Diyarname
DEM Partî berendamên xwe yên şaredariyê bi hilbijartinê diyar dike. Di encama hilbijartinê de berendamên DEM Partî diyar bûn: Dogan Hatun û Serra Bucak.
Ji jinan Serra Bucak di dengdanê de bi ser sedî 50'î re deng girtibû û bûbû berendam. Îro jî ji bo berendamê mêr hilbijartina dora diduyan hebû. Di vê hilbijartinê de Dogan Hatun û Garip Kandemir hebûn; Dogan Hatun bi sedî 64 dengî bû yekemîn. Bi vî awayî Dogan Hatun û Serra Bucak bûn berendamên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê.