dibe ku di xewekî kûr de çûye, çoka xwe ji bin serê wî dikişine û ber bi alî her du birayan ve diçe, “Ji wê darê werin xarê” dibêje û gefan li wan dixwe, “Nexwe ez ê wî şiyar bikim da ku we di cih de temam bike.”
Li ser vê her du qirêl mecbûr dimînin dakevin xarê û pê re hevşa bibin, piştî hevşabûnê jina efrîd gerdeniya stûyê xwe derdixe û gustîlkên pê ve nîşanî wan dide, dipirse: “Ev gerdeniya ha ku pênc sed û heftê gustîlk pê ve ne hûn dizanin çi ye?”
Dibêjin: “Na.”
 “Ez bêjim, ev efrît min di şeva daweta min de revand û xiste qutiyekê, qutî jî li sindoqekê qefalt û sindoqê jî bi zînciran heft qat bend û qeyd kir û avêt binê behrekê, lê çi fêde disa jî xwediyê van pênc sed û heftê gustîlkan li ser qiloçê vî efrîtê xafil di min niyan, niha hûn jî gustîlkê xwe derxin ez ê bi gerdeniya xwe ve bikim.”
Li ser vê her du qirêl li halê xwe şikir dikin û bi dilekî aş vedigerin welatê xwe. Şehriyar di rê de difikire ku, li vê dinyayê sedemê hemû xirabiyan jin in û bi tu awayî ewlehî bi wan nabe, di vê xalê de dijminekî jinan e. Ji vê rikberiyê her roj qîzeke xama mehr dike û piştî hevşabûnê wan dikuje, wisa wisa sê sal tê de derbas dibe ku kesên xwedî qîz ji ber vê zilmê debar nakin û ji welat direvin. Rojek tê ku wezîr ji bo mehrê li tu deverî qîzan peyda nake û bi dileke xemgîn tê malê. Yek ji keçên wî yên xama û fêris Şehrazad gava sedema xemgîniya wî hîn dibe, di cih de biryara xwe dide ku bi qirêl re bizewice, yan dê serê xwe di vê riyê de bide û yan jî bi îzna Xwedê dê qîzên welêt a Misilman giş xilas bike û berê ku ji mal derkeve bi xweha xwe Dinyazad re li ser pîlanekê lihev dike. Wezîr li ser israra wê bê çare keça xwe teslîmî qirêl dike, gava mehra wan tê birîn û dibe derengê şevê qirêl dixwaze pê re razê lê dibîne ku keçik pir xemgîn e, dipirse: “Ez dibînim ku mehdê te nexweş e?”
Şehrazad dibersivîne: “Min xatir ji xwişka xwe nexwest, lewma dilê min pê ve ye.”  Li ser vê qirêl xweha wê diwerîne û tevde dikevine sohbetê, demekê Dinyazad wekî ku berê pîlan kiribûn dipirse: “Ka tu cara dawî ji me re ji wan çîrokên xwe yên nuwaze venabêjî?” Jixwe pirs ew pirs e, wekî ku tê zanîn êdî dawî li çîrokên Şehrazad nayê. Şehrazada fêris û zana û xwedî kitêbxaneyeke ji hezar pirtûkan pêkhatî dest bi çîroka xwe dike, berdewamî dide, heya berbanga şefeqê, gava tarî hêdî hêdî vediçire dibêje: “Bi roj çîrok nahête gotin” û çîrokê di cihê herî bi heyecan de nîvco dihêle û her bi vê awayî hezar û şevek derbas dike, taliyê qirêl ji rikdariya xwe berdide û fena Şehrazad wî têk dibe. 
Çîrok di mînakên wekî “Pança Tantra” û “Kelîle û Dinme” de jî tê xuyakirin bi teknîka “çarçove-çîrok”ê hatine hûnandin. Bi hîn sedemên dîrokî çîrokên cuda dikevin nav bûyerê bingehîn ku çarçoveya vê kulliyatê pêk tîne. Menşeyê çîrokan, nivîskarê wan û dema nivîsandina wan ji berê vê serê lêkolînvanan pir êşandiye, lê encameke mîsoger ji van lêkolînan derneketiye. Li gor hin nêrînan menşeya çîrokan digihe ereban an hindiyan. Li gor texmînekê hin beşên çîrokan ji kulliyatekê bi navê “Hezar Efsane” derbasî zimanê erebî bûye, wekî navên kesên çarçove- çîrokê, (Şahzeman, Şehriyar, Şehrazad…) navên kesên çîrokên din jî ku navên îranî û hin teybetmendiyên îranî ne vê texmînê li ser himên qehîm rûdinîne, jixwe hinek qeydên dîrokî jî vê diçespinin, di “Murûcu’z-Zeheb”ê Mes‘ûdî (m.957)’de tê qalkirin ku di nav ereban de kulliyateke çîrokan a bi navê “Hezar Şev” an “Hezar û Şevek” heye ku ev kulliyat jî wekî gelek kulliyatên din ên ji Îran û Hind û Ji Grêkan derbas bûye, ji dereke din ketiye nav ereban û eslê wî yê farisî jî “Hezar Efsane” ye.
