Diyarname
Pêşangeha fotografan a Atolyeya Fotografan li Salona Pêşangehê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê vebû.
Pêşangeha di kordînekirina Walîtiya Amedê de ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve tê bi rê ve birin û SODES wê fînanse dike vebû.
Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr pêşangeh vekir û got, "Digel hemû zehmetiyan emê hilberîna xwe bidomînin. Bila dest û dilê we sax be, çavên we sax bin."
Di atolyeyê de Huseyin Bahçe û Îbrahim Yildirim ders da û atolya bi beşdariya 14 kesan temam bû. Kesên beşdarî atolyeya du meha bûn, li cihên cur bi cur ên bajêr fotograf kişandin. Ji van fotografan 38 heb jê ketin pêşangehê. Pêşangeha fotografên atolyeyê heta 5'ê vê mehê li dar e.