logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  3. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  4. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  5. Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir
news-details

26 saziyê civakî yên sivîl pirsa 'Newroz'ê li Barzanî kirin

Nûnerên 26 rêxistinên civakî yên sivîl ên Amedê dan xuyakirin ku di bingeha serdana Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdoga

  • Dîrok: 15/11/2013
  • Beş: Nûçe

AMED

Nûnerên 26 rêxistinên civakî yên sivîl ên Amedê dan xuyakirin ku di bingeha serdana Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî de xebatên hilbijartinê hene û pirsîn, gelo çima Barzanî "ev hestiyarî" çima di Newroza Amedê de nîşan neda. Hunermendên NÇM'ê jî gotin, "Şivan Perwer bi awayekî ku rûmetê binpê dike, vedigere."


Der heqê hatina Serokwezîrê Tirk Tayyîp Erdogan a ji bo hin merasîmên li Amedê de 26 rêxistinên civakî yên sivîl li Civata Rojnamevanan a Qada Jiyana Hevpar a Sumerpark a Amedê daxuyaniyeke hevpar a çapemeniyê dan. Daxuyaniya hevpar bi Kurdî ji Epîdemê Şîmel Begîk, bi Tirkî jî Serokê Egîtîm-Sen Şaxê Amedê Kasim Bîrtek dan.


Begîk bibîr xist ku bi hinceta hin merasîma Erdogan ji bo xebatên hilbijartinê tê sibê tê Amedê û ji Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî yê di serdana Erdogan de amade be pirsa; çima ev hestiyariya xwe di Newroza Amedê de nîşan neda, pirsî.


Begîk got, "Em ji raya giştî re radigihînin ku em fêm nakin, çima Kongreya Neteweyî ya Kurd a ji bo Kurdan gelekî girîng e timî tê paşvekirin, li dijî şoreşa Rojava helwesteke neyînî tê nîşandan, Birêz Salih Muslim ji deriyên sînor hat vegerandin û Deriyê Sêmalka çima li rûyê xwişk û birayên xwe hat girtin. Ji bo pirsa, gelo ev hemû ji kê re xizmetê dike, em zehmetiyan dikşînin ku bersivê bibînin."


Begîk da xuyakirin ku divê her Kurdek xwe ji nêzîkatiyên bi vî rengî yên tên wateya destekkirina polîtîkayên hikûmeta AKP'ê, ku di pêvajoya çareseriyê de heta niha ti berpirsyariyên xwe bicih neaniye, vegirin û axaftina xwe wiha dewam kir: "Desthilatdariya AKP, mîna demên bihurî niha jî ji bo daxwazên Kurdan di asta mînîmûm de bihêle, manevrayan nîşan dide. Em hemû dizanin ku li ser vê bingehê, gelek caran bi rêya hin saziyên siyasî yên Kurdan hewl daye yekitiya neteweyî ya Kurdan qels bike."


Begîk bibîr xist ku Barzanî nwe weke Serokê Herêma Kurdistana Federal weke Serokê Herêma Bakurê Iraqê hatiye vexwendin û got, "Serdana bi vî navî nîşan dide ku mejiyê înkarkirina Kurdan dewam dike."


Saziyên daxuyaniya hevpar dan ev in: TUHAD-FED, Însiyatîfa Dayikên Aştiyê, Komeleya 78'an Şaxê Amedê, KESK, Navenda Jinê ya Kardelen, KADEM, EPÎDEM, Selîs, Amîda, Ceren, Komeleya Gün Işigi, MEYA-DER, DÎKASÛM, DÎSK, GOÇ-DER, TMMOB, Diyar TUHAD-DER, DTO, Kooperatîfa Jİnan a Baglarê, Meclîsa Tenduristiyê ya KCD, Ov-Der, ÎHD, Sarmaşik, Meclîsa Astengdaran, Meclîsa Aştiyê, KURDÎ-DER.


HUNERMENDÊN KURD: PERWER BI AWAYEKÎ RÛMETÊ BINPÊ DIKE, TÊ


Xebatkarên Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) jî der heqê hatina Şivan Perwer li ser vexwendina Serokwezîrê Tirk Erdogan de li Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle Firatê daxuyaniyek dan çapemeniyê.


Azad Kizilkar li ser navê hunermendên Kurd daxuyanî da û diyar kir ku ji ber "polîtîkayên qirêj" ên bi sedan salan hatine meşandin, bi mîlyonan Kurd neçar mane axa xwe biterikînin.


Kizilkar anî ziman ku ew hêvîdar in, di demeke kurt de aştiyeke bi rûmet pêk were û Kurdên koçber li xaka xwe vegerin.


Kizilkar ragihand ku Şivan Perwer jî heyk ji Kurdên penaber e û vegera li xaka xwe mafê wî ye û got, "Lê belê divê vegera wî nebe amûrek ji polîtîkayên AKP'ê. Di vê çarçoveyê de divê bi hesas û hurmet nêzî hestên gelê Kurd bibe. Lê mixabin Perwer bi awayekî rûmetê binpê dike, vedigere."


Kizilkar da xuyakirin ku ew weke gel û hunermendên Kurd ewê ti carî li cem vê sekna Şivan Perwer nesekinin, yên para wan di vê lîstikê de hene ji bîr nekin û şermezar dikin. Kizilkar got, "Emê bi ruhê strana "Canê canê" ya Şehîd Delîl Dogan, mîna Şehîd Delîl Dogan, Sefkan, Mizgîn, Elî Temel, Delîla, Serhat û bi sedan hunermendên mîna wan tevbigerin û bimeşin."

Parve Bike

Youtube Me

Bêrê ma eyro şin ZENGE

news

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kurdên Anatoliya Navîn

news

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 07 06 2026

KNK: Ji bo kurdan emê ji Neteweyên Yekbûyî 'statuya neteweya çavdêr' bixwazin

news
  • 06 06 2026

Meseleya pêkenoka Rahmi Koç û heqareta li jinên kurd

news
  • 04 06 2026

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

news
  • 04 06 2026

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

news
  • 01 06 2026

Li 28 gund û 8 taxan wê çalakî hebin

news
  • 01 06 2026

Îlham Ehmed dimay Efrînî, şî Şêxmeqsûd

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Weşana Bugun û Kanalturkê dan rawestandin

ad

Li Reqayê ji bo jinan tûrnûvaya basketbolê

ad

Li dadgehê dengê 'Ez li vir im' bilind bû

ad

Pêşangeha 'Qêrîna Bêdeng' vebû.

ad

Rekora Xwendina Pirtûkan şikandin

ad

Hejmara girtiyan zêdetir dibe

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname