Diyarname
Yek ji efsaneyên mezin ê fûtbola dinyayê Pele li Parîsê bi sedema tînek bilind birin nexweşxaneyê. Hat gotin ku talûkeya jiyanî ya efsaneyê brezîlî tune lê dîsa jî dê di bin çavdêriyê de be.
Malbata Pele li ser vê yekê tu agahî nedaye. Pele niha 78 salî ye. Wî ligel Tîma Neteweyî ya Brezîlyayê 3 caran Kûpaya Cîhanê bi dest xist.
Pele ji bo îmzekirina peymana sponsoriyê li Parîsê bû.