Çîrokên bajarê çawalêhato
Luqman GULDIVÊ
Li filmekê bihizirin, gava mirov lê dinihêre wekî ku ji xwe re li þanoyeke temaþe bike, li mekanekî sabît xuya be. Çîrokên bajarê çawalêhato (Tales of Accidental City) filmekî wiha ye. Heke mirov bi vê hisiya, zêde nakiþîne heta mirov bi ser ve dibe ku ji xwe filmçêkera ciwan Maimouna Jallow jixwe senaryo serê pêþî ji bo bibe lîstikeke þanoyê nivîsandiye. Film sala 2021’ê temam bûye û behsa vê dema þewba ji ber vîrusa koronayê dike.
Diyar e ku nivîskara senaryoyê û derhênera filmê Maimouna Jallow bi filma xwe ne tenê xwestiye balê bibe ser þewbê û tevdîrên asêbûna xelkê di malên xwe de, lê wê bi awayekî eþkere senaryo û kamerayên xwe ji bo nîþandana nakokiyên civakî yên çînên cihê yên li nava paytexta Kenyayê Naîrobiyê nîþan bide.
Ji ber ku ev armanca wê bi temaþevanan pir xuya dibe di dawiya filmî de, heta mirov dikare bibêje, perdeyek ji ser sêwirandina destpêkê radibe, ya ku çîrok dida destpêkirin. Gava ev perde radibe, tevahiya karakterên "sereke" vedigerin cihekî din: Mekanê ku nakokiyên civakî û neheqiyên heyî yên sîstemîk digihin hev.
Min li jor behsa karakterên sereke kir. Di vî filmî de esas her kes karektereke sereke ye, ji bilî xemlên li dora yekî ji karakterên sereke.
Di filmî de jineke terapîst a ku memûra dewletê ye heye. Navê wê Rose ye. Ew ê terapiyeke mecbûrî bi 4 kesan re bike, yên ku li gorî dadgeran pirsgirêka wan a kontrola hêrsa wan heye. Yek ji wan jineke ciwan e ku li dijî mêrê xwe yê ku ew xapandiye û perê wê xwarine, þidet bi kar aniye (Jasinda Atemo); ya din dayikeke ku gava zaroka wê hatiye revandin þidet bi kar aniye (Diana); yeke din jineke ku esas diviyabû ne di wê terapiyê de be lê ji ber ku telefona hevala xwe jê vediziye, ketiye terapiyê (Hamida); yê dawiyê jî endamekî meclisa þaredariyê ya Naîrobiyê ye ku pê li kûçikê þaredar kiriye (Louis Njoroge).
Senarîst di wekheviyê de rewþeke wiha afirandiye û her pênc karekter jî bi qasî hev karakterên esasî bin. Tevî ku serê pêþî bi mirov wa ye terapîst wê bi rola herî esasî rabe, bi herika filmê re em dibînin ku ev ne wisa ye. Çîrokên karekteran nîþan didin ka di rewþeke çawa de hewl didin li paytexta bajêr xwe bi cih bikin. Bi karê zêde û baweriyê yek ji wan dixwaze ji heqî tiþtan derkeve, ya din bi xwegirî û xwedîbûna li zaroka xwe. Yê din dixwaze þaþiyên bavê xwe yê þaredar ên dîrokî baþ bike û barê dizî û neheqiya wî kiriye ji ser xwe biavêje, lê ketiye nava kulmoza siyasetvanên wekî bavê xwe. Hamida bi xwe ji gundê xwe berê xwe daye Naîrobî, ne bi dilê xwe bi bar bûye û bi anîna dinê ya zaroka xwe re zaroka xwe daye xelkê. Çîrokên cihê yên van mirovan û esas çîroka terapîstê -ew ê bi xwe jî nikaribe hêrsa xwe kontrol bike- jî hemû nîþan didin ku ew mirov li bajarekî hema welê çawalêhato hatine cem hev:
Esas bajar yekî çawalêhato ye.
Bi vî filmî em bajarekî xerîb nas dikin. Em mirovên wê, pirsgirêkên wê yên sereke -þideta polîs a li dijî taxên xizanan, bertîlxwarin, gendelî, nekirina xizmetê- nas dikin. Û peyama hêviyê ya di dawiyê de ne dûrî reqsa aktorên sereke ye jî, senaryoyê kamil dikin. Mirov êdî dizane êdî Maimouna Jallow nivîskareke hoste ye û kariya vê hostetiya xwe ji bo sînemayê jî baþ bi kar bîne. Bi ya min heger derfeta we hebe, 55 deqîqeyên we jî hebin, jê nemînin.