Diyarname
Serokê Herêma Kurdistana Federal Mesûd Barzanî li Qesra Elysee ya Serokomariya Fransayê ligel Serokomarê Fransayê François Hollande hevdîtin kir. Di hevdîtinê de li ser xurtkirina têkiliyan hate axivîn.
Barzanî ji bo beşdarî 51'emîn Konferansa Ewlehiya Navneteweyî bibe çû Almanyayê û ji wir derbasî Fransayê bû. Hevdîtina Barzanî û Hollande duh ber bi êvarkî li dar ket. Di hevdîtinê de li ser xurtkirina têkiliyan û têkoşîna li hemberî terorîzmê hate s ekinîn.
Berî Barzanî Hevsera PYD'ê Asya Ebdullah û yek ji fermandarên YPJ'ê Nesrîn Ebdullah jî ligel Nûnerê PYD'ê yê Fransayê Xalid Îsal li heman qesrê ligel Hollande hevdîtin pêkanîbûn.


