logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  2. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
  3. Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn
  4. Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)
  5. Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya
news-details

Di 'Xetaya Pergalê' de belgefîlmên kurdan hene

1001 Festîvala Belgefîlman a Navneteweyî dest pê kir. Di festîvalê de gelek belgefîlmên bi kurdî jî hene.

  • Dîrok: 27/09/2012
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Cemil Oguz

Yek ji festîvalên girîng a belgefîlman a li Tirkiyeyê jî 1001 Festîvala Belgefîlman e. Festîval bi merasimekê dest pê kir. Di festîvalê de li dor deh belgefîlmên derhênerên kurd jî hene.

Li Tirkiyeyê her ku diçe eleqeya ji bo belgefîlman zêde dibe. Û her wiha eleqeya ji bo festîvala belgefîlman jî. Yek ji van festîvalan ku ev 15 sal in li dar dikeve û gelek eleqe dibîne jî 1001 Festîvala Belgefîlman a Navneteweyî ye. Festîval îsal di bin diruşma "Xetaya Pergalê" de li dar dikeve.
Festîvala ku ji aliyê Yekîtiya Belgefîlmkarên Sînemayê (BSB) ve tê lidarxistin, par 14'emîn car li dar ketibû û di 5 rojan de 11 hezar û 700 kesî li belgefîlman temaşe kiribû. Festîval îsal careke din deriyên xwe ji bo belgefîlmhezan vekir û heta 2'yê meha pêşiya me dê bidome.
 
Ji bo destpêkirina festîvalê êvara 26'ê mehê li Cemal Reşit Reya Stenbolê merasima destpêkê hat li dar xistin. Di şeva ku pêşkêşvanê televîzyonê Alp Ozgen pêşkêş kir de  Koma KEKEÇa body performans, Ozgur Demir û hevalên xwe jî stranên xwe pêşkêşî temaşevanan kir. Di şevê de Serokê 1001 Festîvala Belgefîlman a Navneteweyî Mustafa Unlu got ku îro meseleya sereke ya mirovahiyê bîrkorî ye û belgefîlm li hemberî vê bîrkoriyê amûreke sereke ne.

Serokê BSB'ê Hasan Ozgen jî wisa got: "Ji aliyê dîtbarî, gotin, vegotin, aqil, rewşa dinyayê û hal û ehwalê mirovayê ve, em belgefîlkar hilbijêreke pir cure pêşkêşî civakê dikin. Helbet ji bo yên fêm dikin."

Ji gelek welatan 76 belgefîlm

Îsal ji 45 welatên dinyayê li dor 400 belgefîlmî serî li festîvalê daye û ji van 76 belgefîlm hatine hilbijartin; ketine nav bernameya festîvalê.
Belgefîlm di bin beşên bi navê 'Beşa reş', 'Beşa sor', 'Beşa tûrûncî', 'Beşa zer', 'Beşa hêşîn', 'Beşa Mor', 'Beşa kesk', 'Beşa tûrkûaz' û 'Beşa gewr' de belgefîlm bê pere têne pêşkêşkirin.
Belgefîlm li Beyogluya Stenbolê, li Navenda Çandê ya Tarik Zafer Tunaya, li Navenda Ciwanan a Şaredariya Beyogluyê û li Navenda Çanda Fransiz, li Beşîktaşê  li Sehneya Afife Jale û li Kadikoy jî li Navenda Çanda Nazim Hîkmet belgefîlm derdikeve pêşberî temaşevanan.

Belgefîlmên bi kurdî

Di festîvalê de li dor belgefîlmên derhênerên kurd jî hene ku hin bi temamî bi kurdî, hin bi kurdî û zimanên din in. Di nav belgefîlmên bi kurdî de hin "Zonê KOtî yo" yê Veli Kahraman, "Beklemek (Libendêmayîn)" ê Bulent Ozturk, "Vagona Reş Sirgûnên Dêrsima 1938'an" yê Ozgur Findik, "Olucanlar" ê Murat Ozçelik, "Evcilik (Lîstika Bûkanî)" ê Bingol Elmas, "Maya" ê Rodî Yuzbaşi hene.
Îsal beşa bi navê "Fîlmên Pêşî, Derhênerên Ciwan" jî li festîvalê kirine û di vê beşê de jî gelek belgefîlmên derhênerên kurd ên ciwan hene. Di vê beşê de belgefîlmên ku di heman demê de bi zimên kurdî ne jî ev in: "45 roj" (Der: Omer Guneş), "Çop" (Der: Burak Turten), "Faîlî Dewlet" (Der: Veysi Altay), "Min Rastî Nivîsand - Defterê Licê" (Der: Ersin Çelik), "Saîrê Dêrsimî: Silo Qiz" (Der: Bulent Boral).

Ji dinyayê belgefîlmên balkêş

Ji bilî belgefîlmên li Tirkiyeyê ji gelek welatê dinyayê gelek belgefîlm dibin mêvanên Stenbolê û di nav van de gelek belgefîlmên serketî jî hene. "Big Boys Gone Bananas" - Zarokên Mezin Çûn Mûçê" (Der: Fredrik Gertten), "Blokada - Dorlêgirtin" (Der: Igor Bezinovic), "The Hood + The Collar" (Der: Paddy Hayes), "A Temple To The Commons " (Der: Subramanyam Gautham), "The Little Team- Tîma Biçûk" (Der: Roger Gomez, Dani Resines) hin ji wan in.

Panelên li ser belgefîlman

Her wiha di festîvalê de du heb jî panel hene. Ji panelan yek jê bi navê "Bazara Belgefîlman a Ewropayê" dê roja 28'ê mehê saet 11'an de, panela din jî bi navê "Ev belgefîlmkar kî ne?" roja 29'ê mehê heman saetê li dar dikeve.

 

Parve Bike

Youtube Me

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 23 10 2026

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

news
  • 21 10 2026

Festîvala Şanoyê deriyên xwe vedike

news
  • 21 10 2026

Fûara Pirtûkan a Hewlêrê vebû

news
  • 20 10 2026

Fîlmên Pêşbaziya Neteweyî ya Bogazîçî eşkere bûn

news
  • 18 10 2026

Fîlmên 'Pêşbaziya Neteweyî' yên Festîvala Enqereyê diyar bûn (Ene xebere bi zazakî û kurmancî ya)

news
  • 17 10 2026

Li vîzyonê vê hefteyê

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

'Practical Magic 2', 'The Umnknown' û yên din

ad

Mînaka Almanyaya Federal û Xweseriya Demokratîk

ad

Li Kobanî jî berf barî

ad

Vue der barê sînemaya Siûdî de biryarek nû girt

ad

'Colette' û yên din

ad

41 DESTANÊN KURDÎ

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026
news

PFDK'ê ceza li Amedsporê birî

  • 23 10 2026
news

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

  • 23 10 2026
news

Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname