WAN
Şaredarê Elbakê Îhsan Guler li ser daxwaza Wezareta Karên Hundir ji hêla Dadgeha Bilind ve ji peywirê hat girtin. Elbakiyan bertek nîşanî biryarê da û çalakiya rûniştinê pêk anîn.
Guler ji ber ku di 2006'an de beşdarî mevlûda endamê PKK’ê bûye ji hêla 11’emîn Cezayê Giran a Enqereyê ve bi hinceta "Propagandaya rêxistinê kiriye" 10 meh cezayê girtîgehê lê hate birîn. Piştî ku Dadgeha Bilind biryar erê kir Wezerata Karên Hundirîn serî li 8’emîn Daîreya Şêwirmendiya Bilind da. 8’emîn Daîreya Şêwirmendiya Bilind bi hinceta benda E, 1’emîn fikraya zagona 2839’an ku hilbijêr û hilbijartinê sererast dike, Guler ji peywirê avêt.
Piştî bihîstina biryarê elbakî li ber Şaredariye kom bûn. Laçikên reş û pankarta "Hûn nikarin kelebçeyê li vîna me bidin" daliqandin. Girseya ku li ber şaredariyê kom bû bi Guler û Seroke BDP’ê yê Elbakê Dervîş Polat re ber bi sûkê ve meşiya û li navenda sûkê çalakiya rûniştinê pek anî.
Di dema çalakiya rûniştinê de Şaredar Guler bang li girseyê kir û da zanîn ku ji bo ku ew beşdarî mevlûdê bûye ji peywirê girtine lê AKP di TRT 6'ê de mevlûdan dide. Guler, da zanîn ku AKP bi girtina şaredar û siyasetmedarên kurd xwest tevgera kurd tasfiye bike lê ev polîtîkaya hikumetê berovajî bûye û gel zêdetir li partiya xwe xwedî derketiye. Guler, wiha domand: "Ne AKP’ê gel em anîne vir, gel me aniye vir, encax gel me bişîne. Cezayen wiha me paşve nahêle berovajî vê me mezin dike."
Pişti Guler Serokê BDP’a Navçeyê Dervîş Polat diyar kir ku biryara der barê Guler de ne biryareke hiquqî ye, biryareke siyasî û kêfî ye.
Her wiha Parlamenterê BDP’ê yê Wanê Ozdal Uçer jî hat serdana Guler.
BDP: Ji peywirgirtina Guler operasyona tasfiyeyê ye
Hevserokê BDP'ê Selahattin Demirtaş li ser ji peywirgirtina Guler reaksiyon nîşan da û got ku ev operasyona tasfiyeyê ye
Demirtaş got ku li ser rayedarên wan ev du sal in operasyona tasfiyeyê didome û wisa dom kir: Berê Şaredarên Geverê û Kolludereya Bedlîsê, niha jî yê Elbakê ji peywirê hatiye girtin. Bi dehan jî şaredarên me yên hatine hilbijartin girtî ne. AKP berpirsê van zordariyên li ser partiya me ye. Ev tiştê hatiye kirin li hemberî vîna gelê Elbakê bêhurmetî ye. Em vê wekî pêvajoyekê ji rêzê nahesibînin. Li hemberî vê û li hemberî tasfiyeyên bi vî rengî emê têkoşîna xwe bidomînin."