logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Vaye encamnameya kongreya HRRK'ê

HRRK'ê 4'emîn kongreya xwe li dar xist. Di kongreyê de komîteya karîger hat avakirin û hin biryar hatin girtin.

  • Dîrok: 27/01/2014
  • Beş: Nûçe

Diyarname

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) rojên 25-26'ê vê mehê de 4'emîn Kongreya xwe li dar xist. Di kongreyê de pirsgirêkên hevgirtinê û rojeva ku kurd niha têde ne hatin nîqaşkirin. Hevgirtinê di dawiyê de komîteyeke karîger ku ji 9 kesan pêk dihat ava kir û her wiha encamnameya xwe jî weşand. Di na komîteya karîger a hevgirtinê de Ehmed Huseynî, Helîm Yûsiv, Reşîd Heso, Roza Husên, Hesen Ebdullah, Welîd şêxo, Husên Omer, Bavê Narîn, Yûsif Xalidî heye. Ji nav van jî Hesen Abdullah ji bo Serokatiya Komîteyê, Welîd Şêxo jî ji bo cigirtî hat hilbijartin.

Ev komîte ji niha û pêde dê dest bi xebatan bike.

Her wiha hevgirtinê encamnameya xwe jî weşand. Em wê encamnameyê radigihînin we: "

Encamnameya Kongreya 4'an a Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê

Li bajarê Bielefeld ê almanyayê û piştî rawestandina kar û barê hevgirtinê ji ber sedemên cuda, di 25 û 26.01.2014'an de, kongreya çaran ya Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê lidarket.

Damezirandina hevgirtinê bixwe bersiveke rasterast bû ji bo 12'ê Adara 2004'an, her wiha dengvedana wijdan û hêviyên miletê me bû. Ji ber ku rewşa îro nêzîkî wê rewşê ye ya ku piştî 12'ê Adarê hatibû holê, komîteya kargêr û hejmareke ji endaman xwestin ku kar û barên xwe berdewam bikin û layiqî rewşa vê qonaxê û pirsên wê bin. Ji ber vê komîteya kargêr hate avakirin û vexwendineke vekirî ji bo hemû rewşenbîrên rojavayê Kurdistanê di çapemeniyê de belav kirin, da ku beşdarî kongireya 4'an bibin û giyanê serhildana Adarê vejînin. Bi awayekî ku bibin dengê berxwedana miletê xwe dijî zordariya rêjîma sûrî. Her wisa bi miletê xwe re beşdarî xwepêşandan û çalakiyên ji bo azadî, dadmendî, wekhevî û rûmetê bibin. Nexasim ku bi sedan ji zarokên miletê me di riya parastina xak û gelê xwe de, diji hêzên tarî şehîd ketin. Beşdarên kongireyê bi berfirehî li ser xalên di rojevê de û li ser rêbaza xwe danûsitendin. Beşdar di wê baweriyê de bûn ku pêdivî bi piştgiriya destkeftiyên miletê me heye, ku bi xêra keda xebatkarên me û xwîna şehîdên me hatine holê. Wisa jî girîngiyeke mezin dan rola jina kurd û beşdariya wê ya çalak di destnîşankirina qedera gelê me de. Her wiha pêdiviya bi beşdariya hemû rewşenbîrên rojavayê Kurdistanê di kar û barê bi hev re hate piştrastkirin. Ji ber wê deriyê vê hevgirtinê ji bo hemû rewşenbîran, dîtin û nerînên wan çi bin bela bibin, vekirî ye. Li gor rêbaza hevgirtinê û armancên wê, ev hevgirtin platformeke rengînî ye û li ser bingeha danûstendin, rêzgirtina dîtinên cihê, pejirandina hev, hemêzkirina dîtinên rexneyî û nirxên giştî hatiye avakirin. Ev yek jî me dajo ber wê berpirsiyariyê ku em bi hev re gavan ber bi armancên xwe yên hevbeş ve bavêjin, asta gotara xwe ya rewşenbîrî bilind bikin û di çarçoveya parastin û pêşxistina zimanê xwe de van nirxan pêş ve bibin.

Di dawiya kongireyê de ev pêşniyaz û biryar hatin girtin:

1- Hem li Amedê û hem li Hewlêrê kongre û civîn bêne lidarxistin. Eger di nava şeş mehan an salekê de ev civîn pêk hatin, wê komîte amadekariya kongreyeke giştî û awarte li Qamişlo bê kirin.

2- Pêşdebirina karê hevgirtinê di warê ragihandinê de "aktîfkirina malpera fermî ya hevgirtinê û rûpelên wê yên di warê medya civakî de.

3- Avakirina têkiliyan bi dezgeh û der û dorên biyanî re.

4- Xurtkirina danûstendin û têkiliyên endamên hevgirtinê yên ku li yek welatî dimînin û lidarxistina çalakî û şevên wêjeyî û çandî. Di riya amadekirina planeke karkirinê û bi erêkirin û alîkariya komîteya kargêr ya ku di vê kongireyê de hate hilbijartin."

 

 

** 

Nûçeyên eleqedar:

- Kongreya HRRK'ê dest pê kir 

- HRRK bi kongreya xwe dixwaze xwe çalaktir bibe  


Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 27 10 2026

Der barê Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanî de biryarên nû

news
  • 26 10 2026

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

news
  • 26 10 2026

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

news
  • 26 10 2026

6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

2026: Va ye Mêrê Herî Seksî yê salê, Noah Wyle

ad

2022: RSF'ê hejmara rojnamegerên hatine kuştin eşkere kir

ad

Hilbijartina pêşwext tê

ad

Li bajarên kurdan anketa li ser ziman hat çêkirin

ad

Konferansa mamosteyên kurd bi dawî bû

ad

Çima ne 100 lê 36 parlementer?

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname