Baxek ji folklora kurdî (Ji derdora Mêrdînê)
FÊRGÎN MELÎK AYKOÇ
Ev xebata birêz Çiya Mazî xebateke pirr bi nirx e. Min ta di salên heftêyî de dest bi civandina nirxên folklorîk kiribû, lê li pey ku hatim girtin, hevjîna min ji tirsan tev de þewitandibû. Dîsa jî berhemeke du bend di bin navê „Çavkaniyên Çanda gel“ de hate weþandin. Lema ez dijwariyê civandina folklora kurdî, ked, hiþyarî û zanîna metodên civandinê baþ dizanim. Lema dibêjim sipas û her bijî Çiya Mazî ku te bi gaveke wiha xurt û hêja dest avêt vê valahiyê.
Lêkolîna Gorbihuþt Cigerxwîn, Celîlê Celîl, civandinên Zeynelabidîn Zinar, berhema min û ev xebat nîþan didn ku zimanê kurdî çendî dewlemend e, gelê me çi kedeke bi nirx afirandiye. Dema mirov berhemên gel dixwîne dibîne ku çiqas gotinên sade û xas kurdî hene. Lê mixabin gelek niviskarên me bê ku berhemên folklorîk bixwînin, dinivîsînin, di dema nivîsandinê de dikevin tengasiyan û bi tena serê xwe bê haya wan ji zanista afirandina peyvan hebin, peyvên nû çêdikin. Dema mirov folklora kurdî bixwîne dibîne ku gel ji bo her tiþtî, her rewþê, her berhemê peyv û têgîn afirandine. Mînak Dema Þakiro dibêje: „bi destê nazik girt baweþînê... hûr hûr meþiya, çû þaneþînê“ Êdî hewce nake ku em bipirsin, ka „balkon û fön“ bi kurdi çi ne. Dîsa di stranê gel de dibêje: „Ez mam perîþan li der û dertûlê xelkê“ Lê niha dinêrim gelek kes ji bi „atik“ a tirkî nabêje „dertûl“ peyveke çêkirî û plastîk „avtok“ maftokan bikartînin.
Di ronahiya vê þiroveyê de, min êvarekê di yek bêhnekê de ev berhema Çiya Mazî „Baxek ji folklora kurdî“ xwend. Di her warê jiyanê de bi sedan peyvên gel bikaraniye, bi wê xweþiya zarê gel raberê me dike. Bêguman divê komisyon jî hebin peyv, biwêj û têgînên di folklora gel de tên bikaranîn binijinin, ka çendî xas kurdî ne û çendî ji zimanê biyanî ne. Lewre çawa Çiya Mazî jî nivîsiye, li Kurdistanê gelek gel li gel hev û di nava hev de dijîn.
Rêzdar Çiya Mazî ev berhem li ser þeþ beþan nijinandiye û beþên lêkolînê wek pirtûk bi navkiriye. Ev awa di nava berhemên ewropî de jî heye, nijinandineke baþ e jî. Pirtûka yekem li ser Dûrik û þiroveyên wan daye rûniþtin, durik wek „Manî“ jî tên zanîn. Mînakek ji durikan: „Ha li hewa ha li hewa / Zava çûye seyda kewa / Xweyê me bûk anî / Bûk piçûk e çav li xewa.“
Pirtûka duyem jî sê destanê heremî ne, ji devê Fadilê Kufragî hatiye girtin. Di destanan de gelek awayê peyv û biwêjan hatine bikaranîn, mînakek ji wan destanan „..Gavan go: Lawo, gelî karwan dilê min dibê yî, / bi xwedê min rûyê xwe îro kiriye çerm û xistiye pê yî /Heya niha rica min dudu bû, bi xwedê îjar bû sisê yî...“
Pirtûka Sisyan jî ji gotinê pêþiyan yên derdora Mêrdînê ne. Pirtûka çaran ferhenga pîþekariyê û absurd e. Ferhenga pîþekariyê gelek giring e, lewre hemû peyv û têgînên li herêmê ji bo rez, çotkarî û paleyî, xanî û avahî, tevn û cildirûnî, xêratî û hesinkarî, þivanî, gavanî, bêrîvani, xwarin vexwarin û metbax û amûrên þer tên bikaranîn bi þiroveyên hêsan radigîne me.
Pirtûka pêncemîn jî pêkenok û çîrokên gelêrî yên derdora Mêrdînê werdigire. Mînakek: „Kerê sofî,“ Mela dema ku ji mizgeftê derket nêhêrî ku kerek li ber derî ye. Hinek bi ecêbmaî û hinek jî bi henek dibêje: „Ma ev xêr e! Ev kera hanê li vir çi digere? Welleh min heta niha sofiyê ker dîtiye, lê min kerê sofî nedîtiye.“
Beþa þeþan jî gotarên li ser folklorê ne. Birêz Çiya mazî di vê beþê de jî gotarên xwe yên li ser folklorê ku di cûre cûre kovaran de hatine weþandin pêþkêþê xwendevanan dike. Ev gotar jî gelek balkêþ û û agahiyên folklorîk dagirtîne.
Çiya Mazî sala 1960 î li gundê Kufraga girêdayîyê Þemraxa Mêrdînê tê dunê. Çiya Mazî ji sal 1993 an û vir ve bi kurdî dinivîsîne, nivîsarên wî di kovar û rojnameyên wek Zend, Jiyana Rewþen, Welat, Azadiya welat, Avaþîn, Avesta, Amûdê, Nûbihar, Tîroj û kevanê de hatine weþandin.. Çiya Mazî demekê di kargeriya Enstîtûta Kurdî a Stenbolê de cih girtiye. 25 salan di daireyên mîna îdareya herêmî ya Mêrdînê û di þaredariya Þemraxê de xebitiye û malniþîn bûye, li navenda Mêrdînê dijî.
Nasnameya Berhemê
Navê Berhemê: Baxek ji Folklora Kurdî (ji derdora Mêrdînê)
Berevkar: Çiya Mazî
Weþan: Weþanên Berbang Stenbol 2014
Bi giþtî 381 rûpel e.
balani51@gmxl.de
01.06.2016, Yenî Ozgur Polîtîka