AMED
Ji ber axaftineke wî 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê 10 meh cezaya hepsê li Hevserokê BDP'ê Selahattin Demirtaş birî.
Parêzera Demîrtaş, Meral Daniş Beşdaş biryar wekî "cudakariya di hiqûqê de" nirxand û got biryar: "şerma hiqûqê ye"
Demirtaş dema Serokê ÎHD'a Amedê bû û berdevkê demê yê Platforma Demokrasiyê ya Amedê bû ji bo balê bikişîne ser rewşa Ocalan li Amedê li ser navê platformê daxuyanî dabû. Piştî vê axaftinê beşdarî Roj TV bûbû. Dadgehê ev axaftina Demirtaş a di Rov TV de wekî propagandaya rêxistinê nirxand û ceza li wî birî.