Hêleke din a vê meseleyê jî ew e ku, ji ber ku teknîka “çarçove-çîrok”ê di berhemên herî kevin ên Hindê de jî hatine bi kar anîn, hin lêkolîner menşeyên van çîrokan digihînin Hindistanê. Li ser menşeya çîrokan lêkolînerên ewropî bêtir sekinîne; pisporê Sanskritî A. W. von Schlegel menşeya çîrokan gihandiye Hindê, lê miqabilê vê Silvestre de Sacy vê angaştê red dike û dibêje çîrok elementên hindî û îranî nahewînin, li dijî wî jî J. von Hammer-Purgstall û M. J. de Goeje çîrokan bi “Hezar Efsane”yê ve girê didin.
A. Muler kulliyata çîrokan dike du beş û beşekî bi Bexdayê ve û beşa din jî bi Misirê ve girê dide. J. Oestrup jî riya A. Muller’î dişopine û beşekî din lê zêde dike û menşeya kulliyatê bi “Hezar Efsane”, Bexda û bi Misrê ve girê dide.
Oestrup îdîa dike ku çavkaniya çîrokan “Hezer Efsâne” ye û çîrokên ku tê de derbas dibin jî bi piranî bi çîrokên Hindê ve girêdayîne, lê çîrokên ku ji “Hezar Efsane” derbasbûne, di wêjeya ereban de bi dewlemendiyeke berbiçav xurt bûne û bi xeleka Bexda û Misrê forma xwe ya dawî sitandine.
D. B. Macdonald îdîa dike ku menşeya çîrokan îranî û erebî ne, lê çarçove-çîrok girêdayiyê Hindistana Rojava ye. Di kulliyatê de bi tevahî 264 çîrok hene. Forma kulliyatê derfet dide ku çîrokên di nav çarçove-çîrokê de cih girtine çîrokên cuda cuda yên din jî di nava xwe de biguncînin; em di gelek cihan de rast tên ku lehengê çîrokên Şehrazad bi sedemekê çîrokên din ji hev re dibejin û her wiha, çîrok di nav çîrok de li hev dialin.
 “Çîrokên Hezar û Şevek”ê ji zimanên Rojavayî bigire heya zimanên Rojhilatî li dehên zimanan hatiye wergerendin. Piştî wergera Fransî ya Galland (1704-1717, 12 cild, li Ewropayê yekem werger e) berhem li çarmedora cîhanê bêtir deng da, lê ji bilî wê li ser cîhanê bi sedan wergerên din hatine kirin, ji van çend hebên giring ev in:
J. C. Mardrus, Le Livre des Mille Nuits et une Nuit (c. I-XVI, Paris 1899-1904, wergera Fransî),
Edward Forster, Arabian Nights’ Entertainment (published by William Miller, London 1802, wergera İngilizî),
A. E. Zinserling, Der Tausend und einen Nacht ( I-III, Stuttgart-Tübingen1823; ji wergera Hammer’a Fransî, wergera Almanî),
Turdus Merula, Tusen och en Natt (c. I-IV, Huldbergs Förlag, Stockholm1875-1876, wegera Swedî ),
G. E. Eurén, Tuhannen ja Yksi Yötä (c. I-III, Turussa 1878-1880, wergera Finî),
Yu. V. Doppel’maier, Tısyaça i Odna Noç’ (c. I-III, Moskova 1889-1890, wergera Rusî),
Tisic a Jedna Noc (c. I-IV, Prag 1891-1893; F. Tauer, wergera Çekî),
Gabrieli34 , Le Mille e una Notte (c. I-IV, Torino 1949, wergera İtalî),
Vicente Blasco Ibañez, El Libro de la Mil Noches y una Noche Valencia1899; wergera Spanyolî);
Elf Leyle ve Leyle, beşên pexşan ‘Abdüllatîf Tassûcî,beşen helbestî Mîrzâ Sürûs 1845; Tahran1859; Lahor 1914, wegera Farisî ).
Di zimanê tirkî de wegera herî bi rêk û pêk a Alim Şerif Onaran e ku ji wergera Mardus a Fransî hatiye wergerandin, Binbir Gece Masalları I-XVI Alim Serif Onaran, Weşanxaneya Afa, İstanbul 1992; çapeke din  I-VIII YKY, /İstanbul 2002, 2004).

