Diyarname
Ofîsa Îstatîstîkan a Ewropayê (Eurostat) li ser Roja Ziman a Ewropayê li ser welatên endamên Yekîtiya Ewropayê (YE) lêkolînek weşand û têde der barê zimanên wan deran de agahî da. Daneyên balkêş jê derketin. Vaye hin îstatîstîk:
- Sedî 65'ê mirovên gihîştî yên YE'yê herî hindik bi zimanekî biyanî dizanin.
- Di nav 28 endamên YE'yê de herî zêde li Swêdê mirov bi pir zimanên biyanî dizanin.
- Sedî 97'ê mirovên gihîştî yên li Swêdê herî hindik bi yek zimanê biyanî dizanin. Piştî vê bi sedî 96 Letonya, Danîmarka û Lîtvanya tên.
- Luksemburgî bi sed^i95, Malta sedî 92, Estonya sedî 91 bi rêzê tên.
- Di nav endamên YE'yê de herî zêde li Luksekbûrgê mirov bi gelek zimanan dizanin. Ji nîvî zêdetir kesên gihîştî yên li Luksembûrgê herî hindik bi 3 zimanên biyanî dizanin.
- Di nav welatên herî hindik bi zimanên biyanî dizanin de Îngilistan tê. Li Îngilistanê tenê sedî 35'ê kesên gihîştî bi zimanên biyanî dizanin.


