Fêrgîn Melîk Aykoç
Li ser mijara wergerê gelek nirxandinên baş di gotaran de derketine pêş. Ez ê li gor têgihîştina xwe nirxandineke din neynim û seriyan neêşînim. Tenê li ser nîqaşa ji orjînal wergerandinê hinek rawestim.
Birêz Zana Farqinî gotara xwe bi sernivîsa “Divê werger ji zimanê resen bê kirin” nivîsiye, bi dîtina min naverok jî li gor sernivîsê têr dagirtiye. Ez li gel vê dîtin û nirxandina rêzdar Zana Farqinî me. Ji ber azmûnên min ên salan ez baş dizanim ku ji ber cûdahiya zimanan, nirx û formên zimanan, di her wergerê de guhertinên ji ber wate, dîtin, têgihîştin û şiroveyên wergêr çi biçûk û çi mezin hin guhertin pêk tên, yanê rengê orjînalîteyê hinek, gelek caran jî bi zêdehî winda dibe.
Ji ber vê rastiyê divê bila birayê ciwan Şengul Ogur min bibexşîne, pirensîba: “Werger divê ji zimanê resen bê wergerandin” yan jî ji berhemên orjînal wergerandinê, li hemû cihanê derbas dibe. Divê ev prensîb ji bo me kurdan jî derbas be. Berhema ji zimanê orjînal nehatibe wergerandin, xwediyê tu nirxî nîn e.
Di her zimanî de, ne tenê wate, gelek aliyên peyv, biwêj û hevokan hene. Ji warê civakî, psikolojî bigire, hetanî wateyên erênî û nerênî (pozitiv- negativ.)
Ez berê hevokekê mînak bigirim: “Tu wer xwirt î, wek hirç / gamêş î” di kurdî de ev hevokeke erênî ye. Di almanî de jî “so stark wie ein Bär/Büfel” di wateya erênî yanê pozîtîf de ye. Lê di tirkî de “Ayi gibi”, yan jî “ayi/manda gibi guçlu” nerênî ye (negatîf). Gelo wergerên tirk wateyên hevokên wekî vê hevokê çendî rast wergerandine?
Min demekê pirtûkên Lenin ên bi almanî û tirkî dan berhev. Min dît ku gelek cudahiyên mezin di navbera wan de hene. Ji ber ku ez bi rûsî nizanim, derfetê min û van her du wergerandinan bi berhema orjînal re rûberkirinê tunebû. Bêguman niha hê cudahiyên zêdetir di navbera wan de hene, lew re ev berhem bi giranî ne ji rûsî, ji zimanên din wekî almanî hatine wergerandin. Eger ew berhemên Lenin ji wergerên tirkî li kurdî were wergerandin, wê tenê zerarê bide, berhemên din jî, her wisa.
Ji bo têgihîştinê em li vir wekî eksperîment yan jî azmûneke mînakeke bigirin:
Min û mamosteyeke alman me çîroka min ya bi navê “Honaz û Hirç” ji bo zarokan wergerand almanî, da em bikanin girîngiya ji zimanê orjinal wergerandinê zelal bikin, min ji wergerê çarekek beşa helbestî girt û bi çend kesên bi azmûn dan wergerandin. Em li vê eksperîmetê yan jî ceribandinê binêrin:
Tekst yan jî helbesta orjînal:
“Birçî me, zikê min qurequr e
Gelo li vî geliyî çi pirr e?
Kanê dara sêva sor û zer e?
Himmm niha çi tam li ser e!”
Himmm çi sêveke gihîştî
Xweş e wek goştê biraştî
Tam li ser dev û lêvan hîştî!
Min û wê mamosteya alman me naveroka wê helbestê bi awayekî helbestî û li gor têgihîştina zarokan wergerand almanî, me bi kesên pispor jî da kontrolkirin:
Wergera me ji bo almanî:
Ich habe Hunger, mein Magen knurrt eben.
Was für Früchte mag es hier wohl geben?
Ach ja, den Baum mit roten und gelben Äpfeln wird man hier haben.
Wie werde ich mich an den Früchten laben.
Himm, was für ein reifes Äpfelchen,
bleibt wohl sein Geschmack auf Zunge und Mündchen?
Bestimmt schmeckt es besser als gegrilltes Würstchen.
Me di vê wergerê de di cihê peyva “lêv” de peyva “ziman (Zunge)” di cihê goşt de jî, peyva “bimbar / sucuq (Wurst)” bikaranîn. Lew re bi almanî wisa baştir dihat têgihîştin.
Mamoste Mahmut Aydin di vî warî de xwediyê azmûn e. Wî ev ji almanî wiha wergerandiye:
“Madeya min ji birçîna dike qure qur.
Divê li vira kîjan mêwe hebûya?
Çiqas xweş dibû, ger li vira dareke sêvê bi sevên sor û zer hebûya.
Minê çawa xwe bi van mêweyan têr bikira.
Himm sêveke çawa gihîştî,
wê tama wê ya xweş li ser ziman û di dev de bimîne.
Bêguman, tama wê ji sicuqê biraştî çêtir e.
Birêz Helîm Yusif jî ev ji almanî wiha wergerandiye.
Ez birçî me, qurequra zikê min e.
Hemû mêweyên kêfa min ji wan re tê, wê li vir hebin?
Ofyan, mirov dikare li vir bibe xwedî dareke sêvên zer û sor.
Ez ê ji xwe re bi van mêweyan kêf bikim.
Himm, ev çi sêvên teze ne.
Ew tama wan a xweş wê di bin zimanê min de bimîne?
Teqez tama wan ji tama goştê biraştî xweştir e.
Ekrem Yildiz bi salan e, mamostetiya zimanê tirkî dike, di warê wergerê de xwediyê azmûn e. Wî jî ji almani wiha wergerandiye tirkî.
Acim midem zil çaliyor
Acaba hangi meyveler bulunur burada
Ha evet, kirmizi ve sari elmali agaç burada bulunur.
Nasil da meyvelerînin tadina bakacagim
Nasil da bîr olgun elmacik,
Tadi dilimde ve agzimda kalir mi?
Muhakak izgarasi yapilmiş sucuktan daha lezetlidir.
Rêzdar Fewzî Ozmen jî ji tirkî (ji wergera Ekrem Yildiz) wiha wergerandiye kurdî
Birçî me, zikê min qurequr e
Gelo kîjan meywe tê dîtin li vir
Ha belê, dara bi sêvên sor û zer li vir e
Ezê çawa li çêja mêweyan binêrim
Sêveke çawa jî gihîştî,
Gelo çêja wê di ziman û devê min de dimîne,
Teqez ji sicûqê li ser izgarayê biraştî bi çêştir e.
Encam: 1 - Her çendî hin aliyên helbestê di wergerê de rastiya xwe dîtibe jî, bi giranî wateya xwe winda kiriye.
2- Her wergêr li gor dîtin û têgihîştina xwe wergerandiye. Hin wergerandin ji orjînalîteyê gelek dûr in.
Hêvî dikim ku ev mînak rastî û prensîba ji orjînalê wergerandinê bide peyîtandin..
**
Nivîsa din a Fêrgîn Melîk Aykoç a li ser wergerê: Girîngiya wergerê ji bo kurdî û di wergera kurdî de hin xetere
***
Nivîsên Fêrgîn Melîk Aykoç ên ku di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Girîngiya wergerê ji bo kurdî û di wergera kurdî de hin xetere
- Ceylanê Xifşê stêrika teyîsî
- Ma em kurd kurdî dixwazin?
- Rewşenbîrî û çend têbinî
- Jînborî /jîrok (novelle) û çîrok
- Abant û Hewlêr
- Strana “Mişko” ê kî ye, kirin malê kê?
- Çend peyv li ser redektekirina di çapemeniyê de
- Li Frankfûrtê notên li ser weşanxaneyên kurdan