ilhamisidar@hotmail.com

***

Nivîsên Îlhamî Sîdar ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:


- Ji çiyayê Olymposê bangek / ‘Matmayînên Ronya’
- Rexneya rexneyê û di wêjeya kurdî de pirsgirêka nûjeniyê
-
 

 

Hûn dikarin li van jî binêrin

Ji Mûsa Şanak 3 helbest

Ji Mûsa Şanak 3 helbest

02 05 2022

Ji deftereke min çend tiştonek

Ji deftereke min çend tiştonek

01 05 2022

Aşa êşên jinan

Aşa êşên jinan

27 04 2022

Roja Rojnamegerên Kurd pîroz be

Roja Rojnamegerên Kurd pîroz be

22 04 2022

Ev jî hene

Mesela 'diziya berheman' û hevreşkirin

Mesela 'diziya berheman' û hevreşkirin

01 07 2016

Omer Dilsoz êdî ji bo Diyarnameyê dinivîse

Omer Dilsoz êdî ji bo Diyarnameyê dinivîse

22 09 2016

Li ser Darên Ercîşê û Darên Taksîmê çend gotin

Li ser Darên Ercîşê û Darên Taksîmê çend gotin

11 06 2013

Çend foto ji payîza welatê me

Çend foto ji payîza welatê me

06 11 2020

Nijada afirînerekî yan berhema wî?

Nijada afirînerekî yan berhema wî?

13 06 2012

Nivîsên Nû

Dilşêr Bêwar

Peşkên Şevê : 2

Dilşêr Bêwar

Omer Dilsoz

Play off û Amedspor of of!

Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Baskên ‘edebiyatê’

Omer Dilsoz

Cemîl Andok

Erebe

Cemîl Andok

Dilşêr Bêwar

PEŞKÊN ŞEVÊ

Dilşêr Bêwar

Salname

HERE JOR

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Yên piştgirî didin Diyarnameyê
  • Agahiyên ji bo nûçeyan
  • Bikaranîna Diyarnameyê
  • Têkilî-Contact-İletişim

Nivîskar

  • Cemil Oguz
  • Helîm YÛSIV
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Şêxo Fîlîk
  • Cîhan ROJ
  • Zekî OZMEN
  • Hekîm Sefkan / Tava Heyvê
  • yeqîn h.
  • Kazim Polat
  • Welat Dilken
  • Bedran DERE
  • Omer Dilsoz
  • Mîrza Ronî
  • Krîstîn Ozbey
  • Dilşêr Bêwar
  • Arjen Arî / Agirdank

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan

 

    • Portreya Mehê
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
  • Facebook
  • Twitter
  • RSS

Copyright © 2005-2022 Diyarname