Cîhan ROJ
Di xwendevaniyê de ji metn û gotaran bêtir bala min li kitekit, têbinî û xêzikên sivik e. Di gotara Têmûrê Xelîl de (24/11 2010, Nefel) nîşeyek balkêş heye:
“…pirtûka doktorê zimanzanîyê, profesor û serokê beşa kurdzanîyê ya Înstîtûta Rohilatzanîyê ya Ermenîstanê Maksîmê Xemo ya bi sernavê "Ferhenga kurdî-rûsî ya frazêologî" ra bibine nas, ko sala 1979-an li Yêrêvanê çap bûye.
Di wê pirtûkê da 8 hezar fraz û îdyomên bi zimanê kurdî hene û ewana bi zimanê rûsî hatine şirovekirinê…
Wek gelek berhemên kurdî yên hêja, ev berhem jî tam negihîştîye gelê me. Ji ber ko îdyom bi kurdîya tîpên kirîlî ne û şirovekirina wan jî bi zimanê rûsî ne. Min îdyom kirine kurdîya latînî û şirovekirina wan jî ji rûsî wergerandîye kurdî. Ez bawer im, ko wê çend rêxistin, weşanxaneyên kurdan hebin, ko bixwezin vê pirtûka zanyarî ya hêja û giring çap bikin”
Li Serhedê peyva “nener” tê bikaranîn ku ji “sosret” ê madetir wateya “îbret” ê dide der. Îca bi tevî gelek nenerên di qada çand û wêjeyê de diqewimin carna jê nenerên wiha jî xwe didin der ê tu kes nikaribe jê re hincetan bibîne; 8 hezar fraz û îdyomên kurdî ku bi gotina Têmûrê Xelîl negihiştiye gelê me. A, tişta ku ê li her deverî wekî nenerî bê dîtin ew e ku nivîskar ked daye ji rûsî kirine kurdiya latînî lê bi hêvî û dexalet bang li rêxistin û weşanxaneyan dike da çap bikin.
Her ku nivîskar bi awayek kubar hêvî kiribe jî ez wê hêviyê wekî kêrekî ko ya rexneyê difikirim ku di serê dilê her kesî de daçikiya ye.
Ji ber ku îro di malpera Diyarname de nûçeyek derbarê çalakiyên wêjeyî de hebû ezê ji wê nûçeyê mînakekê bidim**:
“Şaredariya Wanê, Kurdî Dera Wanê, Egîtîm Sena Wanê û Weşanên Lîs li Wanê çalakiya ‘Rojên em bi kurdî bixwînin’ li dar dixe”
Çalakî û gavên wisa dil li însan xweş dikin. Xweziyên însan bi cî tên. Lê di bernameyê de agahiyekê bala min kişand:
“Pirsgirêka Kurdî ya Wêjeya
Axaftin: Oya Baydar , Ayşegul Devecioglu, Yavuz Ekinci”
Pirsekê xwe da der, çi eleqeya van kesan bi çi awayî bi babetê re heye? Bi qasî agahdar im her sê jî bi tirkî dinivîsînin. Heta di agahiyên înternetê de ji bo Yavuz Ekîncî wiha hatiye nivîsîn: Nivîskarê tirk ê esilkurd.
Helbet dil dixwaze ku di çalakiyên wisa de bi sedan kes û derdor cih bigirin. Kî dibe ne xem e lê xem û hesabê ez dikim tiştek din e; bi tenê bi mesrefa ku li wan tê kirin organîzasyonê dikaribû pirtûka ku Têmûrê Xelîl behs dike çap bikira û li sedan kesan belav bikira. Gelo ji bo ziman, edebiyat û xwendevanên kurdî 8 hezar îdyomên bi kurdî muhîm e an tevlêbûna hersê kesan.
Hurmeta min ji bo hersêyan heye. Ez behsa rastiyekê dikim. Û baş dizanim ger ew kes haydarî rastiyên wiha bin dê ew jî bêjin bangî me nekin di zûtirîn demê de berhemên wisa ji bo ziman û edebiyata xwe bidin çapê.
***
*Nivîskar Cîhan Roj navê "Nener" li nivîsê kiribû, sernavê li jor me lê kir (Diyarname)
**Ji bo nûçeya eleqedar binêrin: Li Wanê ‘Rojên Em bi kurdî bixwînin’
*Têbiniya Diyarnameyê: Li Wanê dê bernameyeke bi navê "Rojên em bi kurdî bixwînin" li dar bikeve. Bername ji me re hat û me nûçe çêkir. Di bernameya ku ji me re hatibû şandin de ev sernav wisa hatibû nivîsîn: "Pirsgirêka Kurdî ya Wêjeya". Piştî me nûçe çêkir û bername jî pêre weşand, nivîskar Cihan Roj ev nivîsa jor ku têde qala vê xalê jî dike nivîsî. Edîtorê Weşanên Lîsê Lal Laleş li me geriya û diyar kir ku di dema nivîsandina bernameyê de sernav kêm hatiye nivîsîn û rastiya wê sernavê wisa ye: "Pirsgirêka Kurdî ya Wêjeya Tirkî".