Diyarname
Li Tirkiyeyê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan çi bibêje, ew tê kirin. Herî dawî qala zêdekirina hejmara "Bajarên Mezin" kiribû, niha Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê dest bi weşanê kir.
Niha li Tirkiyeyê 30 Bajarên Mezin hene ku di nav wan de Amed, Wan, Mêrdîn, Riha jî hene. Pêşî di sala 1984'an de dest pê kirin, Stenbol, Enqere û Îzmîr kirin bajarên mezin. Heta roja me ev bajar ketin nav statuya bajarên mezin: Edene, Enqere, Antalya, Aydin, Balikesir, Bursa, Denizli, Amed, Erzerom, Eskişehir, Entab, Hatay, Stenbol, Îzmîr, Kahramanmaraş, Kayserî, Kocaelî, Konya, Meletî, Manîsa, Mêrdîn, Mêrsîn, Mugla, Ordu, Sakarya, Samsun, Riha, Tekirdag, Trabzon, Wan.
Niha wezaret dixwaze hejmara Bajarên Mezin ji 30'î derxe 51'ê û ji bo vê yekê xebat daye dest pê kirin. Li gor nûçeya Deniz Ayhan a di rojnameya Sozcu de di nav bajarên ku li ser dixebitin de bajarên ku serjimariya wan bi ser 500 hezarî de ye yên wekî Semsûr, Afyonkarahisar, Agirî, Çanakkale, Çorum, Elezîz, Kutahya, Sêwas, Tokat, Zonguldak, Batman û Osmaniye, dîsa bajarên ku serjimariya wan bi ser 400 hezarî yan nêzî vê de ye yên wekî Şirnex, Giresun, Isparta, Yozgat, Mûş, Edirne, Aksaray, Kastamonu, Duzce hene.
Heta niha biryar ew bû ku bajarên serjimariya wan bi ser 700 hezarî re be dikarî bikeve nava statuya Bajarê Mezin lê niha vê dadixin 400 hezarî.


