Diyarname
Agirê Newrozê êdî pê dikeve. Îro li bajaroka Deşta Darê ya Şirnexê bi meş û meşaleyan şahiya Newroza îsal hat dest pê kirin.
Di bin pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk a Şirnexê de gelek kes beşdarî meşa ji bo agirê Newrozê bû. Jinan li erbaneyên dan, gelek ji wan jî meşale bilind kirin û bajar ronî kirin.
Foto ji vê derê ye, loma jî wekî fotoya rojê ye.

Fotoyê destpêkê ji Bazîda Agirî, ev jî ji Deşta Darê hatiye.
LI CIHÊN DIN JÎ PÎROZBAHÎ HEBÛ
Li aliyê din li navçeya Bazîda Agirî û li Seyhana Edeneyê jî gel hat ba hev û agirê Newrozê pêxistin.
***
Nûçeyên Eleqedar:
- Hunermendên wê li Newrozê derkevin ser dikê diyar bûn
- Deklerasyon: Kirmanşa, Hewlêr, Qamişlo û Amed yek e
- Komên di Newroza Amed, Wan û Stenbolê de li ser dikê bin diyar bûn
- Va ye bajar bi bajar bername û diruşma Newroza îsal


